'Em nikarin debara xwe bikin tenê dijîn'

Enflasyona ku nayê rawestandin, zêdebûna faîzê ya pêşiya vê nayê girtin, roj bi roj gel ber bi birçîbûn û xizaniyê ve dibin. Gel bertek nîşanî bihabûnê didin û dibêjin: "Tiştê ku em carek dikirin, carek din nikarin bikirin, em xweziya xwe bi berê tînin."

ELÎF ÇETÎNER

Stenbol- Li Tirkiyeyê mûçeya asgarî bi bihabûnên herî dawî re bû 17 hezar 2 lîre, mûçeya malnişîniyê jî herî kêm bû 10 hezar lîre. Hemû sozên ku hikûmeta AKP'ê weke 'mizgînî' ragihand, di gotinê de man. Gel mehkûmî xizanî û birçîbûnê hat kirin. Me jî mîkrofon dirêjî jinên li Stenbolê dijîn kir û pirs kir be ka çawa debara xwe dikin.

Gel bertek nîşanî xizaniya heyî da lêçûna rojane ya qesrê bi qasî mûçeyên mehane yên bi hezaran kesên malnişîn e. Welatiyek malnişîn a li Stenbolê dijî, bi van gotinan zehmetiyên dijî vegot: “Ger mala min nebûya, em ê li kolanan bimana. Me dev ji goşt berda, me dev jî xwarinên jê hez dikin berda, em êdî nikarin rêwîtiyê bikin û me dev jî xwarina derve berda.” Welatiya ku diyar kir zêdekirina mûçeyên malnişîn ên ji aliyê Erdogan ve hatin ragihandin jî têr nake û wiha dibêje: “Me kîloyek dikirî, niha nîv kîlo dikirin. Em neçar in xwarinê bixwin. Ger dahata min weke din nebûya, ne mimkûn bû ku em bi van mûçeyan debara xwe bikin.”

‘Ger mala we kirê be gelek zehmet e’

Welatiyekî din jî diyar kir ku bi bihabûnên li pey hev tên re debar ne mimkûn e û bi van gotinan îsyan dike: “Hemû tişt pir biha bûne. Tu nikarî tu tiştî bikirî. Jixwe me dev ji kirîna cilan berdaye, ne mimkûn e em herin sûkê yan jî bazarê goşt û tiştek din bikirin.” Welatiya ku got malbat veguherîne pispora aborî ya malan û wiha got: “Ger mala we bi kirê be, gelek zehmet e. Malek 29 hezar lîre ye. Hêj eşyayên vê malê bên kirîn. Ciwan ditirsin bizewicin. Hevjînê min memûrek malnşîn e, 3 mûçe dikevin mala min lê em bi zehmetî debara xwe dikin. Ger weke berê bûya, em dikaribûn tenê bi mûçeyek rehet bijîn. Ez nizanim çi li me bû.” Welatî, bal kişand ku qeyrana aborî ji ber polîtîkayên şaş ên hikûmetê ye û wiha got: “Zeviyên me vala ne. Genimê me ji derve, kaya me ji derve ye, her tiştê me ji derve tê. Ez li nûçeyan dinêrim û dibêjim gelo ev kesên welat birêve dibin, qey başbûna me naxwazin."

'Em nikarin debara xwe bikin'

Welatiyek din a ku ji zêdebûna bihabûna gilî dike jî diyar kir ku ew di navbera îdarkirin û jiyanê de asê mane û wiha got: “Em dikarin tenê zikê xwe têr bikin, ev ne debar e. Weke civak em ji bo jiyanê têkoşîna xwe didomînin. Em nikarin debara xwe bikin, tenê dijîn.”

Welatiya ku diyar kir zarok jî bûne pisporên aboriyê wiha dibêje: “Dibistan hatin girtin, min got  ji keça xwe re pêlîstokek bikirim. Dema keça min bihayan dît, qîr kir û got “Dayê, em bang polîsan bikin, ev buha nabin. Zanebûna zaroka piçûk a vê yekê jî hemû tiştê pênase dike.”

‘Dema em lêçûnên dibistanê jî dikirîn hesab dikin'

Yên nikarin debara xwe bikin, ne tenê malbat in. Berdela xwendina zanîngehê hem di malbat hem jî ciwanan de dibe sedema encamên travmatîk. Xwendekara zanîngehê ya diyar kir nikarin ciwantiya xwe bijîn, wiha got: “Jiyan ji bo xwendekaran qet ne hêsan e. Em bi tu awayî nikarin civakî bibin, em di kirîna amûrên dibistanê de jî zehmetiyan dikşînin. Em hesabê her tiştê dikin. Ev 6 meh in li malê me, cara ewil bi hevalê xwe re derketim derve û ez hesabê vê yekê jî dikim.”

'Ji bo em bikaribin tiştên dixwazin bikirin divê wek koleyan bixebitin’

Xwendekarek din a zanîngehê jî diyar kir ku her dem pêdiviyên xwe yên şexsî taloq dike û bi van gotinan hêrsa xwe tîne ziman: “Ji bo hobiyên xwe her dem pereyên zêde hewce dike. Ji bo em van bikin divê bi mehan em bixebitin û pere kom bikin. Ji bo em tiştekî bikin divê her roj wek koleyan bixebitin. An na bi vê rewşê debar pir zehmet e.”

'Ez li vî welatî pêşeroj nabînim'

Xwendekarek din a zanîngehê jî destnîşan kir ku her dem di bin stresê de ne û wiha got: “Dema ez derdikevim derve hesab dikim û dikevim nava stresê. Em êdî nikarin di nava welat de xeyalan bikin. Ez xeyalên xwe li gorî derveyî welat dikim. Ez di vî welatê de pêşerojê nabînim.”