Bi xwedîkirina mozan derfetan ji jinan re vedike
Rawda El-Samhan a ji Dêrazorê ye, bi xwedîkirina şaneyên mêşên hingivîn çîrokek serkeftinê di hilberîna çandiniyê de çêkiriye û derfetên kar ji jinan re vekiriye.

ZEYNEB XELÎF
Dêrazor – Çîrok, dema ku şaneyek mêşan di odeyek biçûk a xaniyê malbata Rawda El-Samhan de hat danîn destpê kir. Lê wê gavê hewesek pêxist ku wê ber bi cîhana mêşan ve bir, hûrguliyên wê yên tevlihev fêr bibe, keşif bike, sînorkirinên civakî û rastiya li dora wê red bike.
Bû platformek ji bo hêzdarkirina jinan
Bê tu piştevaniyek û bi biryardariya xwe, Rawda El-Samhan projeyek hilberîna hingiv da destpêkirin. Ew ne tenê karsaziyek bû, her wiha platformek bû ji bo hêzdarkirina jinên gundê wê, dabînkirina derfetên kar ji wan re û nîşandana berhemên xwe ya li pêşangehên herêmî. Rawda El-Samhan tenê li ser serkeftinên xwe bêhna xwe veneda, lê ew ji bo jinên li dora xwe veguherandin dergehek hêviyê û asoyek nû, çîroka xwe veguherand modelek îlhamê ya pêşengiyê û hêzdarkirinê.
Endama Komeleya Mêşvaniyê li bajarê Hecînê Rawda El-Samhan ku yek ji jinên pêşîn ên li herêmê ye ku dest bi karê mêşevaniyê kiriye, ku qadek tenê bi mêran ve sînordar maye.
Ji meraqa wê çîrok destpê kir
Rawda El-Samhan pêvajoya destpêkirina xwe ya di vê qadê de wiha vedibêje: "Ez hê xwendekara lîseya çandiniyê bûm dema ku yekem şaneya mêşan ket jiyana min. Di destpêka salên 2000'an de, yek ji xizmên me şaneyek mêşan ji me re şand û di odeyek biçûk de danî. Me tiştek li ser wê nizanibû. Min got qê kêzikek bi zirar e, lê min meraqek kûr li ser van rawirên ecêb hîs kir. Ew çawa dixebitin, çawa hevkariyê dikin û ew çawa berhem didin? Ev hişt ku meraqên min derbarê van mêşan de zêdetir bibe û agahiyan derbarê wan de kom bikim. Ev bû destpêka projeya min a aborî."
Beşek ji malbata xwe dihesibîne
Tevî kêmbûna derfetan û nebûna piştevaniyê jî, Rewda El-Samhan bi biryar bû ku şaneya mêşên hingivîn bikire û wiha got: "Nêzî 200 dolar lê çû. Ji bo min gelek pere bû, lê ez bawer im ku ev proje hêjayî wê bû. Min ji mêşvanekî navdar ê herêmê pisporiya herêmî xwest, wî şîretên zanistî dan min û pêşniyar kir ku tevlî Komeleya Mêşvanan bibim. Li wir min dest bi fêrbûna bêtir li ser lênêrîna mêşan, çavdêriya wan hilberîna hingiv û mijûlbûna bi nexweşî û rewşên awarte, kir. Min her 5 an 6 rojan carekê mêşhingiv vedikir, çavdêriya çêlikan dikir, pêvajoya tozkirinê dişopand û rewşa şahbanûyê tekez dikir. Ez bi mêşan re wek ku beşek ji malbata min bin tevdigeriyam."
Ji pêşangeha hingiv bo navek herêmî
Bi demê re encamên projeyê derketin holê. kirin. Berhemanîna hingiv baştir bû û baweriya Rawda El-Samhan zêde bû. Wê biryar da ku beşdarî yekem pêşangeha hingivê herêmî bibe, ku ji hêla komeleyê ve hatiye organîzekirin. Ev yek di kariyera wê de xalek nîşan da. Rawda El-Samhan da zanîn ku berhema xwe ya hingivê bi kalîte bilind derxistiye û rastî daxwazeke mezin a kirîgeran hatiye, ku ev yek bûye sedema zêdebûna daxwazê ya li herêma wê. Piştre berfireh bûye da ku pêdiviyên deverên cîran bicîh bîne, carinan jî rastî daxwazeke ku ji dabînkirina berdest zêdetir bû, hatiye.
Ji meraqê bûye çalakiyek aborî
Mêşvanî ji meraqekê veguheriye çalakiyek aborî ya bêkêmasî ku piştgiriyê dide malbatan, cihê jinan di civakên wan de xurt dike. Her wiha di hawîrdorekê de ku ji hêla derfetên aborî ve di nav yên herî xizan de ye, çavkaniyek dahatê ya domdar peyda dike.
Mêşhingiv û jin di kar û şiyana dayînê de dişibin hev
Rawda El-Samhan mêşan ne tenê wek amûrek qezencê, her wiha wek dibistanek bêkêmasî ya dîsîplîn, hilberîn û hevkariyê dibîne. Ew di mêşa karker de wêneyek jina gundî ya bi biryar û hilberîner dibîne ku qet dev ji dayînê bernade, heta di şert û mercên herî dijwar de jî. Rawda El-Samhan dibêje: "Mêşhingiv bi bêdengî, bi sebir û bi baldarî dixebite. Ew gazinan nake û paşve gav navêje. Tenê hilberînê dike û xizmetê ji mêşhingivê re dike. Em jin jî bi taybetî li deverên gundan, bêdeng dixebitin û gelek tiştan bi dest dixin, tevî ku em ji hev dûr dikevin."
Projeya wê bûye çavkaniya dahatê ji jinan re
Bi berfirehkirina projeyê Rawda El-Samhan di demsalên lûtkeyê de, bi taybetî di demsala berhevkirina hingiv û rêzkirina hingiv de, dest bi dayîna kar a ji bo hejmarek jinan kir. Vê yekê bandorek civakî ya rastîn da projeya wê bi rêya hêzdarkirina jinên din û dabînkirina çavkaniyek dahatê ji wan re, her çend demkî be jî.
Îrade dikare mûcîzeyan bike
Rawda El-Samhan dixwaze projeyê berfireh bike da ku hilberîna mûm, jelê şahane û polenê jî di nav xwe de bigire, her wiha ji bo jinan li ser mêşvaniyê û îhtîmala ketina vî warî danişînên hişyariyê peyda bike. Rawda îspat kiriye ku îradeya kesane û zanîna berhevkirî dikare mûcîzeyan bike, heta di warên paşguhkirî de jî. Îro, ew mînakek zindî ye ku jin ne hewceyê mûcîzeyan in, lê belê pêdivî bi derfet û cîhê heye ku şiyanên xwe îfade bikin.
Çîroka Rawda El-Samhan ne tenê vegotina serpêhatiyek di mêşvaniyê an hilberîna hingiv de ye. Berovajî wê, ew çîrokeke berdewamiyê û baweriya ku projeyên biçûk dikarin veguherînên mezin di civakê de çêbikin, ger ew kesek bibînin ku wan hembêz bike û baweriya xwe pê bîne.