Jinên Minbicê bi karê çandiniyê debara xwe dikin

Ên ku herî zêde di çandiniyê de dixebitin jin in ji ber ku tenê jin dikarin li hember şert û mercên zehmet, di bin tava germ û heta rojên sermayê de li ber xwe bidin.

SÎBÎLYA EL-ÎBRAHÎM

Minbic – Zeviyên çandiniyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di van salên dawî de rastî gelek qeyranan hatin ji wan kêmbûna asta çemê Firatê, her wiha ji ber guherîna avhewayê, kêmbûna baranê û germahiya zêde zeviyên çandiniyê rastî ziwabûna herî dijwar hatin. Tevî kêmbûna çandiniyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ew yek ji bingehên jiyanê û debara gelek malbatan e. Ên ku herî zêde di çandiniyê de dixebitin jin in ji ber ku tenê jin dikarin li hember şert û mercên zehmet, di bin tava germ û heta rojên sermayê de li ber xwe bidin. Têkildarî mijarê hin ji jinên bajarê Minbicê ku karê çandiniyê dikin behsa karê xwe ji me re kirin.

"Di navbera jin û çandiniyê de têkiliyeke nêz heye "

Nûra Semaan a 30 salî ku ji gundê Qelet Necim yê li başûrê rojhilatê bajarê Minbicê ye  diyar kir ku wê ji 29 jinan beriya 3 mehan kargehek ava kir da ku di nava zeviyên çandiniyê de bixebitin û bax û daran ji giyayên ne baş paqij bikin û wiha got: "Em karê çandiniyê dikin ji bo ku em karibin bi xwe debara xwe bikin û hewcedariya me bi tu kesî tune be. Dema ku demsala çandiniyê dest pê dike em dest bi hemû karên çandiniyê dikin, ji ber ku ger em nexebitin em nikarin bijîn. Çandinî bi giranî bi jinan ve girêdayî ye, ji ber ku yên bax û baxçeyan paqij dikin û nebatan diparêzin jin in. Ji demên kevnar ve di navbera jin û çandiniyê de têkiliyeke nêz heye. Di warê çadiniyê de karê mêr bi avdanê ve sînordar e, gelek caran jin bêyî ku ji kesî alîkariyê bixwazin baxçeyan bi tena xwe av didin. Karkirina di çandiniyê de beşek ji jiyana jina gundî ye. Niha em li ser çinîna genim û ceh bi keriyên destan kar dikin, her wiha zeviyên li derdora darên zeytûnan diçînin û di çend rojên bê de jî em ê di baxçan, çinîna sîsûm û çinîna zeytûnan de kar bikin. Xebat ji xeynî rojên sermayê, tevahiya salê dewam dike. Ez bi xwe debara xwe dikim û ji bo peydakirina kar jî alîkariya jinan dikim."

"Em hêvî dikin ku ji bo piştgiriya abriya jinan pirojeyên taybet bên vekirin"

Zehiya Xelef jî a 44 salî da zanîn ku nêzî sê meh berê wan dest bi karê çandiniyê kiriye û wiha axivî: "Me darên zeytûnan û hin darên din diçandin. Bi hatina demsala havînê re ji bo ku em bi xwe debara xwe bikin û em destên xwe dirêj nekin û xêrxwaziyê ji kesî nexwazin, bêyî ku aciz bibin di hemû karên çandiniyê de dixebitin. Em hêvîdar in ku aliyên pêwendîdar ji bo piştgiriya aboriya jinan pirojeyên taybet ji bo jinan vekin. Karê me di warê çandiniyê de gelek zor û zehmet e, lê em razî ne ji ber ku çavkaniya debara me ye."

"Em di bin şert û mercên giran ên aborî de neçar dimînin ku bixebitin"

Beraa El-Osman jî ya 30 salî ku dayika sê kur û pênc keçan e anî ziman ku ger ew nexebitin, ew nikarin debara zarokên xwe bikin û wiha axaftina xwe domand: "Hevjînê min bi tena serê xwe nikare hewcedariyên malê û hewcedariyên zarokên me peyda bike, ji ber vê yekê min berê xwe da xebatê da ku ez alîkariya wî bikim û pê re barê malê hilgirim. Em di bin şert û mercên giran ên aborî de neçar dimînin ku bixebitin. Ez bang li aliyên pêwendîdar dikim ku ji bo jinan projeyan vekin da ku karibin nêzî zarokên xwe kar bikin."

"Ji bilê karê çandiniyê karê malê jî dikeve ser milê min"

Nebîha Ebd El-Casim jî ya 37 salî got ku ew bi karê çandiniyê debara malbata xwe dike û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Em di rewşek aborî ya dijwar de dijîn ji ber vê yekê min berê xwe da karê çandiniyê. Ji bilê karê çandiniyê karê malê jî dikeve ser milê min. Piştî karê çandiniyê diqedînim, vedgerim malê û dest bi karê malê dikim. Tevî zehmetiya kar dem bi lez derbas dibe, ji ber ku her roj gelek sohbetên me hene."

"Em pir diwestin lê ger meriv westiya nebe meriv nikare bijî"

Mûna Îbrahîm jî ya 35 salî bi lêv kir ku beriya 3 mehan piştî ku rewşa wan ya aborî ji ber buhabûnê xerab bûye wê dest bi kar kiriye û wiha anî ziman: "Em pir diwestin, lê ger meriv westiya nebe meriv nikare bijî. Em di yek atolyeyê de dixebitin, em bûne yek malbat, ger yek ji hevalên tune be em-bêriya wê dikin."