Aktîvîstên Tûnisî: Binpêkirinên li dijî jinan zêde dibin
Aktîvîstên jin ên li Tûnisê destnîşan dikin ku li deverên pevçûn lê hene, jin her tim dibin hedefa êrîş û gefan û dibêjin ku divê zext li civaka navnetewî bê kirin da ku peymanên navneteweyî li Îran û welatên din ên navborî bikin meriyetê û pêk bînin.
ÎXLAS EL-HEMRONÎ
Tûnis – Di serdemekê ku şer her ku diçe aloztir dibin û bûyerên jeopolîtîk bi binpêkirinên sîstematîk ên li dijî jinan ve girêdayî ne de, nîqaşkirina mafên jinan li deverên pevçûnê êdî ne lukseke rewşenbîrî ye. Êdî ew bûye pêdiviyek mirovî ya lezgîn. Ji Sûriyeyê bigre heta Efganistanê û ji Yemenê bigre heta Sûdan û Îranê, jin bedêla şerên ku wan nebijartine didin û encamên peyzajên siyasî yên bê aram ên ku wan şekil nedane, dikşînin.
Li hember vê paşxaneyê, çalakvanên mafên jinan ên Tûnisî dengê xwe bilind dikin. Ne tenê ji bo îfadekirina hevgirtinê, her wiha ji bo belgekirina binpêkirinan, daxwaza hesabpirsînê û pêşniyarkirina çareseriyan jî.
‘Tenê jin bedêlên wê didin’
Çalakvana mafên jinan Nisrîn Ayounî ku bi rêxistineke mafên jinan re li parêzgeha Sidi Bouzid a Tûnisê kar dike, balê dikişîne ser mijarên ku bandorê li jinan dikin. Mijarên hem li nav welêt û hem jî li derveyî welêt. Nisrîn dibêje: “Divê nîqaşên derbarê rewşa jinan a li wir de, ne tenê bi dema şer re sînordar bimînin. Divê ew serdema piştî şer û bandora rewşa siyasî, şert û mercên li Sûriyeyê li ser jiyan û mafên wan jî li ber çav bigirin.”
Nisrîn Ayounî hûrgiliyên van binpêkirinan eşkere dike û wiha tîne ziman: “Em bi wan binpêkirinan dest pê dikin ku azadiya jinan dikin armanc û dibin sedema koçberbûna wan ji axa Sûriyeyê ji ber dijberiya wan a li hember bûyerên li welatê wan. Gelek jin bi girtin, revandin û windakirina bi zorê re mane, ev kiryar sînorên sor derbas dikin. Divê em vê rastiyê ji bîr nekin ku hinek jinên li Sûriyeyê Kurd in û rastî tundiyeke pir-alî tên. Têkiliyek di navbera nasnameya wan a zayendî û girêdanên wan ên siyasî, an jî heta olî de heye.”
'Li Efganistanê bi vegera Talîban re zext li ser jinan zêdetir bûn'
Nisrîn Ayounî balê dikşîne ser rewşa jinan a li Efganistanê û wiha didomîne: “Derbarê statuya jinên Efganî, an jî jinên li Efganistanê de ez vê yekê wek yek ji mijarên herî girîng ên nîqaşê dibînim. Ji ber mezinahiya binpêkirina mafan û astengkirina gihîştina wan a mafên bingehîn ên wek perwerde û bazara kar. Piştî vegera Talîban bo desthilatdariyê, sînorkirinên zêdetir hatin sepandin û yên heyî jî hatin dijwarkirin.”
'Piştevaniya jinên Yemenî pêdiviyeke teqez e'
Nisrîn Ayounî rewşa jinên li Yemenê jî wiha tîne ziman: “Rewşa jinên Yemenî îro pir aloz e. Jin bedêla şerê li gelek eniyan hem civakî û hem jî ji aliyê aborî ve, didin. Ji ber şer û pevçûnan ên zirarê dibînin, jin in. Ev yek di nîşanderên ku ber bi xirabûnê ve diçin de xwe dide der. Jinên Yemenî hê jî barên giran li ser milên xwe hildigirin, ji ber ku bi gelemperî ew berpirsyarê lênêrîna malbat û civakên xwe ne. Divê em ji bîr nekin ku jin zêdetirî nîvê nifûsa Yemenê pêk tînin; loma her xirabûnek di rewşa wan de rasterast bandorê li rewşa giştî ya welêt dike. Ji ber vê, parastina mafên jinên Yemenî û destekkirina wan, ji bo rizgarkirina tevahiya civakê pêdiviyeke teqez e.”
Çima jin di şer û pevçûnan de bêtir bêparastin in?
Nisrîn Ayounî li ser vê pirsa bingehîn diaxive û dibêje: “Yek ji sedemên ku jin di şer û pevçûnan de bêtir bêparastin û li hember binpêkirinan hesas in, rewşa saziyan e; saziyên dewletê yên li van deveran pir caran nazik in an jî pir qels in. Ev yek bi standartên jiyanê yên nizm ve girêdayî ye, ku bêparastina jinan bêtir giran dike. Her wiha pirsgirêka destdirêjiya li ser jinan tê kirin wek taktîkek ji bo şermkirin, bindestkirin, an jî zextê li ser aliyê dijber tê bikaranîn heye.”
'Beşdariya jinan ji bo pêşxistina çareseriyên pratîkî girîng e'
Nisrîn Ayounî bawer dike ku dîtina çareseriyan ji bo van pirsgirêkan ji bo rizgarkirina jiyana jinên ku li herêmên şer dijîn girîng bûye. Nisrîn dibêje ku “çareserkirina van rewşan divê ne tenê bi avakirina stargehan an jî peydakirina alîkariya mirovî ve sînordar be, ji ber ku pirsgirêk ji vê pir kûrtir û tevlihevtir e. Pêwîstiya beşdarkirina jinên ji herêmên şer di pêvajoya çêkirina çareseriyan de heye, ji ber ku ew rasterast bandor dibin. Ji ber vê, beşdariya wan a çalak ji bo pêşxistina çareseriyên pratîkî û rastîn ên ku hewcedariyên wan çareser dikin pir girîng e.”
Desthilatdar ji çalakiyên mafên jinan bi guman in
Seroka komeleyek mafên jinan Heyat Qadrî balê dikişîne ser rewşa jinên Sûdanî. Heyat dibêje: "Di salên dawî de jinên Sûdanî rastî tundiyeke berbelav hatine. Bikaranîna jinan wek amûrekê ji bo tofanstandinê zêde bûye, bi rêya destavêtin, îstîsmar û astengkirina mafên wan ên perwerde û beşdariya siyasî. Çalakvan rastî zextan tên û ferqa di navbera zayendan de berfireh dibe."
'Li Îranê pêlên zextê li ser jinan dewam dikin'
Heyat Qadrî dema behsa rewşa Îranê dike, têkiliyekê di navbera zextan û tirsa desthilatdaran de datîne: “Hedefgirtina çalakvanên mafên jinan a li Îranê ya mîna gefek, nîşan dide ku desthilatdar ji hêza jinan ditirsin. Îran bi guman li çalakvanên mafên jinan dinhêre. Lewma ew bi rêya tepeserkirina karên wan û êrîşên rasterast ên ji aliyê saziyên dewletê û hêzên ewlehiyê ve tên cezakirin. Desthilatdarên Îranê pêlek zext û tacîzkirinê li dijî çalakvanên mafên jinan, hunermend û jinên ku dixwazin dengê xwe bighînin cîhanê, dane destpêkirin.”
'Armanca êrîşên li ser jinan bêdengirina wan e'
Heyat Qadrî destnîşan dike ku armanca van zextên zêde û êrîşên dubare, bêdengkirina jinan û girtina wan rêyan e ku bi riya wan dikarin dengê xwe bigihînin cîhanê û wiha didomîne: “Bi taybetî li ber çavan girtina zêdebûna wan platformên ku çalakvan karên xwe tê de belav dikin û piştgiriya jinên Îranî yên li derveyî welat dijîn, bi dest dixin.”
'Divê peymanên navneteweyî bikevin meriyetê'
Heyat Qadrî di dawiya gotinên xwe de komek çareseriyan pêşkêş dike ku divê civaka navneteweyî tedbîran bigre û wiha bilêv dike: “Derbasbûna ji qonaxa şermezarkirin û raporên nivîskî ya ber bi kiryarên berbiçav û pratîkî ve, wek azadkirina lezgîn a girtiyên siyasî yên jin û girtiyên jinan pêwîst e.”
Her wiha Heyat bang dike ku zext li civaka navneteweyî bê kirin da ku peymanên navneteweyî li Îran û welatên din ên navborî bikin meriyetê û pêk bînin.