Jinên Lîbyayî yên ku bi biyaniyan re dizewicin, nikarin ji bo zarokên xwe nasname bistînin

Pirsgirêka netewbûnê, ji bo zarokên jinên Lîbyayî yên bi kesên biyanî re zewicîne, yek ji pirsgirêkên civakî ye. Zarokên wan jinan bi astengiyên qanûnî û civakî re rûbirû dimînin û nikarin nasnameya Lîbyayê bigrin.

MUNA TOKA

Lîbya-Jinên Lîbyayî yên bi kesên biyanî re zewicî ne, bi pirsgirêkên mezin re rûbirû ne. Tevî ku hinek biryar hene, mafên sivîl û civakî û madî didin wan jî lê belê nasnameya Lîbyayê nagirin û jê mehrûm dimînin.

Rêxistinên mafên jinan ên navneteweyî van biryaran weke cudakarî binav dike û diyar dike ku ev yek zarokan ji mafên siyasî û sivîl mehrûm dike. Tevî keda tê dayîn jî jinên Lîbyayê yên bi kesên biyanî re zewicîne li hemberî vê yekê têdikoşin û hewl didin mafên xwe bi dest bixin.

Zewaca bi biyaniyan re di warê fermî de gelek pirsgirêkan bi xwe re tîne

Fatma Ebd El-Celîl karkereke di karûbarên civakî de li bajarê Sebha yê başûrê Lîbyayê ye û bi kesekî Tûnisî re zewicî ye behsa çîroka xwe ya beriya 12 salan kir. Fatma Ebd El-Celîl diyar dike ku 3 zarokên wê hene nû diçin dibistanê û wiha didomîne: "Zewaca bi kesekî ne ji Libyayê re ji bo karên burokratîk tevlihev e. Ji lêkolîna civakî bigre heta bidawîkirina belgeyên fermî divê ev hemû pêk werin ji bo paşê pirsgirêk dernekevin. Ez gelek astengiyan di civakê de dikşînim, gelek kes min derqanûnî dibînin. Li dibistan û nexweşxaneyan ji ber vê yekê di warê pere de neheqî li min tê kirin. Ev zehmetî hemû ji ber mafên malî, bi taybetî ji hikûmetê negihîştiye min û zarokên min çêdibin. Derfetên kar jî bi dest me nakevin."

‘Bi çavên biyaniyan li min û zarokên min dinêrin’

Salma Xemîs Ferec jî heman derdî dikşîne ji ber ew bi kesekî Sûdanî re zewiciye û ji 30 sal in li Sebhayê dijî. Ew û zarokên xwe li hemberî cudakariya di warê sivîl de her wiha tevî ku mafê çûyîna welatekî din girtine jî bi heman rewşan re rûbirû ne.

Salma Ferec rewşa xwe ya tenduristiya xwe tîne er ziman û dibêje ku ew û zarokên xwe mîna biyaniyan tên hesibandin, ji mafên xwe yên sereke mehrûm in û wiha didomîne: "Divê rewşa tendirustiyê li ber çavan were girtin. Baldariya tenduristî ji jinan re tune ye. Divê kartên veguhestinê, bi taybetî bi biyaniyên ku bi jinên Lîbyayî re zewicîne re hebin."

Selma Xemîs Ferec diyar dike ku divê teqez mafên dayikên Lîbyayî werin dayîn ji ber ku ew welatiyên Lîbyayê ne divê jiyana adilane ji bo wan û zarokên wan hebe.