'Metnên zagonî yên heyî ji bo jinan parastineke bi bandor peyda nakin'
Parêzer Lama El-Camal bal kişand ser şîrovekirina şaş a Zagona Rewşa Kesane ya Sûriyeyê û destnîşan kir ku kampanyayên parêzvaniyê yên ku daxwaza guhertinan dikin, pir caran li ser metnên olî wek çavkaniyek yasadanînê disekinin.
RANÎM XELÛF
Şam – Yekem Zagona Rewşa Kesane li Sûriyeyê bi Fermana Zagonî ya Hejmar 59 di 7'ê Îlona 1953'an de hate derxistin, ku bendên xwe ji dadweriya Îslamî digre. Ew wek referansek bingehîn ji bo mijarên malbat, zewac û hevberdanê tê hesibandin. Ev zagon di sê qonaxan de gelek guhertinan derbas kiriye.
Guhartinên di zagonê de hatine kirin
Guhertina yekem Hejmar 34 di sala 1975'an de bû û li ser bilindkirina temenê zagonî yê zewacê, rêxistina mijarên mehrê, sînordarkirina mafê mêr ê hevberdanê yê kêfî, danîna "tezmînatê ji bo hevberdana kêfî" û xurtkirina mafên dayîkê di lênêrîna zarokan de bû. Guhertina duyem di sala 2003'an de bû, piştre guhertinek di sala 2010'an de ku bendên berfireh çareser kir da ku li gorî pêşketinên civakî û îdarî yên têkildarî qeydkirina zewacê be.
Naveroka yasayê
Lê guhertina herî girîng di sala 2019'an de, piştî kampanyayeke parêzvaniyê ji aliyê rêxistinên civaka sivîl ve hat. Ev guhertin sererastkirina 60 madeyan dihewîne, ya herî berbiçav bilindkirina temenê yasayî yê zewacê ji bo hem kur û hem jî keçên 18 salî ye. Her wiha îstîsnayên berê yên ku destûr didan zewaca zarokan, tenê temenê baliqbûnê, xortaniyê û destûra dadwerî ji bo wesayetên taybetî yên di navbera 15 û 18 salî de hewce dikir, betal kir. Wekî din destûr da ku şertên bi taybetî di peymanên zewacê de ji bo sûdgirtina her du hevjînan werin danîn (wek xalek ku pirjiniyê qedexe dike, azadiya jinê ya xebatê yan berdewamkirina xwendina xwe, an mafê jinê yê berdanê).
Her wiha guhartinê mafê rêvebirin an çavdêriya darayî ya zarokên xwe di rewşa nebûna bav, mirin an seqetbûna bav de da dayîkan. Her wiha mafên wekhev di hin danûstandinên darayî yên derbarê zarokên wan de da dayîkan. Bingehên ku jinek daxwaza veqetandina dadwerî bike berfireh kir û rêziknameyên li ser berdana yekalî xurt kir da ku malbatan ji hilweşînê biparêze.
Şîrovekirin xelet e!
Parêzer Lama El-Camal eşkere kir ku di derbarê cewhera guhertinên têkildarî Zagona Rewşa Kesane ya Sûriyeyê de şaş fêmkirinek heye. Parêzer Lama destnîşan kir ku kampanyayên parêzvaniyê yên ku daxwaza guhertinan dikin, pir caran li ser metnên olî wek çavkaniyek yasadanînê disekinin, bêyî ku bifikirin ku bingeha pirsgirêkê ji metnan bi xwe bêtir di şîrove û sepandinên zagonî de ye.
Lama El-Camal da zanîn ku pirsgirêkên bingehîn bi çend mijaran ve girêdayî ne û wiha domand: “Di nav de wesayet, delîl, veqetandin, hakemtî, tezmînat, xanî, alimonî, mekanîzmayên bicîhanînê û nivîsandina peymanan û prosedurên dadwerî hene.”
Lama El-Camal mafê wesayetê wek mînak nîşan da û wê wek yek ji mijarên herî berbiçav nirxand. Lama got ku ev dikare zirarê bide hem jinan û hem jî zarokan. Li gorî Lama metna yasayî destnîşan dike ku wesayet divê li gorî berjewendiyên çêtirîn ên zarok were rêvebirin. Lama diyar kir ku lê sepandina wê pir caran metnê bi rastî digire, wesayetê dide dayîkê heya ku ew nezewicî be û piştî zewaca wê ya dubare ew vediguhezîne bav.
'Metna zagonî ya heyî ji bo jinan parastinek bi bandor peyda nake'
Yek ji guhertinên girîng ên Zagona Rewşa Kesane di sala 2019'an de bi peymana zewacê ve girêdayî ye. Guhertina herî dawî bi taybetî ji bo parastina jinan bûye amûrek hêja, ku dihêle bi danîna mercan a di peymanê de mafên xwe bi ewle bikin. Mînak jinek dikare daxwaza xwe ya xebatê û xwendina xwe diyar bike, pirjiniyê qedexe bike û mafê hevberdanê bide xwe. Lê li gorî Lama El-Camal metna yasayî ya heyî ji bo jinan parastinek bibandor peyda nake, ji ber ku sepandina wê hewceyê serî li dozgeriyê û îspatkirina mafan a li dadgehê dike.
Lama El-Cemal tekez dike ku tewar di rewşa pirjiniyê de jî, jinek bê çareyek yasayî ya bibandor e ku pêşî li hevjînê xwe bigire ku bi jineke din re bizewice, tewar ku wê şertek ji bo wê di peymana zewacê de jî tê de kiribe. Lama got ku “Li gorî mekanîzmayên heyî, ya herî zêde ku dikare were bidestxistin ev e. Ya ku bikaribe daxwaza hevberdanê bike. Tiştê pêwîst ew e ku ev amûrên zagonî werin bilindkirin û ji bo mêr werin veguherandin bo garantiyên girêdayî û zelal. Ev, ji bo ku şert û mercên lihevkirî û mafên wan bibin karîger û bicîhanîn, pêwîst e.”
Mafên binpêkirî û pîvanên ji bo îspatkirina zirarê nezelal in
Lama El-Camal hişyariya derbarê pirsgirêkek din de dike. Pirsgirêka di şîroveyên têkildarî yasaya rewşa kesane de ku di derbarê rewşa darayî ya jinê ya piştî veqetînê de ye. Parêzer Lama ragihand ku metnên Îslamî mafên darayî yên jinan garantî dikin û got ku “Di nav de wergirtina mehra wan a tevahî, ji bilî dabînkirina xaniyek têr ji bo xwe û zarokên xwe yên di bin welayeta wê de, hene.”
Lama El-Camal destnîşan kir ku di dozên veqetînê de, ji jinekê tê xwestin ku îspat bike ku zirar dîtiye. Lê pirsgirêk di nebûna pîvanên zagonî yên zelal û taybet de ji bo pênasekirin û îspatkirina zirarê ye. Lama dipirse “Jin çawa dikare îspat bike ku wê zirar dîtiye di nebûna qaîdeyên zelal de ku cewherê zirarê diyar dikin?”
'Avakirina standardên zagonî hewceyî nirxandina dadperwer e'
Lama El-Camal wek mînakek nirxandina îstismarê ya ji sedî 50'î dide, bingeha yasayî ya ku hakem li ser vê rêjeyê gihîştiye û pîvanên ku ji bo nirxandina zirarê hatine bikaranîn dipirse. Lama bawer dike ku nirxandinên wiha nezelal dikarin rasterast bandorê li mafên darayî yên jinekê bikin û wiha dibêje: “Wek mînak, ji beşek ji mehra wê ya paşxistî bêpar hiştin an jî sînordarkirina nafiya wê. Avakirina standardên qanûnî yên zelal hewce dike ku nirxandina dadperwer mîsoger bikin û mafên jinan biparêzin. Pirsgirêk ne di nivîsê de bi xwe ye, di şîroveyên hakeman de ye jî.”
Ev pirsek girîng derdixe holê: çend jinên Sûriyeyê ji ber şîroveyên hakeman mafên xwe winda kirine? Çend jinên Sûriyeyê ji mafên xwe yên ku ji hêla qanûna îslamî ve hatine destnîşankirin, ku Zagona Rewşa Kesane li Sûriyeyê jê hatiye wergirtin, bêxeber in? Ev pirsek e ku dibe ku rojên pêş de bersiva wê bidin.