‘Reforma Zagona Malbatê Mexribê mafên jinan naparêze’
Seroka Komeleya Kîf Mama Kîf Baba Hhîzlane El Mamoûnî, valahiyên zagonî yên li Mexribê zewaca di temenê biçûk de meşrû dibînin rexne kir û bal kişand ku pêşniyarên reformê ji parastina maf û rûmeta jinan pir dûr in.
HENAN HARÎT
Mexrib – Li Mexribê nîqaşên li ser reforma Zagona Malbatê ya didomin, vê rewşê careke din zewaca di temenê biçûk de ku têkildarî mafên jinan e û pirzewaciyê ji nû ve kir yek ji mijarên sereke. Di vê çarçoveyê de Seroka Komeleya Kîf Mama Kîf Baba Ghîzlane El Mamounî, li ser çarçoveya zagonî ya heyî nirxandinên rexneyî kir. Di hevpeyvîna ji ajansa me re, behsa îstîsnayên ku ji bo temenê zewacê hene kir û da zanîn ku ev îstîsna rê li ber zewicandina di temenê biçûk de vedikin. Ghîzlane El Mamounî, li ser pêşniyarên nû yên der barê pirzewaciyê de tên kirin jî hişyariyên balkêş kir. Gorî Ghîzlane El Mamounî ev pêşniyar rasterast “kêmasiya hiqûqî” ya ku zirarê dide rûmeta jinan.
*Zewaca di temenê biçûk de yek ji mijarên herî hesas e li Mexribê. Bi raya we, pirsgirêkên herî berbiçav ên ku hûn di Qanûna Malbatê de hê jî der barê vê mijarê de dibînin çi ne?
Pirsgirêka sereke ew e ku Qanûna Malbatê ya heyî, her çendî temenê zewacê 18 salî destnîşan dike jî dîsa jî îstîsnayên berfireh diparêze ku destûr dide dadwer bêyî temenê herî kêm ê diyarkirî zarokên temen biçûk bizewicîne. Ev yek derî ji bo dozên cidî vekirî dihêle dibe sedem ku keçên 12 û 11 salî werin zewicandin, ji ber ku nivîsa heyî bi eşkereyî vê yekê qedexe nake.
Her çendî şertên zagonî ji bo îstîsnayan hebin jî ew bi rastî nayên rêzgirtin. Serlêdanên zewacê pir caran bêyî lêkolînek civakî ya cidî û bêyî nirxandineke rastîn a rewşa psîkolojîk, civakî û aborî ya temenê biçûkan tên pejirandin.
Ev pirsgirêk ji hêla pêşniyarên hikûmetê yên di sala 2023’an de hatine derxistin ve bêhtir girantir dibe. Her çendî wan temenê zewacê yê qanûnî kir 18 salî jî sînorê temenê îstîsnayan kirin 17 salî, mîna ku tenê pirsgirêk daxistina wê di bin 17 salî de be. Em vê mantiqê bi tevahî red dikin. Pirs ev e: Çima di serî de îstîsna tê parastin?
18 saliya xwe ne hejmareke sembolîk e lê belê temenê piraniya qanûnî ye ku welatiyek mafê wî yê dengdanê ye û dikare bi kar bîne, erkên sivîl hilgire ser xwe her wiha, pereyên xwe bi kar bîne.
Nayê fêmkirin ku dewlet welatiyekî beriya 18 saliyê ne guncav dibîne ku berpirsiyariyên yasayî hilgire, lê di heman demê de wî mafdar dibîne ku berî vî temenî bizewice. Ev nakokiyeke kûr û paşveçûnek ji parastina keçan e, û ji ber vê sedemê em daxwaza rakirina tevahî ya vê îstîsnayê dikin, ne tenê kontrolkirina wê.
*Em derbasî mijara pirzewaciyê bibin, mijareke ku ji mijara nîqaşên berdewam e. Hûn di nivîsa heyî û di pratîka rastîn de kêmasiyê li ku dibînin?
Pirsgirêka pirzewaciyê du alî ye, yasayî û pratîkî. Qanûna heyî razîbûna jina yekem hewce dike lê di pratîkê de ew tenê dibe formalîteyek, ji ber ku ev razîbûn pir caran di bin zexta madî yan civakî de tê girtin, an jî bi biryarên dadwerî yên ku destûrê didin mêrek bêyî rêzgirtina li îradeya jina yekem gelek jin hebin, tê paşguhkirin.
Di rastiyê de, jinek bi pirsgirêgên dijwar re rû bi rû dimîne yan ew pirzewaciyê li dijî daxwaza xwe qebûl dike, yan jî ew bi berdanê û encamên wê yên giran ên aborî û civakî re rû bi rû dimîne. Ev yek şerta "razîbûnê" tenê rûyekî dike ku hevsengiya rastîn a hêzê di nav malbatê de nîşan nade.
Der barê pêşniyarên sererastkirina Qanûna Malbatê ya sala 2024’an de ku ji aliyê Komîteya Nirxandina Qanûnan ve li ser daxwaza hikûmetê hatine pêşkêşkirin de, mixabin wan pirsgirêkên bingehîn çareser nekirine û hinek ji wan jî paşketinek cidî pêk tînin. Ev pêşniyar parastina pirzewaciyê, digel zêdekirina bendek nû ku rê dide jinek razîbûna xwe ya ji bo pirzewaciyê ji peymana zewaca yekem îmze bike, dihewîne. Çalakvanên mafên mirovan ev gav ne rast dîtin, ji ber ku jinek ciwan a li ber rewşa zewacê ye di rewşek psîkolojîk an civakî de nîne ku bihêle ew encamên vê biryarê li ser pêşeroja xwe binirxîne. Pêşniyaran her weha mijarên zext an newekheviya di nav têkiliya zewacê de çareser nekirin, ku ev yek jî vê "razîbûnê" ji garantiyek rastîn bêtir şiklî dike.
*Mercên nû ji bo pirzewaciyê yên bi tenduristiya jinan ve girêdayî jî hatine pêşniyarkirin. Hûn çima wan xeternak dibînin?
Ev alî di nav pêşniyarên nû de yek ji yên herî xeternak e, ji ber ku ew îhtîmala zewaca bi jina duyemîn re dide mêrek ger hevjîna wî ya yekem xwedî pirsgirêkek tenduristiyê be û nikaribe zarokan bîne yan erkên xwe yên zewacê bi cih bîne.
Xetereya yekem li vir binpêkirina mehremiyeta tendirustiya jinan e; nayê qebûlkirin ku mêrek dosyaya bijîşkî ya hevjîna xwe pêşkêşî dadwer bike da ku daxwaza xwe ya pirzewaciyê rewa bike. Ev yek rewşa jinan eşkere dike û tenduristiya wan a fîzîkî û zarokanînê vediguherîne mijara nîqaşê di dadgehê de ku ev yek heqaretê li rûmeta wan dike.
Xetereya duyemîn cidîtir e, girêdana pirzewaciyê bi tiştê ku jê re "bicîhanîna erkê zewacê" tê gotin, ango têkiliyên zayendî. Ev wê ramanê xurt dike ku jin bi qanûnî mecbûr e têkiliyên zayendî dayen her çendî ew nexwaze jî.
Her çiqasî em îro ji bo naskirina tecawiza zewacê dixebitin jî ev pêşniyar me paşve dikşînin, têkiliyên zayendî vediguherînin erkeke ferzkirî ku ji pirzewaciyê re xizmet dike.
Têkiliyên zayendî di zewacê de divê her dem bi razîbûnê bin û ew nikarin bibin pîvaneke qanûnî ji bo nirxandina mafdarî yan guncavbûna jinan weke jinekê.
*Eger zilamek ji têkiliya zewacê yan jî jiyana xwe ya rojane nerazî be gelo pirzewacî çareseriyek e?
Bêguman eger zilamek êdî ji têkiliyê razî nebe yan jî rastî zehmetî yan nakokiyan were, her dem vebijarka berdanê heye. Tu mafekî wan jî bihaneyek tune ye ku pirsgirêkên zewacê yan tenduristiyê yên ku jin pê re rû bi rû dimîne, veguherînin hincetek qanûnî ji bo pirzewaciyê. Zewac berî ku peymanek civakî be, girêdaneke mirovî ye li ser bingeha wekheviya hestiyarî û rêzgirtina hevbeş e. Dema ku nexweşî yan kêmbûna kapasîteya wê ya zayendî yan jî ya zarokanînê wekî hincetek ji bo vekirina deriyê jineke duyem tê bikaranîn, em bi rastî ne li ser çareseriyê diaxivin lê belê li ser dûrketina ji berpirsyariyê û berdana hevjîn dema ku ew di asta xwe ya herî lawaz de ye.
Dema ku pirzewacî li ser van hincetan be, em bi awayekî nerasterast di bin sîwana qanûnê de destûrnameyek ji bo îxaneta zewacê didin, ji ber ku bingeha meseleyê ev e ku mêr li şûna têkildarî dermankirin, piştgirî û dilsoziyê bibe, têkiliyek din hildibijêre. Li vir, beden û tenduristiya jinan bi erkekê tê kêmkirin û heke ew seqet be, ew dikare were veguhertin. Ev têgehek e ku bandorê li rûmeta wê dike û pîvana wê ya mirovî jê dibe.
Ya hîn xeternaktir ew e ku ev cureya pirzewaciyê têgihîştineke xeternak xurt dike ku nirxa jinan bi şiyana wê ya zayîn an jî razîkirina zayendî ya mêrê xwe ve girêdayî ye û heke ew nexweş bibe yan jî qels bibe, ew dikare were guhertin. Ev, ji perspektîfeke qanûnî, psîkolojîk û exlaqî ve, binpêkirineke eşkere ya rûmeta jinan û ruhê saziya zewacê ye.
Her wiha, qanûn mafê berdanê weke mekanîzmayek ji bo bidawîkirina têkiliyek dema ku ew digihîje rewşek bêçare nas dike. Ev vebijarkek zelal, eşkere û rasterast e ku ne hewce ye ku bi riya avakirina têkiliyek zewacê ya din were paşguhkirin. Pirzewacî di vê rewşê de pirsgirêkê çareser nake lê belê wê girantir dike, ji ber ku ew malbatek duyemîn diafirîne li ser birînên ku ji hêla jina yekem ve hatine çêkirin ava dibe.
Ji ber vê yekê, em ne tenê li dijî bikaranîna nexweşî yan seqetiyê wekî hincetek ji bo pirzewaciyê ne, em wê wekî celebek tundiya qanûnî dibînin, ji ber ku ew cudakariyê rewa dike û êşa jinan vediguherîne sedemek ji bo cezakirina wan li şûna piştgirîkirina wan.