Hevseroka DÎSK’ê Şukran Yilmaz: Divê bi îradeyek hevpar pêşiya koçberiya tê jiyîn bê girtin

Hevseroka Sendîkaya Kar a Giştî ya DÎSK'ê ya Şaxa Dêrsimê Şukran Yilmaz a diyar kir li Dêrsimê nebûna derfetên kar û îstîhdamê, ciwanan neçarî întiharê û welatiyan jî neçarî koçberiyê dike.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Dêrsim – Mirovên ku bi zêdebûna qeyrana aborî re ji bi pêşerojê hêviyek nabînin rêya Ewropayê digrin. Dêrsîm jî yek ji wan bajarên ku ji qirkirina 1938’an vir ve herî zêde ji derva re koçber dide ye. Li bajarê ku bi taybetî di van salên dawî de koçberiyeke pir cidî tê dayîn, nifûsa ciwan roj bi roj kêm dibe, di koçberiyên tên dijîn de nebûna qadên îstihdamê jî bi bandor dibe. Dema tê diyarkirin ku di mehên dawî de bi hezaran ciwanên Dêrsimê çûne Kanadayê, hat hînbûn ku welatiyên ku li bajêr dimînin jî, ji ber lêçûna zêde û nebûna derfetên kar ber bi întîharê ve tên ajotin.

Li gorî daneyên TUÎK’ê (Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê) Dêrsim di nava çar parêzgehên ku herî zêde întîhar lê tên jiyîn de cih digre. Di nava sala 2022’an de li bajêr 2 jê jin 4 kes bi înteharkirinê, dawî li jiyana xwe anîn. Hevseroka Giştî ya DÎSK-Sendîkaya Kar a Şaxa Dêrsimê Şukran Yilmaz ku me derbarê întehar û qeyrana koçberiyê ya li bajêr tê jiyîn axivî, destnîşan kir ku divê derbarê nîfûsa bajêr ya roj bi roj kêm dibe, tedbîrek were girtin.

“Zêdebûna koçberiyê di mirovan de veguherî rihetî ye”

Şukran Yilmaz a destnîşan kir Dêrsim yek ji van parêzgehên ku herî zêde koçber lê tê dijîn e, bi bîr xist ku piştî 38'an yekemîn veger di pêvajoya çareseriyê de hatin jiyîn. Şukran Yilmaz a destnîşan kir li bajarê ku bi vegeran re gundan jî zindî bûn, koça dijwar piştî pêvajoya 15'ê Tîrmehê dest pê kir, anî ziman ku koçberî di nava mirovan de veguheriyê kevneşopiyek. Şukran Yilmaz diyar kir diyardeyên siyasî di van koçan de gelekî bi bandor e û wiha axivî: “Em yek ji bajarên herî bêkeyfxweş ya Tirkiyeyê ne. Mirovan li Ewropayê ku çûne de jî, bi berî kirina li vir  jiyana xwe didomînin. Mirovan koçberiyê weke çareseriyekê dibînib.”

"Polîtîkayên asîmîlasyon û dîke kirin gelek zêde ne”

Şukran Yilmaz agahiya ku pêla koçberiyê ya salên borî di metropolan de dihat jiyîn, di heyama dawîn de ber bi Ewropayê ve diçe, da û wiha got: “Wek min diyar kir li vir betê rêjeya xwendina pir zêde bû û pergala perwerdehiyê ne xirab bû. Lê niha wek li her qadê, di perwerdeyê de jî polîtîkaya asîmîlasyon û dîkekirin gelekî zêde ye. Hem hilgirtina nasnameya Elewî, hem ya Kurd û hem jî ya Dêrsimî ji bo we dibe dezavantaj û mirovan ji ber ku pêşeroj nabînin diçîn.”

"Koçên tên dijîn, zirareke pir cidî li bajêr avadike"

Şukran Yilmaz dibêje ji bilî aliyên siyasî, sedemên aborî jî dibe sedema van koçan û wiha axivî:

“Em sedemên aborî weke sedema duyemîn dibînin. Li vir derfeta mirovan ya  çandinî, sewalkarî an jî hilberîn kirin heye. Derfeta mirovan heye ku kêm hebe jî çavkaniyên xwe yên heq, di nava derfetên xwe de çêbike. Mirovên ku pîşeya wan windabûn jî li vir neman. Bêhêvîtiya li welat, li bajêr jî belav bûye. Em ji salên 38’an hatin û bi travmayên wê mezin bûn. Em bi awayekî bûn perçaya vî şerî. Lê çil sal derbas bûn û çil sal in em hîn di heman xalê de ne. Weke min diyar kir, ne tenê aborî, bi hesreta lêgerîna derfetên jiyanê yên hin baştir diçin. Lê sedemên vê yekê zirareke pir cidî dide vî bajarî.”