Parêzer Rufind Xelef: Li Sûriyeyê di çêkirina yasayê de divê otorîteya jinan pêk bê

Parêzer Rufind Xelef zewac, ducaniya bi zorê û destdirêjiyê mîna dozên neçareserkirî bi nav kir, destnîşan kir ku divê otorîteya jinan di çêkirina yasayê de pêk bê û bi gotinên “Çareseriya van dozan bi yek-du madeyên yasayê nayê bidestxistin” anî ziman.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Hêj li Sûriyeyê, doza zewaca bi zorê û ducaniya bi zorê nehatiye çareserkirin û ev mijar bi xwe dibe binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan ên bingehîn. Ev doz û gelek dozên din jî, li gorî Statuya Romayê ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî, di asta navneteweyî de wekî sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer ên di şerên çekdarî de tên dabeşkirin.

Lê belê her çiqas wek binpêkirina mafên mirovan tê dabeşkirin jî, heta niha ne bûye rojeva Meclîsa Ewlehiyê û ne jî ya saziyên mafên mirovan ku bikaribin bi xebat û rêyên cuda pêşî lê bigirin. Heta doza tundiya zayendî jî, di astên xwe yên herî jor de ye.

Parêzer Rufind Xelef ji Qamişloya Rojavayê Kurdistanê bi sedem û rêyên çareseriyê, bersiva pirsên me yên têkildarî vê mijarê da.

*Pirsgirêkên zayîna bi zorê, zewaca bi zorê û tundiya zayendî li Sûriyeyê hê jî nehatine çareserkirin, çima ev pirsgirêk nehatine çareserkirin û îro jin bi çi astengiyan re rûbirû dimînin?

Ev doz ji hev ne cuda ne. Zewaca bi zorê, tundiya zayendî, ducaniya bi zorê û sûcên wekhev ên ku li pey tên, hemû bi hev ve girêdayî ne. Sê faktorên wê hene: Yekem yasa ne; duyem çanda civakî û sêyem jî gihîştina edaletê û xizmetên ku ji aliyê dadgeh û dezgehên rêveberiyê yên di hikûmetê de tên peydakirin.

Sedem pir in, lê ya bingehîn yasa ye. Dema ku ev doz bi rêya yasayan bên çareserkirin, gava din ew e ku çanda newekheviyê ya di navbera jin û mêran de û helwesta biçûkxistinê ya li hemberî jinan dema ku sûcên wiha li dijî wan tên kirin, bê guhertin. Ji ber ku dema ev sûc tên kirin, jin ne wekî hedef in wekî sûcdar jî tên dîtin. Her çend sûc bêyî tu niyet an razîbûna wê jî were kirin, dîsa li gorî wê tên cezakirin.

Niha yasa destdirêjiya di nava zewacê de sûc nabîne, ji ber ku dibe ku jin razî nebe ku têkiliya zayendî deyne. Dema ku yasa destûrê dide sûcdar ku bi pêşniyara zewacê ji cezayê bireve, çima wê demê jin neçar dibe ku pê re bizewice? Pir girîng e ku ev sûc ji nû ve werin pênasekirin û çareseriyên nû werin pêşxistin.

Çima jin neçar e bi tecawizkarê xwe re bizewice?

Dema ku jinek rastî destdirêjî an tecawizê tê, divê mafê wê yê tolhildan û cezayê li dijî sûcdar bê parastin, bêyî ku ew bi wî re bizewice an na. Di rewşên wiha de jin bi zexta civakî re rûbirû dimîne. Ji bo ku navûdengê xwe biparêze, neçar dimîne ku bi sûcdar re bizewice. Ev bêedaletiya mirovî nayê pejirandin. Jinek çawa dikare bi zilamekî re bizewice ku yekem rûbirûbûna wî bi wê re ew e ku wî destdirêjî lê kiriye? Ew çawa dikare jiyana hevjîniyê bi kesekî wisa re xeyal bike? Divê em faktorên din ên beşdar ji bîr nekin: Xizanî, nebûna serxwebûna aborî, kaos, şer û bi koçberiyê re gelek malbat xwe wek hedefa vê rewşê dibînin û neçar in van sûcan tenê ji bo ku zindî bimînin, tehemûl bikin.

*Çima ev pirsgirêk di nava civaka me ya Rojhilata Navîn de zêde dibin û sedem û faktorên bingehîn çi ne?

Di civakên me yên Rojhilata Navîn de, ev sûc ji ber şer û kaosên pirjimar ên ku ji aliyê rejîmên serdest ve hatine çêkirin û nebûna qebûlkirina statuya serbixwe ya jinan, zêde dibin. Çanda civakî sedema bingehîn a van sûcan e û ev yek me neçar dike ku em balê bikişînin ser guhertina helwestên çandî yên kevnar ên li hemberî jinan.

Zewac saziyeke malbatî ye û têgihîştina çandên malbatî û çawaniya reftara wan bi jinan re pir girîng e. Lê çima cudakarî di navbera mêr û jinan de, nemaze di warê welayet, mîrat û gelek mijarên din ên rewşa kesane de, heye? Ev hemû jî girêdayî çandên civakî û rewşa ku kes di civakên Rojhilata  Navîn de tê de dijî ne.

*Çima diyardeya zewaca bêyî qeydkirina fermî ya dadgehê (ku tenê xwe dispêre peymanek olî/nefermî) ewqas belav bûye? Ev yek di rewşên hevberdanê an mirina mêr de jinan ji mafên wan ên yasayî bêpar dihêle, çareserî çi ne?

Di demên dawî de diyardeya zewacên bêqeydkirina dadgehê berbelav bûye. Yek ji sedemên vê yekê nekarîna qeydkirina van zewacan li saziyên hikûmetê ye. Ji ber ku ev sazî ji ber krîza di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmetê de bêçalak bûn. Girtina van saziyan rewş xirabtir kir. Her wiha pirsgirêkeke din a ji nebûna qeydkirinê, wekî windakirina mafên têkildarî welayet û wergirtina belgeyên pêwîst, hişmendiya yasayî ya kêm e.

Sedemên din ên beşdar ev in: Zehmetiyên darayî, bêbandoriya prosedurên yasayî û nebûna hişmendiya li ser encamên neqeydkirinê. Girîng e ku hişmendiya li ser xetereyên têkildar were zêdekirin û alîkariya qanûnî ji jinên bêparastin re bê peydakirin, yên ku nikarin lêçûnên qeydkirina zewacên xwe bidin. Wekî din, divê prosedurên yasayî bên hêsankirin û navendên hişmendiyê bên avakirin. Ji bo ku jinan li ser girîngiya mafê wan ê qeydkirina qanûnî ya zewacên wan perwerde bikin.

* Ji ber zayîna bi zorê û berdewam, gelek jin di bin zexta civakî û malbatî de ne ku zarokan (bi taybetî kur) çêkin da ku pozîsyona xwe di nav malbatê de xurt bikin, bêyî ku tenduristiya xwe ya laşî an derûnî li ber çav bigirin. Ev pirsgirêk ber bi ku ve diçe? Ew çawa dikarin xwe ji vî rengî zextê biparêzin?

Ev rewş ji desthilatdariya baviksalar û pêwîstiya têgihîştî ya parastina padîşahiya malbatê û mîrata wê tê. Ew bi xwezayî nêrînek biçûkxistinê li ser jinan hildigire. Yasa kurtajê jî sûcdar dike, bi vî rengî jinan ji mafê wan ê biryardayîna li ser zarokanînê bêpar dike. Dema ku yasa kurtajê sûcdar dike, ew di vê mijara civakî de li kêleka mêran e.

Li vir, divê em wekî jin ji bo guhertina yasayên bi darê zorê yên serdest ên ku çanda baviksalar li ser mafên jinan ferz dikin, têbikoşin. Dema ku yasa van kiryaran bixweber sûcdar dike, çanda baviksalar xurttir dibe. Mêr tenê ji bo ku kurên wî çêbin, pîroziya zewacê binpê dike; ew bi bandor girêdana zewacê û koka wê wekî jiyaneke hevpar a ku li ser wekhevî, rêzgirtin û baweriya hevbeş ava bûye, bi dawî dike û wêran dike. Mêr ango hevjîn, tevahiya vê têkiliyê dixe xizmeta xwestekên xwe û bilindkirina statuya xwe di malbat û civakê de.

* Di vê heyamê de tundiya zayendî zêde bûye, nemaze tundiya li dijî jin û keçan li Sûriyeyê. Mîna ku jin û keçan ji şer têra xwe êş nekişandine, niha rastî her cûre tundiyê tên. Ji bo parastina wan çi rêyên yasayî hene?

Medyaya civakî, krîzên aborî, xizanî, koçberî, kaos, nebûna  yasayan, nebûna saziyên dadwerî, guhertinên demografîk ên li piraniya deverên ku şer lê qewimiye, nebûna naskirina cîranan û hilweşîna nirxên exlaqî, hemû bi girîngî beşdarî belavbûna van sûcan bûne.

Jihevketina malbatê bûye sedema ku zarok berî dayîkên xwe jî bibin hedef. Ji ber vê yekê, çareserkirina vê diyardeyê û van sûcan bi yek an du madeyên yasayî nayê bidestxistin. Divê ew bi reformkirina ramana civakî dest pê bike, paşê bi adet û kevneşopiyan û di dawiyê de jî bi yasayê bixwe dewam bike. Divê ev reform qanûnên ku van binpêkirinên li dijî zarok û jinan bi tundî sûcdar dikin, di nav xwe de bigire da ku van binpêkirinan çareser bike û mafên jinan biparêze.

Girîng e ku ji bo jinên rastî îstismarê hatine stargeh werin avakirin, alîkariya maf û şêwirmendiya psîkolojîk bê peydakirin da ku ji van sûcên ku li dijî wan hatine kirin xilas bibin. Her wiha ji bo ku ev têgihîştin di wan de hatine çandin ku ew bûne hedef, ne sûcdar in û mafê wan heye ku rûmeta xwe bi rêya pêvajoyên yasayî vegerînin û sûcdaran ceza bikin.

Malbat û civak divê ji bo jinan çavkaniyek piştgiriyê bin, ne ku bibin şûrek li dijî wan ji bo sûcekî ku ew bi xwe bûn qurbaniya wê.

* Gelo li Sûriyeyê yasayan jinan parastiye û niha jî dê wan biparêze? Ger yasa wan neparêze, ew dikarin serî li kê bidin?

Dema ku yasa tên nivîsandin, pêdiviyên taybet yên jinan li ber çav nayên girtin. Dema ku cudahî di navbera mêr û jinan de hebe, em bi dilemeyeke yasayî re rûirû dimînin. Destûr dibêje ku welatî di maf û erkên xwe de wekhev in, lê dema ku em hûrguliyên qanûn û sûcan lêkolîn dikin, em dibînin ku ew di mafên jinan de cudahiyê dikin.

Yasa ji bo jinan adil nebûye, dema ku ew qurbaniyên tecawiz û destdirêjiyê ne, an jî di mijarên belavkirina mîratê û qebûlkirina zewacê de. Li vir, em hewcedarê şoreşeke yasayî û otorîteya jinan a di nivîsandina qanûnê de ne, ku giyanê jinan di nava pergala yasayî de vehewîne.