Li Îranê ne edalet cudakarî: Jinên kêmnetew bê parastin in

Pergala hiqûqî ya Îranê bi hincetên olî parastinê dide kujerên mêr. Ev rewş nîşan dide ku çawa jinên ji kêmnetewên olî, di bin sîstema cudakar de, hem ji ber zayenda xwe hem jî ji ber baweriya xwe duqat mêfiyê re rûbirû ye.

SARA PÛRXEZARÎ

Kirmaşan – Jinek ku ji aliyê hevjînê xwe ve bi kêrê hat kuştin bifikirin lê kiryar piştî cezayek kurt ê girtîgehê, azad vedigere malê û jiyana xwe didomîne.

Ev dîmen dibe ku ecêb be û pirsa çawa kujer dikare ji ber sûcê xwe bê ceza bimîne tîna hişê mirovan. Lê rastî ew e ku Komara Îslamê mirina gelek kesan bi temamî veşartiye û ve ji bo parastina kesên ku alîgirên wan in, weke edaletê bi nav kiriye. Di pergala yasayî ya Komara Îslamê de, cezayê kuştinê her dem li gorî rêgeza wekheviya mirovan nayê destnîşankirin. Di hinek rewşan de ger ê bûye hedef ne misilman be û kujer misilman be, îhtîmala ku kujer bê cezakirin ji holê radibe, yan jî ew bi ceza tê kêmkirin. Ev jî di Komara Îslamê de careke din pirsên bingehîn ên li ser cudakariya olî û zayendî, newekheviya li ber yasayê û nirxê jiyana mirovan derdixe holê.

Di pêkanîna hiqûqê de cudakariyê Olî

Li gorî Yasaya Ceza ya Îslamî, di hinek rewşan de pêkanîna tolhildanê (nefs el-qisas) di navbera kujer û yê bûye hedef de bi wekheviya olî ve girêdayî ye. Ji ber vê ger ê bûye hedef  ne misilman be û kujer beriya ku ceza bê pêkanîn bibe misilman, dibe ku tolhildan ne mimkun be. Di hinek rewşan de, rewşa olî ya aliyan bandorê li awa û zêdebûna dike û heta dibe sedem ku kujer ji tolhildan û cezayên din, di nav de cezayê girtîgeh an pereyan negire.

Di bûyera kuştina jineke Yarsanî de sê sal cezayê girtîgehê

Jina Yarsanî ya ji Kirmaşanê Masoumah S. serpêhatiya xwişka xwe ya ku beriya 20 salan ji aliyê hevjînê xwe ve hatiye kuştin wiha vedibêje: “Xwişka min dema ji aliyê hevjînê xwe ve hatî kuştin 19 salî bû, wî xwe radestî polîsan kir. Em difikirîn ku ev îtiraf dê rê li ber edaletê veke lê di dadgehê de her tişt guherî. Hevjînê xwişka min îdia kir ku xwişka min heqaret li baweriyên olî yên malbata wî kiriye û bi Sataîstan re têkiliya wê hebûye. Wî ji bo parastina pîroziyan ew kuştiye. Wekî ku hûn dizanin, di rewşên wiha de, di van cure dozan de yasa bi pratîkî piştgiriyê nade kesek ku bi heqareta olî tê tawanbarkirin û ev îdia dikare bi temamî rêgeha dozê biguherîne. Lê em baş dizanin ku xwişka min tiştekî wisa negotiye ji bo ku xwe ji ceza rizgar bike ji xwe re çîrokek çêkiriye. Em bi mehan li dadgehê têkoşiyan lê rastiya vê lîstika tevlihev a yasayî û olî hat veşartin. Di dawiyê de, piştî van hemûyan hewldan hatin kirin; kiryar kêmtirî sê salan di girtîgehê de ma û piştî demek kurt serbest hat berdan, piştre ji welat derket.”

Li dadgehê cudakariya li dijî jinên kêmnetew dibe barekî duqat

Xwendekara beşa hiqûqê ya li Kirmaşanê Şakîla Q. wiha dibêje: “Yasa û sazûmaniyê di Komara Îslamê de her dem sînorek vekirî di navbera kesan de li ser bingeha ol û baweriyên xwe xêz kirine. Her çendî ev cudakarî di yasayan de bi zelalî nehatibe gotin jî, di pratîkê de kêmnetewên olî ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar in û bi hêsanî di dadgehê de tevî delîlên têr tune ne, tên mehkûmkirin. Di dadgehan de yên beramber misilman be têrker e. Di rewşên wiha de hemû pêvajo ji ber kemnetewbûnê bi serê xwe wek sûcek tê meşandin û kesên ne misilman ji destpêkê ve di rewşeke lawaz de ne.”

Gotinên Şakîlayê kûrahiya di navbera yasa û karê pergala dadweriyê de nîşan dide,ev yek cureyekî cudakariyê ye, her dem bi awayekî eşkere di metna yasayê de nayê gotin lê carna di pêkanîn, şîrovekirin û pergala desthilatdariya xwe de sazî dibe. Di rewşên wiha de, dadgeh, li şûna ku saziyeke bêalî be, dibe ku ji nasnameya olî û zayendê bi bandor bibe. Kêmnetewên olî di vî warî de bi lawaziyek pargalî re rû bi rû ne û jinbûn vê zext û tevliheviyê duqat dike.

Jinbûn û kêmnetewiya olî du tebeqeyên cudakariyê ne

Di salên dawî de, li Îranê jinên ji gelek kêmnetewên olî ku di nav wan de Baheyî, Yarsanî û komên din, hene bi girtin û cezayên dijwar re rû bi rû mane. Di vê pêvajoyê de du faktorên sereke - jinbûn û xwedîbûna baweriyên olî roleke diyarker lîstine; ev faktor ne tenê bandorker bûn, di heman demê de rasterast biryarên dadgehê û giraniya cezayan jî xistine bin siya xwe. Di demên dawî de, welatiya Baheyî Frank Zabihî, ji ber sûcên weke (belavkirina baweriyên Baheyî û propagandaya li dijî rejîmê) du sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Serpêhatiya Fehîmeyê

Jina ji baweriya Yarsan Fehîme N. serpêhatiya xwe wiha tîne ziman: “Piştî sê mehên xebatê, dema ku min ji xwediyê kar mûçeya xwe xwest û tu bersivek negirt, min got ku ez ê dozê lê vekim lê di dadgehê de her tişt di lehiya wî de bû. Xwediyê kar îdia kir ku ji ber hewldana belavkirina ola Yarsan min ji kar derxistiye. Ev îdia ji bo dadgeh di lehiya wî de biryar bide bes bû.”

Ev vegotin tenê mînakek ji rastiya dijwar a civakê ye; nîşan didin ka çawa yasayên Komara Îslamî, xwe dispêrin baweriyên olî yên fermî, çawa zextê li kêmnetewan dikin û li gel vê çawa dema ku tu jin bî zext du qat dibe.

Di bin van şert û mercan de, jinên ji kêmnetewên olî ne tenê bi cudakariya olî, di heman demê de bi cudakariya zayendî re jî rû bi rû dimînin. Wan dixe rewşeke dualî û bêparastin. Tiştê ku ji van vegotinan derdikeve holê wêneyekî zelal ê pargala cudakar, pergala hiqûqî û civakî ya Îranê ye. Pergaleke ku zirarê dide jinên ji kêmnetewên olî bi riya yasa, baweriyên fermî û nêrînên mêrsalar. Jinên di hilbijartina van her du faktoran de rol nagirin û çavên xwe bi wan vedikin, ji ber van herdu etîketan ji aliyê hikûmetê yan jî hinek beşên civakê ve rastî tacîz û destdirêjiyê tên.