Jinên Xezayê bi çandiniyê debara xwe dikin

Jinên Xezayê yên li beramberî qeyrana aborî di karê çandiniyê de dixebitin, bi dahata ku bidest dixin debara malbata xwe dikin.

NEXEM KARACA

Xeza- Jinên Filistînî ji ber qeyrana aborî ya ku herêma Xezayê tê re derbas dibe, bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimîne, jinên ku naxwazin bi xizaniyê re ru bi ru biminin li beramberî qeyaran aborî têkoşînê dikin û piraniya jinan karê çandiniyê dikin û debara jiyana malbata xwe dikin.

“Erdê min lêdana dilê mine”

Amouna Ebu Rjiyîla 70’ê salî ye li Rojhilatê xan Yûnisê yê herêma Xezayê dijî, xwedî erdek nêzî hêrêmên Îsraîlê ye û di derbarê hezkirina xwe ya ji axa xwe re wiha dibêje: “Ez ji zeviyê xw egelek hez dikim. Ev erd damar û lêdana dilê mine, cotkarî bingeha jiyana mine û di nerîna min de karkirina di warê çandiniyê de ji bo canê mirovan jî wekî werzîşê ye. Ez tovan nakirim, li gel min berê hene û ez wan tovan dixim bin erdê de û pêre mejûl dibim heyanî ku kad dide û dighêje asta çinînê û çêdibe, ez debara jiyana xwe bi vê dikim. Rojane bêyî ku bitirsim berê xwe didim zevî û ji bo ku bighêjimê mesafeteke dirêj dimeşim da ku ez zevş av  bidim û piştre jî daran kom dikim û li ser agir  xwarinê amade dikim.”

“Min rola xwe ya dayik û bav lîst heta ku min zarokên xwe mezin kirin”

Amouna Ebu Rjiyîla di derbarê zehmetiyên ku pêre rû bi rû maye de wiha got: “Hevjînê min di sala 2013'an de ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest da û ji wê demê ez berpirsiyariya zarokên xwe bi tenê di rakim. Ne hêsan bû, lê min karî bi  awayekî herî baş zarokên xwe xwedî bikim û hewcedariyên wan bi cih bînim, heta ku ew hindek mezin bûn û bi hêz bûn. Niha jî ew alîkariya min di karê çandiniyê dikin û dema ku ez di nava zeviyên xwe yê çandiniyê bi zarok û neviyên xwe re dicivin, ez ji wan re xwarina Fîlistînê yên kevneşop li ser agirê daran çêdikim. Tevî temenê xwe yê mezin ez xwedî enerjiyek pir mezinim. Heta vê gavê jî ez nafikirim dest ji karê çandiniyê berdim, dema ku ez nexweş dibim, gava ez diçim nav zeviyên xwe, ez xwe baş dibînim û şîfa dibim. Min hezkirina ax û mejûlbûna bi zeviyan re ji bav û kalên xwe girtiye. Ji 12’e saliya xwe ve min dest bi cotkariyê kiriye, min ev erd ji bavê xwe mîras girtiye û ez ji wê yekê natirsim ku ew erd li cihek nêzî bendavên Îsraîlê ye.”

“Min tevahî jiyana xwe bi çandinî û mejûlbûna bi axê re derbas kir”

Amouna Ebu Rjiyîla di nava zeviyên xwe de tiştên navdar ên wekî zeytûn, bamya, darçîn, kurkum û yên din diçîne diyar kir ku ew bi hemû hêza xwe bi van zeviyan re mejûl dibe ku ew bi tebşû tevir dike û semadê li wan dike her wiha bi awayekî rêk û pêk wan av dide û got: “Ez ne tenê ji bo firotinê çandiniyê dikim, başe ku em debara jiyana xwe jê dikin di van şert û mercên aborî yên dijwar, heger em çandiniyê nekin em nikarin tiştekî xwarinê bidest bixin. Di despêkê de min gul diçandin û bi gulan re mejûl dibûm, pişre jî min çandina sebze û fêkî despê kir. Min tevahî jiyana xwe bi çandinî û mejûlbûna bi axê re derbas kir, ez rastî gelek zemetiyan hatim û min bi hêzeke mezin ew zehmetî derbas kirin. Pêwîstiya erdê bi hemahengiyê heye ku nermtir û xweştir bibe lê derfetê minî aborê têrê nakin.”

“Divê jin xwe bê kar nehêlin”

Amouna Ebu Rjiyîla bi bîr xist ku jina Fîlistînê ya herî bedew ewe ya ku di çandiniyê de kar dike û ji tunebûnê hebûnê ava dike û wiha got: “Ez ji ber rewşa aborî ya xirab nikarim tovan bikirim ji ber vê ez tovan ji çandiniya xwe kom dikim û dihêlim ji sala pêşîn re. Çandinî bi awayekî giştî ji bo jinan hêsane lê ne ji jinên ducanî re. Ez bang li jinan dikim ku bê kar nemînin û di karan de cih bigrin da ku di van şet û mercên zehmet de bi karibin debara jiyana xwe bike û bi hevjîn û malbata xwe re bibe alîkar.”