Jinên li Ebû Hardûb mîrateya El-Erbecî diparêzin

Li gundê Ebû Hardûb ku dikeve gundewarên Rojhilatê Dêrazorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, erebeyên ku bi hêstir tên kişandin, pir tên dîtin û wekî wesîleyek ji bo veguhestina bar di nava gund de tên bikaranîn.

ZEYNEB XELÎF

Dêrazor- Gundê Ebû Hardûb ê gundewarê Rojhilatê Dêrazorê dikeve kêleka çemê Firatê. Dema ku mirov serdana gund dike, pir xwezayî ye ku erebeyên ji dar û perçeyê bermîlan hatine çêkirin û hêstir wan dikşîne, bibîne.

Gundê Ebû Hardûb jî mîna hemû gundên herêma El-Meyadîn ên Dêrazorê, bi sadebûna jiyanê tê nasîn. Sadiya El-Ehmed ji gundê Ebû Hardûb e dibêje ku cureyê erebeya ku hêstir wê dikşînin li gund bi navê El-Arbecî tê nasîn, tevî ku ev amureke kevnar a ji bo veguhestinê ye, ji hêla her kesê ve tê qebûlkirin.

"Bi erebeyên kêşanê eşyayan vedughezînin"

Sadiya El-Ehmed destnîşan kir ku ew bi çandiniyê debara jiyana xwe dikin û erebeyên ku bi dar û tenekeyan tên çêkirin û hêsir wan dikşînin bi kar tînin û wiha pêde çû: "Ji bo veguheztina giya, elefê sewalan, ka û hewcedariyên din em erebeyên kêşanê bi kar tînin, ev yek jî ne nû ye ji dema dayik û dapîrên me ve heya niha em bi kar tînin."

Sadiya El-Ehmed di wê baweriyê de ye ku heywan dikarin ji bo veguhestinê bên bikaranîn, nemaze ji ber rewşa dijwar a aborî û jiyanê û wiha got: "Gelek malbat nikarin lêçûnên veguhestinê bidin lewre em berê xwe didin erebeyên ku hêstir wan dikşînin."

Sadiye El-Ehmed da zanîn ku ew di saetên serê sibê de wek hemû jinên gund derdikeve nava zeviyên çandiniyê û wiha pêl da gotinên xwe: "Erebeya El-Erbecî derfeteke pir baş e ji ber ku hewceyî lêçûna aborî nake û dema xira dibe em bi xwe çareser dikin, em êzing, giha û hemû tiştên ku pêwîstiyan bi El-Erbecî vedughezînin."

"Xebata li gundê Ebû Hardûb bi giştî dikeve ser milên jinan"

Sadiye El-Ehmed da zanîn di gundê wan de hemû kar dikeve ser milê jinan, ji ber vê yekê ew ji mêran bêtir erebeya ku hêsir wê dikşîne bi kar tînin û teqez kir ku her çend wesîleyên veguhestinê bi pêş bikevin û her çend pêşketin di gunde çêbibin jî ew ê mîrateya El-Erbecî biparêzin.

Erebeyên El-Erbecî bi amûrên berdest tên çêkirin

Mêrên temenê wan mezin ê gundê Ebû Hardûb erebeyên El-Arbecî çêdikin ku ji amûrên berdest ên mîna bermîlan ku wan vedikin û rast dikin û dar û tekerên otomobîlan, tên çêkirin.

Sobha Hammadi destnîşan dike ku bikaranîna vê erebeyê tenê bi karê çandiniyê re sînordar nîn e û wiha got: "Em ard, êzing, semadê û berhemên çandiniyê yên wekî kuncî û pembû vediguhezînin her wiha dema em bi erebeya kêşe serdana xizmên xwe yên gundên cîran jî dikin."

Sobha Hemmadî di wê baweriyê de ye ku El-Erbecî ji wesayîdan çêtir e û wiha bi lêv kir: "Erebeya El-Erbecî hewceyî pere, mazot, rûn û lênerînê nake, tenê em hinek ka û ceh didin hêstira ku erebeyê dikşîne, em bi vê erebeyê diçin her derê."