Ji ber êrîşên dewleta Tirk nikarin zeytûnan berhev bikin

Jinên Şehbayê diyar kirin ku ji ber êrîşên bi armanca dagirkeriyê yên dewleta Tirk nikarin zeytûnan berhev bikin, diyar kirin ku çi dibe bila bibe ew ê axa xwe neterikînin û bi biryar in li ber xwe bidin.

FÎDAN ABDULLAH

Şehba - Bi êrîşa dewleta Tirk a li ser xaka Sûriyeyê û dagirkirina gelek herêman re, çinîna zeytûnan ji bo gel vediguhere belayê. Jin ji tirsa mirinê di bin êrîşan de neçar dimînin biçin nava zeviyan.

‘Em her kêlî bi xetereya mirinê re rû bi rû ne’

Têkildarî êş û zehmetiyên ku şêniyên herêmê dijîn Fatima Hesen ku kurê wê di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk sala borî dema pez diçêrand li gundê Umm El-Hûş ê kantona Şehbayê birîndar bû, wiha got: “Em li malê bin jî her kêliyê bi xetereya mirinê re rû bi rû dimînin. Ji ber êrîşên dewleta Tirk em her dem di nava xof û tirsa jiyana xwe de dijîn. Em bi polîtîkayên êrîşên sîstematîk ên dewleta Tirk re rû bi rû ne. Bi taybetî di dema çinîna zeytûnan de her sal heman rewş heye. Dorpêça ku hikûmeta Şamê li ser navçeyê ferz dike jî gelek zehmetiyan bi me dide kişandin.”

‘Em nikarin zeytûnan berhev bikin’

Nadîa Elî jî diyar kir ku beriya krîza Sûriyeyê û êrîşên dewleta Tirk wan her sal bi awayekî rêkûpêk zeytûnan berhev dikirin û got: “Lê belê ev êrîş bandoreke cidî li jiyana me ya kar dike. Berê me zeytûnên xwe berhev dikir û bi wan debara xwe dikir. Beriya ku em bikevin meha zivistanê, me pêdiviyên zivistanê jî dabîn dikirin lê êdî em ji vê yekê bêpar mane. Ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk em nikarin zeytûnan berhev bikin.”

‘Em ê destûrê nedin dagirkeriyê’

Sanaa El-Hesen diyar kir ku balafirên şer ên dewleta Tirk bi taybetî di van 15 rojên dawî de bi giranî li ser asîmanê Şehbayê difirin û got: “Berdêla wê çi dibe bila bibe divê em li ser axa xwe bimînin û neterikînin. Ev der axa me ye, yên ku diçînin em in û ji bo ku bigihîjin vê xalê me bi hemû hêza xwe xebat kir. Em ê destûr nedin tu kes axa me ji destên me bigre û dagir bike. Em bi biryar in û em ê berxwedana xwe bidomînin.”