Di kargeha xwe ya biçûk de berhemên xwemalî çêdike

Şermîn Newşîrwan a li bajaroka Xurmal ya girêdayî parêzgeha Helebcê dijî, di kargeha xwe ya biçûk a bi navê ‘Şermîn Xanim’ de berhemên xwemalî çêdike û difiroşe. Şermîn hewl dide ku di pêşerojê de kargehek mezin ava bike û derfetên kar ji bo jinan çêke.

Helebce- Li başûrê Kurdistanê  jinên ku bi taybet li derveyî bajarên mezin dijîn, hewl didin ji bo xwe kar ava bikin, destpêkê bi riya tora civakî karê xwe didin nasîn û li gor karê xwe ji bo xwe firoşgehan vedikin û derfetê kar ji bo jinên din jî peyda dikin. Şermîn Newşîrwan jî yek ji wan jinên jêhatî ye. Şermîn li bajaroka Xurmal a girêdayî parêzgeha Helebçê dijî, li mala xwe kargehek biçûk a bi navê ‘Şermîn Xanim’ vekiriye. Şermîn bi çend amûrên biçûk berhemên xwezayî û xwemalî ji bo kiryaran çêdike û hem jî bi riya tora civakî û firoşgeha xwe ya biçûk, difroşe.

Şermîn Newşîrman da zanîn ku bi çêkirina mûmikan dest bi karê xwe kiriye û wiha got: “Lê belê mixabin welatî giringî nadin ciwankariyên di nava malê de. Zêdetir eleqeya wan ji xwarin û tiştên bikar bînin re heye. Ji ber wê jî min dest bi çêkirina şekir kir.”

Min bi şekir destpê kir’

Şermîn Newşîrman da zanîn ku destpêkê ji bo kes û karê xwe û nasên xwe dest bi çêkirina şekir kiriye û piştî sê salan bi riya medyaya dîjîtal hewl daye berhemên xwe bide nasîn. Şermîn wiha got: “Min şekir bi çend taman çêkir û firotin. Min firoşgeha biçûk a bi navê ‘Şermîn Xanim’ ji bo firotina berhemên xwe vekir. Di firoşgeha min de gelek berhemên xwemalî yên wek loqumê hinar, dimsa tu û tirç, çêkrina rûnê elî baba û çend cûreyên din ên zeytê ku sûdek wê ya baş heye û bikirên wê jî hene. Min hewl da ku hemû  berhemên min xwezayî bin.”

Dixwazim ji bo jinên din derfetan ava bikim’

Şermîn Newşîrman derbarê taybetmendiyên berhemên xwe de jî got ku bi şêwazê taybet çêdike û wiha berdewam kir: “Hûn cîhê karê min dibînin û berheman jî dibînin. Mirov  bawer nakin di vê odeya biçûk de ev berhem hatine çêkirin. Mirov dibêje qey ji kargehên mezin derketine û hemû berhemên bi kar tînim xwezayî ne. Hemû berhemên xwe ez ji çiya û baxçeyên Kurdistanê digirim û çêdikim. Kesên tên berhemên min carek tam dikin, cara dûyem jî tên dikirin û eleqeyek zêde li ser berhemên min hene. Pîlanê min ew e ku ji derveyî malê li gor derfetan kargehek vekim û ji bo jinên din ên dixwazin kar bikin, derfeta kar ava bikim.”