Însiyatîfa Rayidaat li Tûnisê ji bo bihêzkirina jinan di warê aborî de dixebite

Însiyatîfa Rayidat bi armanca xurtkirina jinan di warê aborî de, ronîkirina tevkariya wan a bi bandor, ronîkirina xebatên wan ên cihêreng û xurtkirina rola pêşeng a civakê ye.

ZOUHOUR MERCHERGUI 

Tûnis - Jin li Tûnisê yekem qurbaniyên xizanî û îstîsmara aborî ne, bi taybetî piştî ku hêzên paşverû destkeftiyên ku ji sala 2011’an û vir ve bi têkoşîna jinan bi dest xistine, ji sala 2011’an û vir ve desteser kirin û ji bo têkoşîna li hemberî tiştên ku van hêzan li pey xwe hiştine, gelek pêngavên taybet û giştî hatin destpêkirin, di serî de pêngava bi nave Pêşeng.

Nêzî du sal berê, Wezareta Malbat, Jin û Extiyaran a Tûnisê Bernameya Neteweyî ya Karsaz û Veberhênana Jinan "Al Rayidat" da destpêkirin.

Ji bo jinên ciwan dest bi projeyê kir

Nêzî du sal berê, Wezareta Malbat, Jin û Extiyaran ên Tûnisê Bernameya Neteweyî ya ji bo Karsaziya Jinan û Veberhênanan "Pêşeng" ku cinsiyet li ber çavan digre dest pê kir ku bi riya vê wezaretê piştgirî dide destpêşxeriyên taybet ên jinan. Nemaze jin û keçên nûjen li beşên hêzdar li hemû parêzgehan û li deverên sereke. Bi taybetî taxên gelêrî bi rêjeya nifûsa bilind, û her wiha piştgirî ji bo projeyên taybet ên ku komên taybet ên jinan di rewşên xizan de dikin hedef.

Li gorî Wezareta Malbat, Jin û Extiyaran, bi cîbicîkirina vê bernameya 5 salî ya “Pêşengan” ku heya sala 2025’an dirêj dibe, armanc ew e ku her sal 3000 projeyên jinan bi rêjeya 600 projeyan çêbike.

Seroka Komeleya Femînîst a “Hûn” Îman El-Şerîf ji ajansa me re ragihand ku komeleya wê hevkar û piştevanê vê bernameya niştimanî ye ku armanca wê bihêzkirina jinan di warê aborî de û piştgiriya wan di çêkirina projeyên xweser û takekesî de. Bi piştgiriya çend bankayan ku di nav de Bankaya Hevgirtinê ya Tûnisê, Bankaya Çandinî ya Neteweyî û Bankaya Darayî ya Karsaziyê Piçûk û Navîn û kana emanet û ewlehiyê ji bo curbecurkirina xetên darayî yên projeyan.

“Bi vê projeyê dê jin di warê aborî de bikaribin rola xwe ya girîng bilîzin”

Îman El-Şerîf bal kişand ku ev proje dê bibe alîkar ku jin di warê aborî de rola xwe ya girîng di çerxa aborî de fam bikin û rola wan a bi bandor di vê yekê de diyar bike her wiha kar û baweriya wan a cihêreng di xurtkirina rola xwe ya pêşeng di civakê de nîşan bide.

Îman El-Şerîf her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku bi bernameyê hewl dide dorhêla bijarteyên li ber destên jinan bi zêdekirina derfetên wan ên aborî û civakî berfireh bike.

 Îman El-Şerîf destnîşan kir ku bihêzkirina aborî ya jinan dê wekheviya tam di navbera zayendan de pêk bîne û jin bikaribin, bi tevahî mafên xwe bi dest bixin. Her wiha teqez kir ku serxwebûna aborî ya jinan alîkariya wan dike ku li ser astengiyan derbas bibin û xwe di civakek ku hê jî bi karakterê baviksalarî û kêmendam tê diyarkirin de îsbat bikin.

Îman El-Şerîf  xemgîniya xwe anî ziman ku jin herî kêm ji derfetên kar ên dewlet salane peyda dike, sûd digrin, ji ber ku ketina hêza wan a aborî di nava planên Wezareta Jinan de di van salên dawî de hê kêmtir ji texmînan e.

“Jin li Tûnisê di warê mafên xwe û cîbicîkirina zagonan de serkeftî ne”

Îman El-Şerîf teqez kir ku Tûnis di warê parastina mafên jinan de û bicihkirina wan di qanûn û pratîkê de bi riya derxistina zagonên pêşverû yên ku ew kirine nimûne, bi ser ketine. Her wiha jinên Tûnisî di pêvajoya avakirina demokratîk û pêkanîna aştiya civakî û reforma aborî de hêza xwe ya ji bo bidestxistina behîsên heyî û rola xwe ya jiyanî îsbat kir.

Ji aliyê din ve Enas El-Erfawî ku yek ji sûdmendên projeyê ye, diyar kir ku ew piştgirî ji wezaretê digre û xwediya projeya pîşesazî ya şêrîniyên kevneşopî ye ku dikare beşdarî pêşangehan bibe û berhemên xwe bi cîhanê bide naskirin.

Aman El-Erfawî bal kişand ku jin, bi taybetî li deverên dûr, hewcedariya wan bi îmkanên piçûk in ji bo afirandin û pêşvebirina projeyên xwe û teqez kir ku piştgiriya wê girtiye hişt ku ew madeyên xav di çêkirina berhemên xwe de, wek alavên ji bo pêvajoya hevîrkirinê, parzûnkirin û distilandinê, nemaze ku şîrîniyên wê materyalên xwezayî hene.

Ji bo pêşxistina hunera xwe ji şaredariyê piştgirî girt

Letîfe El-Saedanî ya 30 salî jî ji bajarê Sejnan, parêzgeha Bizerte ye. Di çarçoveya projeya “Pêşengan” de ji bo pêşxistina hunera xwe ya çêkirina kelûpelên şaredariyê, ji piştevaniya Wezareta Jinan sûd girt. Bi wê yekê dikaribû keçên wê herêmê bikşîne nava xebatê. Bi vê hunera kevneşopî jî cihên kar ji wan re peyda dikin û hilberînên wan didin nasîn. Bi riya malperên ragihandinê û pêşangehên piçûk ên ku ji hêla wezaretê ve bi rêkûpêk tên organîzekirin.

 Ew di wê baweriyê de ye ku însiyatîfa "pêşeng" ku di warên cihê de jinan diparêze dê bibe alîkar ku projeyên biçûk ên ku dê rêjeya bêkariyê ya ku bandorê li jinan dike kêm bike.

Her wiha teqez kir ku baweriya jinan bi xwe riya yekem e ji bo rûbirûbûna diyardeya jinbûna xizaniyê û bang li keçan kir ku bi vê bernameya neteweyî hewl bide jinan bi pêş ve bibe.

Hêjayî gotinê ye ku bernameya pêşeng jinên Tûnisî yên di navbera 18-59 salî de, ji hemû kategorî û astên perwerdeyê, ji bo jinan û keçên gundewarî û bajarî jî di nav xwe de digre.