‘Em dixwazin feraseta civakî biguherînin’

Sê jinên ku li Suweydayê xwaringeh vekirin, ji aliyekî vê feraseta civakî diguherînin û ji aliyekî jî hem serxwebûna xwe ya aborî bi dest dixin û hem jî ji jinan re îstihdamê peyda dikin.

ROCHELLE JUNİOR

Suweyda- Sê jinên bi navê Diana El-Daish, Nagham Saab û Samar Al-Nour ên ji bajarê Suweyda ya Sûriyeyê, ji bo li dijî şert û mercên jiyanê yên dijwar têbikoşîn û nêrina di civakê de ya li dijî jinan bişkînin beriya 6 mehan xwaringehek vekirin. Jinan hem armanc dikin serxwebûna xwe ya aborî bi dest bixin, hem feraseta civakê bişkînin û hem jî jinan  kar  teşwîq bikin.

Ji jinan re derfetê kar ava dikin

Yek ji jinan dayika du zarokan Diana Al-Daish, wiha axivî: “Li Sûriyê qeyrana aborî her ku diçe kûrtir dibe û em jî bi vekirina xwaringehê hem serxwebûna xwe avakir û hem jî ji jinan re derfetên kar misoger kir. Tevî ku qada me ya xebatê biçûke jî, em serketin ku jêhatibûna xwe ya kar îspat bikin û em hewl didin bi projeya xwe re nêrîna civakê biguherînin. Ev kar ji bo me ne nû ye, ji ber ku em hertim bi karê mitbexê re eleqedar dibûn. Çi mijara hîjyenê be û çi mijara kalîte be, em xizmeta herî baş pêşkêşî mişteriyên xwe dikin."

‘Divê em hebûna xwe di kar de îspat bikin’

Diana Al-Daish, da zanîn ji ber zêdebûna bihayên madeyên xam zehmetî jiyîn û axaftina xwe wiha domand: “Zebze, rûn, nan û hwd. di bihayên madeyên xam de hertin zêdebûn çêdibin. Ev hemû ji bilî westandina fizîkî û demjimêrên dirêj ên xebatê, bandorek neyînî li projeya me dike. Banga min ji jinan re; divê jin bixebitin û derbikevin dervayî malên xwe. Divê em bêyî şerm bikin, hebûna xwe di piyaseya hêz kar de îspat bikin."

‘Li welat qeyrana aborî her ku diçe zêde dibe’

Nagham Saab a di xwaringehê de wek muhasebe dixebite, wiha got: "Li welatê ku qeyrana aborî her ku diçe kûrtir dibe bihabûna jiyanê jî zehmetir dibe. Xwendekar piştî ji beşên ku dixwînin mezun dibin, nikarin kar bibînin. Ev hemû bûn sedem ku ji derveyî çarçoveya fêrbûna xwe bixebitim. Lêbelê ez zû fêr bûm Jin, li gorî mêran zêdetir girîngî didin hesasiyet û paqijiya karên xwe. Ji ber ku di xwaringehê de jin dixebitin, me baweriya mişteriyên xwe qezenç kir. Malbat, dema siparîşên xwe didin gelemperî me tercîh dikin.”

Nagham Saab, da zanîn wek fizîkî westandin dijîn, lê hewl didin bi lihevhatina xwezaya kar re karê xwe dikin û wiha got: “Ez bawer dikim yek ji sûdên herî girîng a karê me dikin bidestxistina xwebaweriyê û bihêzkirina jêhatibûna têkilî danîna bi kesên din re ye. Her wiha vekirina van projeyan wekî ku hin kes difikirin ne karek hêsan e. Dikare bibe sedema qezencek pir mezin an jî zirarek pir mezin. Girêdayî stratejiya tê pêkanîn û asta zehmetiyên ku divê em ji bo bi ser bixin bi awayekî rast bixebitin e.”

Ji jinan Samar Al-Nour jî, wiha got: “Ez ne fêrîbûm ku ji malê derkevim û bi mirovan re têkilî deynim. Dema ku min li xwingehê dest bi kar kir, xwebawerî bi dest xist. Qada xwaringehê di civakê de wek 'karê mêran' tê qebûl kirin. Em ji bo guhertina vê ferasetê, karê bi awayekî herî baş dikin.”