‘Em nikarin debara xwe bikin cihê em lê bimînin tune ye zikê me têr nabe’
Seroka Şaxa Stenbolê ya Hejmar 1 Aliyê Anaduluyê ya Genel Îş Nazan Gevher Çam Ay diyar kir ku karkerên di Şaredariya Kadikoyê de ji bo mehaneya ku bikaribin pê debara xwe bikin çalakiyê li dar xistine û got: “Em nikarin debara xwe bikin.”
PELÎN OZKAPTAN
Stenbol- Karkerên ku di Şaredariya Kadikoyê de dixebitin, hefteya borî, diyar kirin ku ji ber krîza aborî ya ku her diçe zêdetir dibe mehaneya wan têra tiştek nake çalakiya destberdana ji kar li dar xistin. Karkerên şaredariyê, bal kişandin ku mehaneya wan weke hempîşeyên wan ên di saziyên din de di bin sînorê xizaniyê de ye û têra tiştekî nake.
Karkerên di Şaredariya Kadikoyê de ku Genel Îş tê de bi rêxistinkirî ye û girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karker û Şoreşgeran in (DÎSK) diyar kirin ku weke gelek mirovên li welat ew jî di bin sînorê birçîbûnê de dijîn. Daxwaza karkeran ew e ku mehaneyên wan li gorî mercên ku pêdiviyên jiyanê pêk tînin be. Seroka Seroka Şaxa Stenbolê ya Hejmar 1 Aliyê Anaduluyê ya Genel Îş Nazan Gevher Çam Ay, behsa têkoşîna ku dimeşînin, mercên ku bûne sedema xizaniyê û têkoşîna ku jinên karker dimeşînin kir.
‘Kadroya xwedî temînat tune ye’
Nazan Gevher Çam Ay, dema ku behsa destberdana ji kar kir, destpêkê pêkanînên ku desthilatdariyê di sala 2018’an de xistiye meriyetê bi bîr xist. Nazan Gevher Ay, behsa meseleya kadrobûna karkerên şaredariyê ya di sala 2018’an de kir û wiha got:
“Di rastiyê de yek ji sedemên herî girîng a xizanbûna karkerên şîrketan ên di şaredariyê de dixebitin; tunebûna kadrobûyîna bê temînat e. Mafên madî û xweser ên ku hewl didin bi peymanên giştî baş bikin hene. Ji ber polîtîkaya şaş a desthilatdariyê, sedema çalakiya ku karkerên şîrketan ên şaredariyê li tevahiya welat dane destpêkirin, sedema xizanîbûnê ji ber pêkanînên 2018’an in. Bêguman ji ber ku di dayîna bacê de bêedaletî heye, kêmbûna butçeya şaredariyan jî ji ber ferzkirina desthilatdariya AKP’ê ya li ser xizanan e. Li şaredariyên CHP’ê yên em lê bi rêxistinkirî ne jî ji ber ber sedemên ku min gotin peymanên giştî bi pereyê kêm tên îmzekirin. Li welatekî ku enflasyon ewqas lê zêde bûye, em tenê daxwaza mehaneyek ji bo debarê dikin.”
‘Mehaneya karkeran têra tiştek nake’
Nazan Gevher Çam Ay, wiha domand: “Niha hevalên me yên xwedî kadro di navbera 15- 17 hezar de mehane digrin. Van mirovan bi salan xizmetê ji şaredariyê re kirine. Ji ber wê daxwaza wan heta tu bibêjî xwezayî ye lewre ne mumkun e mirov bi vê mehaneyê debara xwe bike. Tevî zema 6 mehî jî ji ber enflasyona bilind tu wateya van zeman nemaye. Karkerên ku di şaredariyê de dixebitin di navbera 14-15 de mehane digrin. Nazan Gevher Çam bal kişand ku divê şaredarî bi sendîkayê re bikeve pêvajoyeke hevpar û got: “Tiştek ku mirov ji ber bixeyîde, hêrs bibe, bêhna xwe teng bike tune ye. Em nikarin debara xwe bikin, cihê em lê bimînin tune ye, zikê me têr nabe. Li vê derê tişta herî rast were kirin îmzekirina protokola bi sendîkayê re ye.”
Nazan Gevher Çam, got ku weke sendîka wan di 6’ê Temûzê de bi şaredariyê re dest bi hevdîtinan kirine lê tu teklîf ji bo wan nehatiye kirin û diyar kir ku li ser vê yekê wan dest bi çalakiyan kirine. Nazan Gevher Ay da zanîn ku piştî wê wan bi karmendan re hevdîtin kirine û got ku ew ê vê hefteyê bi şaredariyê re li ser maseyê rûnên.
‘Karkerên ku çalakiya destberdana ji kar li dar xistin yewmiyeya wan hat birîn’
Nazan Gevher Çam Ay, têkildarî birandina yewmiyeya piştî çalakiya destberdana ji kar ev agahî dan:
“Ji aliyê zagonî ve mafekî wiha yê karmendan heye, karker jî di vî warî de hatin agahdarkirin. Em jixwe bi van zagonan re têdikoşini dixwazin biguherin. Ji ber wê gilîkirina ji gel re û birandina yewmiyeya karkerên ku li dijî vê yekê têdikoşin, rêbazeke ji ya desthilatdariyê cuda nîn e. Birandina mehaneya mirovên ku ji ber xizaniyê derketine kolanan weke polîtîka em nikarin bipejirînin.”
‘Pirsgirêkên jinên karker yên hemû çînan in’
Nazan Gevher Çam Ay, bi van gotinan behsa têkoşîna jinan a di qada sendîkal ku desthilatdariya mêr lê zêde ye kir:
“Ez yekemîn seroka jin a vê şaxa sendîkaya ku Lijneya Asayî ya 9’în li dar xistiye me û di rêveberiyê de gelek jin hene. Em bi jinan re kar û xabatan didomînin. Dema ku me beriya 4 salan di hilbijartinên nava sendîkayê de, bi hevalên jin re biryara “Lîsteya Mor” da, armanca me ne ew bû ku em rêveberiya sendîkayê bi dest bixin, wiha bikin û wisa bikin. Armanca me ew bû em zemîneke ku jin tê de be bê rêxistin bikin. Ji bo em vê yekê bikin diviyabû me têkildarî pirsgirêkên jinan polîtîkayek biafiranda. Aliyê wê yê raya giştî Mor Lîste lê dûre jî mafên ku me piştî peymana giştî bi dest xistin; xalên têkilarî jinên karker. Dibe ku hûn wek fîgur li her derê jinan bi cih bikin lê meseleya me ew nîn e. Em fîgur nîn in. Hem di têkoşîna sendîkal de hem jî di têkoşîna jinan de em jinên çalak in. Pirsgirêkên jinên karker di rastiyê de yên hemû çînan in.”
‘Ez bawer im dê li her derê çalakî zêdetir bibin’
Nazan Gevher Çam bal kişand ku serdemên ku herî zêde çalakiyên tevgerên karkeran lê zêde bûne, serdemên ku xizanî kûrtir bûye ne û wiha axivî: “Em niha pir zêde xizaniyê dibînin. Wekî li Dîlokê me dît berxwedana karkeran a li fabrîkayekê bi ser ket û pê ve girêdayî li du cihan jî têkoşîn hat destpêkirin. Mirov bi têkoşînê bandorê li ser hev dikin. Ez difikirim ku dê di vê pêvajoyê de li her derê têkoşîn zêde bibe.”
‘Divê li ser keda nava malê nîqaş werin kirin’
Nazan Gevher Çam Ay bal kişand ku herî zêde jin ji krîza aborî bi bandor dibin û got ku ev yek jî xizaniyeke ji gelek aliyan ve ye. Nazan Gevher Çam Ay got ku li dijî xizaniyê yek tişta ku divê were kirin balkişandina ser “keda nava malê ya ku nayê dîtin” û wiha domand:
“Beriya her tiştî divê hemû hevalên me yên di nava sendîkayên karker û şoreşgeran de cih digrin, l ser keda nava malê nîqaşan bikin. Mînak ez hem serokatiya sendîkayê dikim, hem jî li nava malê keda min a din heye. Ji bo mêran pirsgirêkek wiha tune ye loma di vî warî de em wekhev nîn in. Divê ev yek were dîtin. Ne ku jin naxwazin têbikoşin, şert û merc cuda ne. Ger hûn hevjînên di şaredariyê de bixebitin bifikirin, zêdetir mêr di sendîkayê de dixebitin lewre jin diçe malê xwarinê çêdike, zarokan xwedî dike. Divê behsa keda bê pere ya nava malê were kirin. Hemû sendîkayên li Ewropayê ji bo ku keda nava malê ya jinan daxilê cihekî bikin li ser dîtina rêbazan dixebitin. Li Tirkiyeyê jî divê çarçoveyek ji vê yekê re were amadekirin.”
Nazan Gevher Çam Ay, bi gotinên; “Karkeriya jinan meseleyeke zor e” axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji derveyî zehmetiya karkeriya jinan sedema ku em di sendîkayê de ewqas îsyan dikin ev e: di encamê de ev der cihê rêxistina girseyî ya demokratîk e lê di warê polîtîkayên ji bo jinan de bêdengî heye. Ger sendîkayek têkildarî van yekan polîtîka bike hebûya, dibû ku pêdivî bi Lîsteya Mor nemaya lê ji bo em bibêjin “em li vir in” me ev lîste çêkir.”