Di mehrîcana payîzê ya Pêncewînê de berhemê dû xwişkan

Dû xuşkên bi navê Ruweyda û Rumeysa Emîn li bajarokê Pêncewîn hem xwendevanên zanîngehê ne hem jî berhemên xwemalî bi xwe çêdikin û di firoşin. Bi berhemên xwe bejdarî mehrîcana peyîzê ya Pêncewînê bûn û berhemên wan ji aliyê bejdarvanan ve rastî eleqeyek mezin hat.

HEWAR MEHEMED
Şarezûr- Dû xuşkên bi navê Ruweyda û Rumeysa Emîn ku berhemên xwemalî çêdikin di mehrîcana peyîzê ya Pêncewînê de bûn. Her du xwişk hem bi xemla xwe ya kurdewarî hem jî bi ciwaniya berhemên xwe yên xwezayî ku bi keda destan reng dayînê di nava mehrîcanê de mînakên diyar bûn. Du xwişkên ji zarokatiyê de bi van karan re mijuldibin û agahiya wan ser heyî qala giringî û sudê berhemên li ber destê xwe kirin. 
“Em ji zozanên bilind hingivê xwezayî berhev dikin”
Xwendevana pola dûyemîn a Beşa Bîrakîr a Zanîngeha Silêmaniyê Ruweyda Emîn, ji derveyî xwendinê berhemên xwemalî amade dike da zanîn ku ew li gel malabata xwe re bejdarî mehrîcanê bûne û got: “Em van berheman li gel malabata xwe amade dikin, reçelan em li gundê xwe û çiyayên derdora Pêncewîn ji bo xwarinê amade dikin. Em hingivînê xwe ji zozanên gundê Smil Awa tinin. Em bi xwe kar li ser hingiv dikin, bêyî ku em şerbeta şîrin bidin bi awayek xwezayî berhemê hingiv bi dest têxîn. Gelek pêwîste ku ew hemwelatiyên li gundan jiyan dikin yan jî nêzîkî gundanin bila berhemên xwe yên xwemalî bi gel bidin nasîn da ku zêdetir berhemên xwemalî werin xwarin.”
“Hing ji bo tendirustiyê gelek başe”
Rumeysa Emîn jî di derbarê sudên berhên xwemalî de dibêje: “Hingiv yek ji berhemên xwezayî ji aliyê hemwelatiyan ve gelek tê xwestin û ji bo tendirustiyê gelek başe. Reçela tuyan jî ji bo jinên ku zarokên wan çênebe gelek başe û ew kesên ku nexweşiya kolan pêrene dema reçela tu dixwin pê baş dibin. Bi karkirinê em dikarin alikariya malbata xwe bikin û di heman demê de jî bibin xwedî ezmûn û ew ezmûna ku tê girtin fêrî dewr û ber bikin û di demê bê de jî sûdê bigrin û em di xwazin berhemên xwe yên xwemalî bi hamû netewan bidin nasîn.”