Ji ber zêdebûna bihayê her tiştî bêrîvan nikarin debara xwe bikin

Jinên ku di meha Gulanê de bi derketina zozanan dest bi bêriyê dikin, bal kişandin ser bandorên qeyrana aborî û dibêjin ku tevî di bin tava tund de dixebitin û diwestin jî şîrê ku difiroşin lêçûnên wan dabin nake.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Colemêrg – Jinên bêrîvan ku yekane çavkaniya debara wan pez e, di meha Gulanê de mesaiya wan dest pê kir. Jinên ku ev du meh in li zozanê ji bo bêriyê çûne bi saetan di bin tavê de dixebitin, van xebatên xwe heta dawiya meha Îlonê didomînin. Jinan diyar kirin ku ji ber qeyrana aborî û zêdebûna bihayê her tiştî nikarin heqê keda xwe bistînin, dibêjin bi pereyê şîr û penîrê ku çêdikin û difiroşin nikarin debara xwe bikin. Di roja me ya îro de çanda Bêrîvaniyê li gelek bajarên herêmê hê jî didome. Pezên ku ji bo baştir werin xwedîkirin dibin zozanan, her roj bi rêkûpêk tên dotin. Li Colemêrgê ku bi qadên xwe yên zozan û çiyayî tê naskirin, hema bibêje li her gundî jin serê sibê zû radibin û diçin bêriyê.

Hewl didin bi pereyê ku qezenc dikin debara xwe ya mehên zivistanê bikin

Zozanê Orşê yê Geverê jî yek ji wan cihên jinên bêrîvan e. Necla Şahîn a ku nêzî 20 sal in Bêrîvaniyê dike, diyar dike ku ew ji gund bi siwarbûna kamyonan tên zozanan û pezê xwe didoşin. Necla Şahîn dibêje ku di salên borî de bi pereyê şîr û penîrê ku difirotin re zivistanê bi rehetî derbas dikirin lê ew du salên dawî ji ber zêdebûna bihayê her tiştî bi zehmetî debara xwe dikin, bal dikşînin ku bi bêriyê tenê dikarin ji bo lêçûnên malê yên rojane pere kom bikin.

"Ger şîrê pez jî nebe em ê birçî bimînin"

Necla Şahîn bi van gotinan bandorên qeyrana aborî ya li ser wan vedibêje: “Em bi şîr penîr çêdikin. Em penîr û şîr piştre difiroşin. Em bi pereyê ku qezenc dikin, lêçûnên malê dabîn dikin. Lê êdî her tişt pir biha ye, li welat qeyran heye. Kes nikare lêçûnên xwe dabîn bike. Gel di rewşeke xirab de ye. Em ji bo dabînkirina lêçûnên xwe tên li vir şîr didoşin lê ev jî têr nake. Em tên diwestin, yekane çavkaniya debara me jî ev pez in. Ger ew ji destên me herin, em ê nikaribin zarokên xwe xwedî dikin. Em mehê 13 hezar didin wesayîda ku em tên pê tên bêriyê. Ji ber ku mazot her dem zêde dibe, ev biha jî her diçe zêdetir dibe.”

“Tenê westandina li binê tavê ji me re dimîne”

Necla Şahîn diyar kir ku ger pezên xwe bidoşin û nikaribin şîrê xwe bifiroşin dê zivistanê birçî derbas bikin û bi van gotinên xwe balê dikşîne ser zehmetiyên aborî yên dijîn: “Em ewqas diwestin, bi saetan di bin tavê de dixebitin lê êdî bi pereyê ku em ji şîr bi dest dixin tiştek nayê kirîn. Qeyran li her derê heye. Em ji neçariyê tên bêriyê, ger em neyên vir û şîr nedoşin, em ê ji birçîna bimrin. Rûn 700, tûrikek şekir 600, tûrikek birinc bûye 400 lîra. Ma ev ji bo mirovan ne guneh e. Xwedê vê yekê qebûl nake. Mirov vala dixebitin, her kes ji bo zikê xwe têr bike dixebite."

"Pereyê şîrê ku em difiroşin têra me nake”

Zarîfe Fîdan dibêje ku ji ber zêdebûna bihayê her tiştî heqê keda xwe nagirin, diyar kir ku her çend li malê her kes di karên cuda de bixebite jî lêçûnên xwe pir zehmet dabîn dikin. Zarîfe Fîdan di berdewamiya axaftina xwe de wiha dibêje: “Em di meha Gulanê de, derdikevin zozanan û dest bi bêriyê dikin. Ev rewş heta meha Îlonê berdewam dike. Piştî meha Îlonê jî em ji bo pezan êm distînin. Her tişt pir biha bûye. Em pir zordestî dibînin, qet ne rehet in. Em pir dixebitin lê dîsa jî nikarin debara mala xwe bikin. Li gel me kesekî ku xwedî erk an jî bi mûçe tune ye. Yekane karê me pez û şîrê wan e. Pereyê şîrê ku em difroşin carna têra me dike carna jî nake. Em li vir ji bo malbata xwe dixebitin û diwestin. Em hewl didin bi wan re zivistanê derbas bikin.”