Ji hewldana qetilkirinê re gotin ‘birîndarkirin’

Dadgeha ku der barê Osman Avci yê xwest Remziye A. li Geverê qetil bike îdianame amade kir, diyar kir ku bûyer “birîndarkirina bi wesf e’ û îdianame ji Dadgeha Cezayê Asliyeyê re şand.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Colemêrg - Meha borî li navçeya Gevera Colemêrgê kesê bi navê Osman Avci xwest Remziye A. ya ku di pêvajoya hevberdanê de bû qetil bike. Di bûyera ku li cihê kar ê herdu lê dixebitîn pêk hat de, Osman Avci xwest Remziye A.ya ku bi hev re ketin nîqaşê, bi kêrê qetil bike. Di lêpirsîna ku der barê bûyerê de hat destpêkirin de dadgehê der barê kiryar de ne bi sûcê qetilkirinê bi îdiaya “Bi qestî birîndarkirina bi wesf a li dijî hevjîn” doz vekir.

Kiryar diyar kir ku armanca wî birîndarkirin bû

Bûyer di 27’ê Hezîranê de li navenda navçeyê pêk hat. Hat hînbûn ku herdu 10 sal in zewicî ne, 3 zarokên wan hene û di pêvajoya hevberdanê de ne. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, kiryar Osman Avci roja bûyerê ji bo ku pê re biaxive çûye gel Remziye A. Osman Avciyê ku êrişî Remziye A. kir û serê wê kir hedef, piştre ji cihê bûyerê reviya. Kiryarê ku di heman rojê de hat binçavkirin û piştî rojekê hat girtin, di îfadeya xwe de diyar kir ku bûyer bi xeletî rû daye û armanca wî ya sereke birîndarkirin bûye û xwest ji sûc xilas bibe.

Weke ‘hewldana qetilkirinê’ nehat dîtin

Remziye A. ya birîndar bû jî diyar kir ku ev demeke dirêj e bi hev nekirine, kesekî ku bûye şahidê bûyerê jî hewldana qetilkirinê vegot. Îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Geverê der barê mijarê de amade kir ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliye ya Geverê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de ku îfadeyên şahid, bersûc, gilîkar û raporên nexweşxaneyê jî hene, dadgehê destnîşan kir ku bûyer ne qetilkirin, sûcê birîndarkirina bi qestî ye. Tevî kûrahiya birîna di raporên nexweşxaneyê de û îfadeyên ku bi BTM (Mudaxaleya Tibî ya Hêsan) birîn nayê başkirin jî, îdianameya ku hat amadekirin ji aliyê parêzeran ve rastî bertekan hat.

Parêzer dê daxwaza bêerkiyê bikin

Yekemîn danişîna dozê dê îro li Dadgeha Cezayê Asliye ya Geverê bê dîtin. Di danişînê de dê parêzerên gilîker daxwaza biryara bêerkiyê bikin û daxwaz bikin ku darizandin li dadgeha cezayê giran bê dîtin. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û Navenda Mafên Jinan a Baroya Colemêrgê di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya dîjîtal de diyar kirin ku ew ê bûyerê bişopînin.