Berhevkirina qinêberê ji bo jinên koçberên Idlibê bûye çavkaniya jiyanê

Berhevkirina cureyên nebatên kovî wek qinêber û tolik ji bo gelê Bakurê Sûriyeyê bi taybetî jinên koçber ên Idlibê dibe çavkaniya debara jiyanê û xwarineke bêpere.

SUHÊR EL-ÎDLIBÎ

Idlib- Destpêka biharê her sal demsala baş e ji bo çinîna cureyên giyayên kovî ku li herêmên Bakurê Sûriyeyê weke qinêber û tolik tên naskirin. Jinên koçber vê demsalê weke derfeteke karkirinê dibînin û bi berhevkirina van nebatan de debara jiyana xwe dikin.

"Di demsala biharê de her roj bi 3 zarokên xwe re nebatan kom dike"

Samar El-Balanî 43 salî ye, ji sala 2019'an ve ji gundê Hiyş koçber bûye û li kampa Kefer Yehmûl a li Bakurê Idlibê bi cih bûye. Samar El Balanî got ku ji bo komkirina cureyên giyayên kovî wekî qinêber, tolik û stirîzerk, ew her roj bi 3 zarokên xwe re derdikeve zeviyên çandiniyê, daristanî û deverên çiyayî yên nêzî kampa wê û dest bi berhevkirinê dike.

Samar El-Balanî ji dema ku ji bajarê xwe koçber bûye ve heya niha, her sal di demsala biharê de tolik, qinêber û strîzerkê berhev dike. Ew dibîne ku demsala biharê demsaleke xêr û kêfxweşiyê ye. Ji ber ku xwezayî bi gul û rengan dixemile û malbatên koçber jê sûd digrin û xwarinên bê pere peyda dikin, hinek pere bi dest dixin.

Berhevkirina gihayên kovî tenê bi jinên koçber ên Idlibê sînordar nebû, zarokan jî dest bi berhevkirina wê kirin ku ji sibê heta êvarê kom bi kom derdikevin nava zeviyan, her yek ji wan bi berhemên xwe yên ku berhev kirine paqij dikin û difiroşin xwediyê dikanan û bazirganan, pereyên xwe digrin û vedigerin gel malbatên xwe.

Xalid El-Qit ji zaroktatiyê ve berpirsyariya jiyanê girtiye ser milên xwe

Zarokê 12 salî Xalid El-Qit berhevkirina cureyên gihayê xwarinê hêsan nabîne, pir caran bi westandin, tîbûn, birçîbûn û krîzê re rû bi rû dimîne ji ber ku demek dirêj dûrî malê dikeve, bi qasî ku pêkan e ji wan nebatên bi riya dapîra xwe nas kiriye, şeklê her yekê ji wan jê re rave kiriye, berhev dike.

Xalid El-Qit diyar kir ku ew demên dirêj dûrî malê dikeve û pir diweste û wiha got: "Pir caran kûçikan êrîşî min kirin carek jî kûçikekî ez gez kirim, tevî van zehmetiyan jî min dest ji kar berneda, ji ber ku ew derfetek demsalî ye ji bo me. Beriya ku demsala biharê biqede hin pere bi dest bixim di vê demsalê de, piştre jî demsala havînî bi ser me de tê û em ji germahiya wê pir zirarê dibînin."

"Tolik û nebatên din ji bo gelek nexweşiyan derman in"

Tolik û nebatên din xwarinên bi fêde ne ku gelek sudên wan hene, wek derman ji bo gelek nexweşiyan baş in ji wan jî dermankirina ziwabûna dev, rakirina nexweşiyên mîde, kuxik hişkî, ji bo dermankirina bronşîtê jî baş in. Her wiha di bedena mirovan de bi bakteriyan re şer dikin û parastina li dijî nexweşiyan di canê mirovan de xurt dikin.

Awayê amadekirina tolik, qinêber û strîzerkê

Jina temenê wê mezin Xedûc El-Omran a 50 salî, gelek caran ji bo komkirina gihayên wekî tolik û qinêber li deştên nêzîk xebitiye. Der barê rêbazê amadekirina vê gihayê de Xedûc El-Omran wiha dibêje: "Piştî berhevkirina vî gihayî, wê ji pelên zer û giyayên ku pê ve girêdayî ne, paqij dike, paşê hûr dike û çend caran baş dişû da ku ji ax û qirêjê xilas bibe. Piştî ku bi avê parzûn dike dest bi pijandinê dike. Paşê hindik rûnê zeytûnê datîne ser agirê kêm û pîvazên hûrkirî lê zêde dike û bîbera hişk lê zêde dike, ji bo pijandina wê gelek dem hewce nake tenê çend deqe pêwîst dike, li kêleka vê xwarinê tirşî û dew tê danîn."

"Tolik û qinêber ji bo tunduristiyê pir bi sûd e"

Xedûc El-Omran diyar dike ku di rewşên aborî yên xirab û di van salên xizaniyê de demsala biharê ji bo wan wekî derfetek e ku debara jiyana xwe pê bikin. Ew dibîne ku nebatên ew berhev dikin yek ji xwarinên kevneşopî ne. Diyar dike ku ew pir ji wan hez dike, ji demsala biharê ku dema van nebatan e sûd digre û rojane vê xwarinê çêdike ji ber ku ew feydeyên tunduristî di van nebatan de dibîne û ji van tişta hemûyan girîngtir ew e ku ew xwarin bêpere ye.

Zarokên koçber ji ber xizaniyê êşê dikşînin

Zaroka keç a 13 salî Rexda El-Birbor diyar kir ku xwarina nebatên ku ew berhev dikin ne xwarinek pir giran e, bi taybetî heger ev xwarin her roj be û wiha got: "Ji ber ku tolik û qinêber erzan e û em bi xwe berhev dikin diya min her roj wê ji me re çêdike. Ez nabêjim ev xwarin nebaş e yan nexweş e lê em jê aciz bûne hindî em her roj dixwin. Ez dixwazim dayika min hin cureyên din ên xwarinê ji me re amade bike lê hêza me têrê nake ku em ji derveyî vê xwarinê tiştek din bînin."

Li gel xirabûna şert û mercên koçberên li kampên Bakurê Sûriyeyê, jinên koçber ên ku li derfetek digerin ku rastiya xwe ya dijwar bi afirandina derfetên kar bi destên xwe, bi malbatên xwe re piştgirî dikin û ji wan re dibin alîkar ku di her demsalê de bikaranîna berhemên xwezayî berdewam bikin.