Mîrateya çandî ya Cezayîrê bi karê xwe vedijîne
Fewziyê Xebaş yek ji jinên Cezayirî ye ku îsbat kiriye qada înşaetê ji bo jinan ne dijwar e, ji ber ku ew dikarin bi awayekî profesyonal tê de bixebitin.

RABIA XERÎS
Cezayîr – Fewziyê Xebaş neqşvaneke kevir û rîgarkêşeke profesyonel e, berhemên wê bi şêwazeke bêhempa û cihêreng tên cudakirin ku kesayetî û nasnameya wê ya wêjeyî nîşan dide.
Fewziyê Xebaş xwedî gelek rolan e, di nav de perwerdeya pîşeyî ya pispor di warê avakirin, mîmarî û endezyariya sivîl de jî heye. Her wiha hunermend û nivîskar e ku di sala 1982'an de li bajarê kevnar ê Tazoult li parêzgeha Batna, paytexta herêma Aures ku 425 km. li başûrê rojhilatê Cezayîrê ye, ji dayik bûye.
Bi navê lêkolînera Ereb tê nasîn
Ew xwediya çend berheman e û kariyera xwe ya akademîk bi sertîfîkayek perwerdeyê di hunera wênesaziyê de li ser qumaş dest pê kir. Ew mezûna Dibistana Hunerên Bedew a bajarê xwe ye û xwediyê sernavê Lêkolînera Ereb a bi Serkeftin ji Brîtanyayê ye. Her wiha xwediyê sernavê Balyoza Hunerên Bedew a Cezayîrê ye û perwerdekarek ji Enstîtuya Lêkolînên Pîşeyî ya Amerîkayê ye. Fewziyê Xebaş beşdarî gelek forum û konferansên neteweyî û navneteweyî bûye, di nava wan de Konferansa Afirîneriya Navneteweyî li Misrê heye. Di heman demê de beşdarî Projeya Lêkolînerê Ereb li Brîtanyayê bûye û sernavê Lêkolînerê Ereb bi Serkeftin girt.
Girêdanek di navbera pratîk û wêjeyê de ava dike
Fewziyê Xebaş niha li ser dîzaynek nû ji bo Hola Tabnayê li Batnayê dixebite. Ew dibêje: "Ez aliyên pratîkî û wêjeyî li hev dicivînim û wêneyan di hemû karên xwe de belge dikim. Armanca sereke ya vê weşandina pirtûkan di vî warî de ye. Min çend pirtûk li ser perwerdeya navîn weşandine, ya herî girîng pirtûka ji bo sala yekem a perwerdeya navîn a bi navê "Nehênî û Teknîkên Qelemê" û pirtûkek din ji bo sala sêyemîn a perwerdeya navîn bi navê "Nehênî û Teknîkên Rengên Avî" ye. Her wiha pirtûkek din di warê nirxandinê de bi navê "Zîrekiya Xwe Biceribîne" Beşên Yekem û Duyem ji bo perwerdeya navîn weşand.
Bi nivîs û nîgaran mîrateya herêman diparêze
Fewziyê Xebaş ji Tazoultê ye, bajarekî leşkerî yê Romayî 10 km. dûrî Batnayê ye. Ew yek ji bajarên arkeolojîk ên herî girîngê ên Cezayîrê ye. Fewziyê hewl dide mîrateya çandî û dîrokî ya bajarê xwe di karên xwe de bihewîne. Fewziyê Xebaş wiha vegot: "Nivîs û nîgarên ku mîrateya herêma min û hemû herêmên ku serdana wan dikim diparêzim. Mînak, li bajarê xwe Tazoult, xwe dispêrim neqişandina sembolên Romayî ji ber ku bajar paytexta yekem a parêzgeha Romayê ya Numidia bû. Bi zanebûn rengên ku mîrateya herêmê nîşan didin û wateyên kûr û nirxên çandî û sembolîk îfade dikin hildibijêrim."
Projeyên ku ji mîrateyê îlham girtin
Fewziyê Xebaş gelek projeyan pêk aniye weke projeya çerxeriya Bachmol û maketek li ber deriyê bajarê Tazoult ku formeke ji mîrateya Aurasian Amazigh îlhamê digre. Her wiha paykerek Kela Baloul temam kir ku modelek mînyaturî ya kela dîrokî ye li herêma Aures a Parêzgeha Batnayê ye. Yek ji taybetmendiyên wê yên herî girîng ew e ku ew bi sêwirana mîmarî ya bêhempa hatiye çêkirin û şopa xwe li ser gelek baxçe, park û meydanên giştî jî hiştiye.
Projeya Şopa Pîşeyî
Weke encamek ji vê rêwîtîya bi lêkolîn û destkeftiyên meydanî, Fewziyê Xebaş Projeya Şopa Pîşeyî bi dirûşma "Em bi hev re dicivin û bi şopa lingan em radibin" da destpêkirin. Fewziyê Xebaş armanca projeyê wiha anî ziman: "Ji bo her kesê têkildar beşdar bibe, profesor, stajyer û heta kesên xwedî pêdiviyên taybet da ku li her goşeyek cihên ku em serdana wan dikin şopek bihêlin. Me serdana zêdetirî 10 bajaran kiriye û projeya dawî ku me temam kir li baregeha Wezareta Perwerdeya Pîşeyî û Perwerdeyê bû."
Projeya Şopa Pîşeyî projeyek perwerdeyê ya neteweyî ye ku bi riya kursên perwerdeyê yên belaş di hemû pisporiyan de ji bo ciwanên pîşeyî yên bêkar berdewamiya zanîn û jêhatîbûnê pêk tîne. Ew wek stratejiyek di qada perwerdeya pîşeyî de hatiye pejirandin.
Çîmento ji materyalek hişk veguherand çîmentoyek zindî
Fewziyê Xebaş der barê pirsa ku motîvasyonên wê çi bûn ku wê ber bi cîhana hunerî ve bir, heta ku mêran jî di vê warê de perwerde dike, wiha bersiv da: "Dema ku li park û qadên giştî rûdiniştim min didît ku mixabin avahîsaziyê bê şêwazê bajarî û bedewiya mîmarî ye. Her dem meraq dikir çima me çîmento ji materyalek hişk veneguherand çîmentoyê zindî û ji kevir peykerên hunerî çênekirin ku dê bibe alîkar ji bo parastina mîrat û dîroka Cezayîrê. Ji ber vê her dem hewl didim qursên perwerdeyê bidim destpêkirin, heta girtiyan jî di nava xwe de digre. Projeya min a yekem hevrêziya bi girtiyên li Girtîgeha Tazoult re bû."