Parêzerên jin ên Yemenî: Em neçar in ku pêşî xwe biparêzin
Tevî astengiyên civakî û xetereyên ku ji ber şer hatine danîn, parêzerên jin ên Yemenî hebûna xwe di dadgehan de xurt dikin. Lê dîsa jî destnîşan dikin ku neçar in li dijî nêrînên stereotîpîk ên li ser pîşeyê derdikevin, pêşî xwe biparêzin.
RAHMA ŞANZOUR
Yemen – Di salên dawî de hebûna jinên Yemenî di pîşeya hiqûqê de zêde bûye. Bi salan mîna qadeke ku ji hêla mêran ve serdest bû maye. Wan astengiyên civakî û pîşeyî yên ku baweriya ku jin dê zehmet bibînin ku bikevin vê qadê xurt kirine, red kirine. Lê belê rastiyê, berovajî vê yekê nîşan daye. Ji ber ku parêzerên jin karîne rêya xwe di dadgehan de vekin û hebûna xwe ya pîşeyî ava bikin.
Ji bo her 10 parêzerên mêr parêzerek jin heye
Îstatîstîkên Komeleya Baroya Yemenê nîşan didin ku di hejmara jinên ku beşdarî pîşeya hiqûqê dibin de, zêdebûnek girîng heye. Rêjeya wan 10 qat ji ya berî sala 2014’an derbas bûye. Komele vê zêdebûnê wekî bêhempa bi nav dike. Bi taybetî jî, di civakekê de ku pîşeyên hiqûqî bi piranî mêr dimînin. Li gorî îstatîstîkên herî dawî yên Komeleya Baroyê, ji bo her 10 parêzerên mêr parêzerek jin heye. Komele pêşbînî dike ku ev rêje ji ber çend faktoran, di salên pêş de dê berdewam bike.
Faktorên ku bandor dikin
Di nav van foktoran de guhertina nêrînên civakî ya li ser karê jinan, zêdebûna qebûlkirina jinan a di pîşeya hiqûqê de û sivikkirina hin sînorkirinên civakî yên ku bi salan hilbijartinên kariyera jinan sînordar dikirin hene. Lê belê, zêdebûna hejmara parêzerên jin nayê wê wateyê ku rêya pêş de bê astengî be. Parêzerên jin hîn jî bi têgihiştinên civakî yên cûda û pirsgirêkên pîşeyî û ewlehiyê re rû bi rû dimînin, nemaze dema ku bi dozên hesas û tevlihev re mijûl dibin.
Ji çalakvanek mafên mirovan ber bi dadgehê ve
Ji bo Amal El-Sebrî, pîşeya hiqûqê ne tenê xwendina zanîngehê bû ku wê ji nav vebijarkên din hilbijart. Wê bi ezmûnek ku wek xwendekarek lîseyê hebû dest pê kir. Dema ku beşdarî xwepêşandanek têkildarî pirsgirêkek mafên mirovan bû û şahidiya girtina çend çalakvanên beşdar kir. Vê dîmenê bandorek mayînde li ser wê hişt. Ew bû sedem ku bipirse ka wa dikare maf û dozên mirovan biparêze. Dema ku vegeriya malê û ji bavê xwe re got ka çi qewimî, bersiva wî di jiyana wê de xalek werçerxê ava kir. Wî ew teşwîq kir ku bi baweriya ku ev qad dê wê bi amûrên pêwîst ên ji bo parêzvaniya mirovan û parastina mafên wan peyda bike, şerîet û hiqûqê bixwîne.
Îro, Amal El-Sebrî wek parêzer û dozger li dadgehên seretayî û îstînafê dixebite. Ew parêzvanek mafên mirovan a li Taîzê ye. Lê belê, ew dibêje ku pratîkkirina hiqûqê, nemaze wekî jinek, gelek dijwariyan li ber wê derdixe. Hin ji wan, bi têgihîştinên civakî ve girêdayî ne. Yên din jî ji hêla şert û mercên pevçûnê û xwezaya dozên ku ew birêve dibe ve tên ferzkirin.
Di navbera redkirin û qebûlkirinê de
Amal diyar kir ku nêrîna civakê li ser parêzerên jin tevlihev dimîne û wiha vegot: “Hin kes wan wekî kêmasî an jî kêmtir dibînin, hinên din jî jinan teşwîq dikin ku bikevin qada hiqûqê. Qebûlkirina civakî ya parêzerên jin di salên dawî de li gorî demên berê dest pê kiriye zêde bibe. Ezmûna min a li navçeya Sabr el-Mewadim a Taîzê, hebûna sînorkirî ya jinan a di vê pîşeyê de nîşan dide. Ez tenê duyemîn jin im ku li navçeya xwe karê hiqûqê dikim.”
Têgihîştinên cuda yên parêzerên jin ne tenê bi civakê ve sînordar in. Di hilbijartinên xerîdaran de jî diyar dibin. Amal di vê mijarê de wiha got: “Hin xerîdar parêzerên mêr tercîh dikin. Hinên din jî parêzerên jin tercîh dikin. Bi taybetî jî, di dozên jinan de.”
Nîşandana jêhatîbûnê: Zehmetiyek berdewam
Di rojên xwe yên destpêkê de, Amal Al-Sabrî bi pirsgirêkên têkildarî jinbûna xwe re rû bi rû ma ku pîşeyek hîn jî ji hêla mêran ve tê rêvebirin e. Lê belê ew bawer dike ku zanîn, baweriya bi xwe û baweriya bi doza ku ew diparêze, alîkariya parêzerên jin dike ku van astengiyan derbas bikin. Amal destnîşan kir ku rûbirûbûna bi parêzerên xwedî ezmûntir re, di rojên wê yên destpêkê de zehmetiyek bûye. Lê ew bi demê re karîbû wê derbas bike. Ew bawer dike ku cudakariya li dijî parêzerên jin di demên berê de bêtir eşkere bûye û wiha didomîne: “Lê bi zêdebûna hejmara jinan a di pîşeyê de dest pê kiriye, ku kêm bibe. Di nav hin kesan de cureyek cudakarî hebû, lê ev bi piranî di demên berê de bû. Niha pejirandin heye û hejmareke mezin ji jinan, parêzeriyê dikin.”
‘Şer rîskên pîşeyê zêde dike’
Şerê li Yemenê saziyên dadwerî ji bandorên xwe xilas nekir. Berovajî vê, bandor li xwezaya karê parêzerên mêr û jin kiriye. Amal El-Sebrî ragihand ku parêzer ji bilî pirsgirêkên teknîkî yên têkildarî parastina alav û agahiyan, bi taybetî yên ku dozên hesas birêve dibin, bi pirsgirêkên ewlehî, psîkolojîk û civakî re jî rûbirû dimînin. Amal destnîşan kir ku pevçûnên berdewam û qelsiya pergala dadwerî, pratîkkirina hiqûqê dijwartir kiriye û wiha got: “Bi taybetî jî, dema ku bi dozên tevlihev û tevlihev û dosyayên mezin re mijûl dibe. Min dozên ku berê min dizanibû xetereyên wan hene, girt ser xwe. Lê ji ber asta xetereya wan a bilind, min ew bijartin, ji bo ku yên din negirin ser xwe.”
‘Divê hûn pêşî wekî parêzerek xwe biparêzin’
Amal da zanîn ku dozên bi xetereyên girîng hene û wê dozên xeternak girtine ser xwe ku hîn jî li ser wan dixebite û ev agahî lê zêde kirin: “Her wiha doz hene ku min hewl da ji ber ku xetere pir zêde bûn, ji wan dûr bisekinim. Ez bawer dikim ku xweparastin ji bo parêzeran girîng e ku mafên yên din biparêzin. Ji bo parastina mafên mirovan û dozên mirovan, divê hûn pêşî wekî parêzerek xwe biparêzin.”
‘Parastina hiqûqî hewceyî çalakkirinê ye’
Derbarê parastina hiqûqî de, Amal El-Sebrî anî ziman ku parêzerên jin, mîna parêzerên mêr, ji parêzbendiya ku ji hêla qanûna ku pîşeya hiqûqê tekûz dike ve hatî destnîşankirin, kêfxweş dibin. Lê belê, ew bawer dike ku şer û rewşa ewlehiyê sepandin û çavdêriya van mekanîzmayan qels kiriye. Ew tekez dike ku parêzerên jin hewceyî parastineke qanûnî ya bilez û bibandor in. Amal, bang li Komeleya Baroyan û rêxistinên civaka sivîl kir ku ji bo parêzeran, hem mêr û hem jî jin, toreke parastina qanûnî peyda bikin, ku bikaribin zûtir bersivê bidin rîskan. Amal her wiha bal kişand ser girîngiya perwerdehiya di ewlehiya teknîkî de, bi taybetî di parastina agahî û dosyayan û parastina nepeniya wan de. Amal got, ji ber ku xwezaya karê parêzerên jin dikare wan bi agahî û dozên hesas re rûbirû bike.
Hebûna jinan a zêde bûyî
Tevî dijwariyan, Amal El-Sabrî bawer dike ku hebûna jinan di pîşeya hiqûqî de girîng bûye, ji ber ku hejmara parêzerên jin di salên dawî de zêde bûye. Amal got ku “Dema ku parêzerek jin baweriya xwe bi dozên mirovan û parastina mafên wan tîne, ew xwe bi dijwariyên derveyî re eleqedar nake.”
Amal, peyama xwe ji jinên ciwan ên ku dixwazin bikevin vê qadê re şand û wiha pê de çû: “Pîşeya hiqûqî bangek hêja û bilind e. Ew, ne tenê pisporîyek akademîk an zanistî an karekî asayî ye.”
‘Parêzerek jin dikare bibe ‘dengek ji bo bêdengan’
Wê şîrove kir ku parêzerek jin dikare bibe ‘dengek ji bo bêdengan’ rêyek ji bo parastina bindestan, qurbaniyan û komên herî lawaz û ji bo bidestxistina edaletê û parastina mafên mirovan. Di nav perspektîfek civakî ya ku hêdî hêdî diguhere dv, hebûna jinan a berfireh û xetereyên ku ji ber şer û pevçûnan tên ferzkirin de, parêzerên jin ên Yemenî rêya xwe di dadgehên edaletê de didomînin.
Ew, hewl didin ku hebûna xwe ya pîşeyî xurt bikin û klîşeya pîşeya hiqûqê wekî pîşeyek tenê ji bo mêran bişkînin.