Parêzer Eşwaq Necîb: Mafê jinan tê binpêkirin

Parêzer Eşwaq Necîb a rewşa jinan li Herema Federal a Kurdistanê nirxand, destnîşan kir ku di zagonên heyî de hişmendiya mêr serwer e û bi bal kişand ser nebûna zagonên taybet ên ji bo jinan got: “Mafên jinan tê binpêkirin.”

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Di destûra bingehîn a herêma Kurdistanê de, zagona ji bo jinan a ku parastina wan ji  tundiyê dike heye lê belê lawaziya wan bûye sedem ku jin di dema tundiyê de nikarin mafên xwe bi dest bixin. Li aliyekî din nehişyariya jinan der barê xalên zagonan de dibe sedem ku nikaribin mafên xwe biparêzin. Parêzer Eşwaq Necîb a zagonên derbarê jinan de yê li Herema Federal a Kurdistanê nirxand, bal kişand hişmendiya mêr a li ser zagonan serwer e, destnîşan kir ku ji ber vê yekê mafê jinan tê binpêkirin û got ku divê li hemberî vê yekê jin hay ji mafên xwe hebin 

‘Di zagonan de hişmendiya mêr serwer e’

Parêzer Eşwaq Necîb da zanîn ku jin tenê di dema pirsgirêkan de berê xwe didin parêzer, ji bîr dikin ku zagonek taybet ji bo wan heye û wiha got: “Di zagonan de qalibên mêr diyar in lê belê di hinek xalan de mafên jinan tê parastin, ji ber wê divê jin hişyar bin. Ji ber ku ji zarokatiyê ve tu agahiya wan  der barê karên zagonî de tune ye, heta digihîjin pêvajoya zewacê, diçin ber dadgehê jî agahiya wan ji maf û zagonên wan ên taybet tune ye.”

‘Mafê jinan tê binpêkirin’

Eşwaq Necîb da zanîn ku ne tenê jin divê mêr jî der barê zagonên jinan de agahdar bin da ku di pêşerojê de dema zewicîn tu pirsgirêk dernekeve holê û wiha domand: “Ji ber nezanîna zagonên jinan piranî di dema zewacê de mafê wan tên xwarin. Hinek kes di astên bilind de erkdar in lê belê der barê zagonan de tu agahiya wan nîn e. Yan jî zagona ji bo pêşîgirtina tundiya malbatî, destdirêjiya zayendî û çend zagonên din pêwîstî bi jinan heye ku divê der barê vê de hişyar bin.”

‘Aqilê mêrsalarî pêşî li hişyarbûna civakê digre’

Eşwaq Necîb destnîşan kir ku yek ji wan mafê ku hişyariya jinan der barê de nîn e ew e ku dikare di pêvajoya zewacê de ji hevjînê xwe cuda bibe. Eşwaq got: “Gelek jin hene ji vê zagonê ne agahdar in û tu jin nikare ji hevjînê xwe veqete. Ev yek jî dibe sedem ku di dema hebûna pirsgirêka malbatî û cudabûnê de nikaribe daxwaza mafên xwe bike. Aqilê mêrsalarî li dijî hişyarî û zagonan dibe asteng. Gelek caran malbat û mêr rê nadin jin beşdarî rêxistinên ku ji bo jinan taybet in bibin, yan jî guh bidin bernameyên taybet ên li ser maf û zagonên ji bo wan.”