‘Serhildana jinên Îranî destpêka şoreşeke rastîn e’

Aktivîstên Yemenî gotin ku tiştên jinên, Îranî û Yemenî dijîn wekî hev in û serhildana jinên Îranê ya li dijî zîhniyeta serdest a mêr wekî destpêka şoreşeke rastîn a li welatên Rojhilata Navîn bi nav kirin.

RANIA ABDULLAH

Yemen – Hinek herêmên Yemenê di bin kontrola Husiyan de ne û li wan herêman mafên jinan tên binpêkirin aktivîstên Yemenî ragihandin ku li herêmên Husiyan, jin rastî gelek pêkanînên xirab tên. Aktivîstan dan zanîn ku Yemen jî weke rejîma Îranê, jinan ji azadiya wan bêpar dihêle, mafên wan ji dest wan digre û gotin ku serhildana li Îranê li dijî hemû kesên ku zext û zilmê li jinan dikin dê bibe şeqamek.

‘Îran bi zîhniyeta paşverû hereket dike’

Aktivîsta bi navê Wîam Al-Maqtarî behsa zilma Îranê ya li hemberî jinan kir û wiha axivî: “Bûyera Mehsa Emînî nîşan da ku rejîma Îranê otorîter e û zext û zilmê li jinan dike. Li Îranê ji dema rejîma molayê û vir ve li dijî jin û kêmaran netewperestî, cudakarî tê kirin û armanc ew e ku jin ji nava civakê dûr bikevin. Ev nêzîkahî dîktatorî ye. Îran ji bo otorîte, desthilatdarî û zorbatiya xwe bidomîne, bi zîhniyetek paşverû ya ku mafen mirovan binpê dike devger dike.”

‘Li dijî şîdetê çi ji destên me were divê em bikin’

Wiam Al-Maqtarî, anî ziman ku rejîma Îranê jinan bi awayê fiîlî ji siyasetê dûr dixe, pêşê li wan digre ku di darazê de cihê xwe di peywirên girîng de negirin û got ku piştî qetilkirina Mehsa Emînî hêrsa zêde bûye, nîşan dide ku jinên Îranî çendî ji azadî û mafên xwe yên meşrû bêpar mane. Wiam Al-Maqtarî wiha domand: “Jinên li çar aliyên cîhanê, destek dan serhildana jinên Îranê. Li Rojhilata Navîn şîdeta li hemberî jinan her dem zêde dibe. Weke aktivîst li dijî şîdetê divê çi ji destên me were em bikin. Divê ji bo jin bikevin nava qada siyasî, pirsgirêkên wan çareser bibin û perwerde bibînin em hewl bidin.”

‘Em ber bi tarîtiyê ve diçin’

Rojnameger Wedad Al-Badawî jî anî diyar kir ku qedexeyên li Îranê li hemberî jinan hene, li Yemenê jî hene û wiha berdewam kir: "Astengiyên heyî azadî û mafên jinan ji dest wan digrin. Husiyan jî ji Îranê îlham girt. Îro hinek herêmên Yemenê di bin kontrola Husiyan de ne. Li wan herêman azadiya jinan nemaye û ger ev pirsgirêk neyê çareserkirin, em ê ber bi tarîtiyê ve biçin. Ji bo em mafên xwe yên ku di zagonan û makezagonê de di bin temînatê de ne, bikaribin paşve bigrin dixebitin.”

‘Em li ba jinên Îranî ne’

Aktivîst Manal Sharaf jî da zanîn ku çalakiyên jinan li Îranê delîla herî mezin e û nîşan dide ku jin çendî şiyar bûne û wiha got: “Li Îranê nahêlin jin bi dilê xwe kincan li xwe bikin, tên astengkirin û zext li wan tê kirin. Divê lixwekirina jinan li gorî tercîha wan be. Li Yemenê em jî ji ber zîhniyeta mêr a otorîter êşan dikşînin. Li herêmên di bin kontrola Husiyan de jî nahêlin jin hereket bikin. Em femînîstên Yemenê li ba jinên Îranê ne û ev yek me teşwîq dike ku em li li welatê xwe ji bo pirsgirêka jinan têbikoşin.”

‘Destpêka şoreşeke rastîn e’

Aktivîsta bi navê Abeer Ebdullah jî bal kişand ku piştî bûyere Mehsa Emînî, jinên Îranê serî li hember zîhniyeta desthilatdar a mêr rakirine û ev yek ji bo hemû welatên Rojhilata Navîn destpêka şoreşeke rastîn e û wiha got: “Mehsa Emînî ne ya yekem ne jî ya dawî ye lewre zilma li hemberî jinan li her derê berdewam dike.”