Jinên ji Koye bi çêkirina nan debara jiyana xwe dikin

Li bajarokê Koye ya girêdayî bajarê Hewlêrê komek jinên ku ji 14 kesan pêkt ê di firoşgeha ‘Nanê Tirê Ronak Xan’ de nanê sêlê yê hişk çêdikin, dahata malbata xwe dabîn dikin û nane xwe dişînin gelek bajar û bajarokên din ên herêma Kurdistanê.

ŞIYA KOYE

Koye - Li bajarokê Koye ya girêdayî bajarê Hewlêrê ya herêma federa a Kurdistanê jin ji bo dahata jiyan û malbata xwe pêkbînin di karên cûda de dixebitin. Li Koye firoşgeha ‘Nanê Tirê Ronak Xan’ di sala 2015’an de ji aliyê Berjîn Tahîr ve hatiye vekirin û divê firoşgeha nan çêkirinê de komek jinan ku ji 14 kesan pêktê nane sêlê yê hişk çêdikin û weke du koman dixebitin komek danê siharê û komek jî danê êvarê li gor daxwazên xelkê nan çêdikin. Nanê vê firoşgehê ji aliyê her kesê ve tê heskirin û dişinin gelek bajar û bajarokên din yên herêma Kurdistanê. 

‘Daxwazek zêde li ser nanê me heye’

Xwediyê firoşgeha ‘Nanê Tirê Ronak Xan’ Berjîn Tahîr der barê karê xwe de ji ajansa mere axivî û wiha got: “Di sala 2015’a de me firoşgeha nane sêlê vekir, beriya me du cihên din yên nan çêkirinê li Koye hebû, lê belê niha zêdeyî 20 cihên nan çêkirinê. Ji bo jinan çêkirina nan karek girane, lê belê hemû jin keyfxweş in. Li vêderê 14 jin weke du komên cûda nan çêdikin, komek sibehê û komek jî êvaran nan çêdikin. Jin bi vî karî dahata jiyana xwe pêktînin. Em jî gelek bivê yekê keyfxweşin. Nanê me ne tenê  di nava Koye de tê firotin, em dişînin bajar û bajarokên din jî. Em li gor daxwazên xelkê nan çêdikin hinek kes nanê bê xwê, hinek nane ce û hinek jî têkel dixwazin em li gora wan çêdikin. Lê piranî em nane sêlê yê hişk çêdikin. Daxwazek zêde ji bajarê Hewlêr, Silêmanî, Kerkuk û bajar û bajarokên din li ser nanê me heye û nirxê nane me guncave û em ji bo wan dişinin. ”

‘Jin dikarin bibin xwedî aboriya xwe ya serbixwe’

Berjîn Tahîr da zanîn ku alîkariyê ji kesê nagrin û got: “Xaz kême têra me nake, ger hefteyê du caran em  xazê bi nirxek guncaw ji bazarê bigrin, nirxê nan li gel me tê xwar û hemwelatê jê sûd digrin. Ji bo me jî kiryar zêdetir dibin. Giring e baweriya jinan bi hêza wan hebin û bibin xwedî karê xwe, da ku bikare dahata xwe, mal û zarokên xwe pêkbînin. Niha ew jinên li vêderê kar dikin mehane 350-400 hezar digrin. Jin bi gelek bi baldar li ser karê xwe radiwestin. Ez li vêderê nebim jî, weke cihê xwe bi rêve dibin. Hemû rojan karê me heye û tenê înê nîne. Divê jin vê yekê baş bizanin dikarin aboriya xwe ya serbixwe peyda bikin. Mînak min li cihekê karê nan çêkirinê dikir, piştre min karî cihekê ji bo xwe vekim û bibim xwedî aboriya xwe ya serbixwe û ez di wê baweriyê deme ên ku li gel me kar dikin û di heman qonaxê de derbas bibin û bibin xwedî karê xwe yê taybet.”

‘Karê me zehmet e lê ez gelek jê hez dikim’

Naske Hewzî yek ji wan jinane ku ev demek dirêje li vê firoşgehê nan çêdike wiha got: “Ev demek dirêje ez li vêderê kar dikim û nan çêdikim, ez ji karê xwe gelek hez dikim, her çend karê çêkirina nan zehmet be jî, lê belê divê em kar bikin, bi taybet di werza havînan de germe , karê me zehmettir dibe. Sibehan têm û heta nîvro em nan çêdikin û li gor hêza xwe em rojane nan çêdikin. Li gor min divê jinên ku bikarin kar bikin û di çarçoveya malê de nemînin, bi karkirinê dikarin pêwistiyên xwe dabîn bikin.”

‘Li gor daxwazên xelkê em nan çêdikin’

Evîn Hetem jî di firoşgeha çêkirina nan de kar dike wiha got: “Ez li vê derê hevîr çêdikim. Giranî û zehmetiyên xwe hene, lê belê ez ji karê xwe hez dikim û gelek xweş çêdikim. Destpêkê dema ez têm ser kar ez arvanê xwe vala dikim û dest bi çêkirina hevîr dikim, li gor daxwazan mûşteriyan hevîr dikim, ji ber hinek caran mûşterî nane kêm xwê û hinek nane sade û hinek nane ce dixwazin, bi giştî em li gor daxwazên xelkê kar dikin. Armanca me ewe ku mûşterî keyfxweş bin û ji nane me hez bikin.”