Bi bereketa zeytûnan piştevanî û çandê vedijînin
Gundê Hermûte yê li ser sînorê Koye, bi zeytûnên xwe bi nav û deng e. Debara piraniya kesan wê li ser berhemên zeytûnan e û jinên Hermûte bi hev re weke demê û kevneşopiya xwe bi hevkariya hev zeytûnan amade dikin.

ŞIYA KOYE
Koye – Gundê Hermût li rojavayê navçeye Koye cih digre, ji berê ve bi zeytûnên xwe bi nav û deng e û karê xelkê wê herêmê ji derveyî çandin û lawirvaniyê, karê wan ê sereke zeytûn in. Ji sala 1960’an ve zeytûnan diçînin. Her çendî di wê demê de zeytûn li Koye ewqas nebû jî lê belê 100 ton berhem hebû. Hinardeyî Bexda û navendên Iraqê dikin û yên diman jî dikirin sabûn û zeytûnan çêdikirin û difirotin.
Hemû karê berhemên zeytûnan bi destên jinan dihat kirin. Piştî amade dikirin dişandin bazarê û hinek caran bikin bi xwe diçûn gund û berhemên zeytûnan dikirîn. Yên ku berhemên zeytûnan tam bikira dîsa diçûn digirtin ji ber gelek baş û bi kalîte ye.
‘Em bi hev re zeytûnan berhev dikin’
Rûniştvana gundê Hermûte Rêzan Merqûs ku bi salan e karê zeytûnan dike û wiha got: “Her sal dema dibe 15’ê Îlonê, em bi malbat, cîran û xizman dest bi berhevkirina zeytûnan dikin û bi hev re çêdikin. Di wê demê de zeytûn digihîjin û dema zer dibin em jêdikin. Zeytûn bi awayê ku sê alî qet bibe qet dikin û dixin bîdonan û av dixin ser, bi vî awayî heta em hemû qonaxên wê bi cih dikin, piştî 40 rojan ji bo xwarinê amade dibe.”
‘Ji ber hişkesaliyê zeytûn kêm bûne’
Rêzan Merqûa wiha got: “Zeytûnên Hermûte gelek bi nav û deng e salane berhemên wê gelek zêde ye lê belê îsal ji ber hişkesaliyê weke pêwist berhem neda. Zeytûn kêm bûye, biçûk e weke carên din ne mezin e.”
Li gundê Hermûte hê jî mirov bi hev re dixebitin
Rêzan Merqûa di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku bi tenê naxebite û got: “Derdora me hemû tên û em alîkariya hev dikin, bi hev re rûdinên, li kêleka karê xwe em çaya xwe jî vedixwin. Dolmeyan amade dikin heta dereng em dixebitin. Ez gelek spasiya wan dikim ku alîkariya min dikin.”
‘Zeytûn ji bo gelek nexweşiyan derman e’
Basîme Îsa Kerîm havala Rêzanê ye û alîkariya amadekirina zeytûnan dike ,wiha dibêje: “Em bi kevir zeytûnan dişkînin û dixin nava avê, piştre ava wê diguherînin, piştre jî dixin nava xwê. Zeytûn ji bo gelek nexweşiyan derman e. Xwarineke xwezayî û bi tendurist e. Rêzan gelek zeytûnan amade dike û em jî alîkariya wê dikin bi hev re em hem dixebitin hem jî demek xweş derbas dikin.”