Rojnamevanên Îraqê di navbera zextên pîşeyî û kêmasiyên parastina yasayî de ne
Ezmûnên rojnamevanên jin ên Îraqê diyar dikin ku azadiya çapemeniyê ne tenê bi pênase û xalên yasayî ve girêdayî ye. Her wiha bi kapasîteya saziyan ve girêdayî ye ku parastineke rastîn peyda bikin û kesên li pişt gef û binpêkirinan in bidin darizandin.
TEMMENÎ EL-SARAWÎ
Bexda – Rojnamevanên jin ên Iraqî bi toreke aloz a pirsgirêkan re rûbirû ne ku şiyana wan a rojnamegeriyê bi awayekî azad û bi ewle sînordar dike. Ev pirsgirêk ji zextên civakî û malbatî bigre heta sînorkirinên yasayî û siyasî diguherin û gef, çewsandin û heqareta li ser medyaya civakî dihewînin.
Li gel hebûna yasa û mekanîzmayên ku armanc dikin parastinê peyda bikin, neçareserkirina hin dozan û baweriya qels a raya giştî, bi sepandina qanûnê pirsan derdixe holê ka rojnamevanên jin ên Iraqî heta çi radeyê dikarin pîşeya xwe bêyî tirs an zextê bikin.
Berpirsyariyên pîşeyî û zextên civakî
Rojnamevan Rana Xalêd bawer dike ku rojnamevanên jin li Iraqê ji bilî berpirsyariyên malbatî, bi gelek baran re rûbirû dimînin. Rana diyar kir ku ev berpirsyariyên civakî, yasayî û siyasî ne ku ev yek pîşeya rojnamevaniyê ji bo wan dike barekî duqatîn.
Her wiha di berdewama axaftina xwe de destnîşan dike ku gelek rojnamevanên jin ji qadên siyasî û qanûnî dûr dikevin û ber bi rojnamevaniya civakî, çandî û wêjeyî ve diçin ji ber ku ragihandina li ser bûyerên siyasî, nemaze ji ber rewşa ne aram, bêtir dem, hewldan û şiyana berxwedana li hember zextê hewce dike.
Rana tekez dike ku azadiya derbirînê hîn jî ji bo rojnamevanên jin li Iraqê ne mutleq e û wiha pê de çû: “Îftira, çewisandin û êrîşên li ser navûdengê rojnamevanekî dikarin tirsê biçînin û wan neçar bikin ku ji pîşeyê vekişin an jî tewara derkevin.”
Rana Xalêd da zanîn ku parastina yasayî ji bo rojnamevanên jin heye lê têr nake. Rana destnîşan kir ku dozên çaresernekirî û her wiha gotegotên ku bi rêya medyaya civakî belav dibin, ji bo rojnamevanên jin rastiya ku ew pê re rûbirû ne diyar bikin, hîn dijwartir dikin.
Şikandina dîwarê bêdengiyê
Derbarê parastina ku rojnamevanên jin distînin de, rojnamevana jin Wîdad Îbrahîm behsa ezmûna xwe ya ji sala 2020’an kir. Wîdad di nava projeya “Şikandina Dîwarê Bêdengiyê” de cih girtiye. Ev proje, ji aliyê UNESCO’yê ve bi hevkariya wezaretên dad û navxweyî hatiye destpêkirin.
Wîdad Îbrahîm diyar kir ku projeyê derfet daye wê ku beşdarî semîner û civînên bi pisporên yasayî re bibe. Bi armanca naskirina yasa û rêziknameyên ku xebata rojnamevanên jin birêkûpêk dikin. Her wiha Wîdad tekez kir ku divê azadiya rojnamevanekê li kolanan di çarçoveyeke yasayî de bê meşandin ku mafên wê biparêze û rêzê li yasa û edetên civakî bigre.
Bi taybetî di rewşên gefxwarina li ser rojnamevanên jin de
Di berfirehiya axaftina xwe de Wîdad destnîşan kir ku projeyê her wiha girîngiyek daye dosyeya bêcezahiştinê û wiha domand: “Bi taybetî di rewşên gefxwarina li ser rojnamevanên jin de, li şûna ku rojnamevan neçar bimîne rasterast serî li navendên polîsan bide, bi rêya platformeke taybet ji bo belgekirina gefan û şopandina wan, hewl bide. Şêwirmendiyeke ku di navbera rojnamevanên jin de hatiye kirin, kêmbûna baweriya bi navendên polîsan re ye dema rûbirûbûna gefan nîşan da. Ev yek jî bû sedema pejirandina mekanîzmeyeke bi ewletir ji bo belgekirin û şopandina rewşan.”
Her wiha Wîdad tekez kir ku parastina rojnamevanên jin û şopandina berpirsên gefxwarina li ser wan, beşeke bingehîn a garantîkirina azadiya çapemeniyê pêk tîne. Wîdad nirxandinên xwe wiha bi dawî kir: “Platform zêdetirî 180 rojnamevanên jin di nava xwe de dihewîne û di rewşa rastiya bi gefan re ji bo her rojnamevanekê re mekanîzmeyeke pêwendî û şopandinê peyda dike.”
Rojnamevanên jin li Îraqê çawa li ber xwe didin?
Rewşa rojnamevanên jin li Iraqê pirsên nû derbarê sînorên azadiya derbirînê, bandora parastina yasayî û şiyana saziyên pêwendîdar derdixe holê. Bandora ji bo rûbirûbûna gef û binpêkirinên dibe ku di dema bicihanîna erkên xwe de lê rast bên.
Di navbera zextên civakî û pîşeyî û xetereyên gefên serhêl û herêmî de, parastina rojnamevanên jin û hesabpirsîna sûcdaran, ji bo mîsogerkirina hawîrdorek çapemeniyê ya azadtir û ewletir, pir girîng e.