‘Guhertina Zagona Rewşa Kesane binpêkirina mafên jin û zarokan e’

Jin û rêxistinên jinan li her cihî li dijî guhertina Zagona Rewşa Kesane ya hejmar 188 a sala 1959’an a Iraqê di nava çalakiyan de ne û dibêjin: “Em rê nadin êdî mafê jin û zarokan werin binpêkirin. Ji ber guhertina zagonê wê civakê ji hev bixe.”

DÎVAN SÎHAD

Raperîn- Partiyên Şiî yên Iraqê ji bo hinek guhertinan di Zagona Rewşa Kesane ya hejmar 188 a sala 1959’an a Iraqê de bikin pêşniyarên zagonî kirin. Pêşnûmeya zagonê di civîna 24’ê Tîrmehê ya Parlamentoya Iraqê de hat pêşniyarkirin, di pêşniyarê de hat xwestin ku temenê zewaca zarokên keç ji 18 salî dakeve 9 salî. Ev yek rastî nerazîbûnan hat û biryar bêyî ku were xwendin ji rojevê hat derxistin. Pisporên hiqûq û zagonê diyar dikin ku ev guhertin mafên bingehîn ên jiyanê yên jin û zarokan binpê dike. Ji derveyî xercê û mîras, bêparhiştina jinan ji nefeqeyê, destûr dide zewaca ne fermî û mafê xwedîkirina zarok ji dayik tê girtin. Ev yek dê rê li ber tundiyê veke. Bertekên çalakvan û parêzavanên mafên jin û zarokan li dijî vê pêşniyarê her roja diçe zêde dibin.

‘Guhertina zagonê dê mafên jin û zarokan binpê bike’

Sekretera Komeleya Jinên Kurdistanê Xetîce Musa diyar kir ku weke jinên çalakvan li herêma Raperînê li dijî guhertina Zagona Rewşe Kesane ya hejmar 188 a sala 1959’an çalakiyan li dar dixin û wiha got: “Guhertina zagonê maf dide zarok di temenê 9 salî de werin zewicandin, ji derveyî vî mafî, maf dide mêran jina duyem, sêyem û çarem bînin û dema ku jin qebûl nekin dikarin cuda bibin lê belê tu maf negirin. Bi heman awayî bêrêziyê li hemberî jinan dike û ji mafên xwe bêpar dimînin. Hemû alî li dijî guhertina zagonê radiwestin û rê nadin li dijî vê yekê çalakiyan li dar dixin. Daxwaza me ji hikumeta Iraq ew e ku vê pêşniyarê şûnde bikşîne û rê nede guhertinê, rê nede êdî bêrêzî li hemberî jinan were kirin û mafê wan werin binpêkirin.”

‘Aliyên pêwendîdar hewl didin tevliheviyê di nava civakê de derxin’

Çalakvan Şadî Semed da zanîn ku Iraq di rewşeke dijwar de ye lê belê çend alî hene dixwazin fikrên ayînî û mezhebên xwe bisepînin û wiha got: “Rewşe hemwelatiyên Iraqê gelek xirab e û civak jî bi aqilê mêrsalarî muameleyê bi jinan re dike. Ev jî bûye sedema zêdebûna pirsgirêkên civakî. Aliyên pêwendîdar û parlamento li cihê hewl bidin pirsgirêkan çareser bikin, hewl didin tevliheviyê di nava civakê de çêbikin û dixwazin zarokan bidin zewicandin, mafên jinan bi temamî ji holê werin rakirin. Ev zagon tê wateya destdirêjiya li ser mafên jin û zarokan. Zarok divê zarokatiya xwe bijîn lê belê hewl didin zarokan di temenê biçûk de bidin zewicandin û ji mafên wan bêpar bihêlin. Ji derveyî vê jî hewl didin zewaca ne fermî zêde bikin. Her wiha jin piştî hevberdanê tu mafê nagirin û ji heqê xwe bêpar dimînin. Em weke jin û çalakvan, rêxistinên jinan û rêxistinên sivîl nerazîbûna xwe li dijî vê yekê tînin ziman. Em dixwazin rewşa Iraqê baş bibe. Em dixwazin rêjeya hevberdanê kêm bikin, ji ber piranî kesên ku hev berdidin temenê wan di bin 18 salî de ne.”