Jinên nava baxên Silêmaniyê dixebitin

Ji jinên karkerên nava baxên Silêmaniyê Şino Mehemed da zanîn ku li gel saetên kar li gorî zagonên fermî 8 bin jî ew ji saet 7’ê beyaniyê dest bi kar dikin heta 4’ê êvarî bê navber dixebitin.

Silêmanî – Roja 1’ê Gulana 1886’an karkerên Emerîkayê li hemberî zoriyên karkirinê ji bo saetên kar dakevin 8 saetan ketin nava çalakiyan. Piştî saya çalakiyên karkeran di kongereyê de bi fermî 1’ê Gulanê weke Roja Karkerên Cîhanê hat pejirandin êdî li her devera cîhanê wê rojê karker ji bo mafê xwe daketin qadan. Niha ji zêdetirî 80 welatan 1’ê Gulanê weke Roja Cejna Karkeran tê pîroz kirin. Li gel kul i Iraqê jî sala 1987’an li gorî mijareya 71 a Zagona Iraqê roja mafê karkeran hatiye pejirandin û divê karker li gorî 8 saetan kar bikin jî hîna karker rastî zoriyên binpêkirinên mafan tên. Jinên li nava baxên bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê dixebitin, ji saet 7’ê beyaniyê dest bi kar dikin heya 4’ê êvarî.

Ji jinên nava baxê Silêmaniyê dixebitin Şino Mehemed a 36 salî da zanîn ku ew her roj serê sibê bi kêfxweşî berê xwe dide nava baxan û dest bi xebatê dike û wiha qala karê xwe kir: “Min du sal dibistan xwendiye û gelek ji xwendinê hez dikir. Xewin û xeyalên min ewbû ku bibim mamosta. Ji ber zoriyên jiyanê min dest ji dibistanê berda. Niha paqijiya nava baxan dikim û bi karê xwe kêfxweşim. Dixwazim derve li nava bax û bîstanan bim. Ez û dayika xwe tenê ne, baxçê me li ber derî jî heye. Dema diçim malê hem karê malê dikim hem jî li baxê me yê ber derî jî dinêrim. Dixwazim karek min ê dayîmî hebe. Ev karê me hem ji bo tenduristiyê başe, hem jî hestek xweş dide di nava vê xwezaya xweş de.