Li Iraqê dozên tundiya navmalî zêde dibin

Parêzvanên mafên mirovan ên Iraqê ji ber zêdebûna binpêkirinên li dijî jin û zarokan hişyarî kirin û xswestin qanûnên hişktir werin derxistin û qanûnên ji boparastina malbat û zarokan werin aktîfkirin.

RECAA HAMID REŞÎD

Iraq –Ji ber sûcên ku her diçe li diî jin û zarokan zêde dibin, her diçe pêdivî bi girtina tedbîran zêdetir dibe. Parêzer dibêjin ku pêdivî bi tedbîrên qanûnî yên pêşî li kiryaran bigrin heye û diyar dikin ku ji bo parastina malbatan û parastina pêşeroja zarokan divê teqez qanûnên pêşîgirtinê hebin. Her wiha destnîşan dikin ku faktorên civakî û qanûnî vê diyardeyê girantir dikin.

Pêdivî bi qanûnên hişktir heye

Parêzer Şîrîn Zengene diyar kir ku bûyerên tundiya navmalî, bi taybetî li dijî zarok û jinan, di demên dawî de zêde bûne û tekez kir ku ev rewş ji ber gelek sedeman mezin dibe lê bi bilindkirina hişmendiya civakî û dûrketina ji çanda şîdetê di nava malbatan de, ev rewş dikare were kêmkirin.

Şîrîn Zengene destnîşan kir ku gelek bûyerên tundiya navmalî ji ber kevneşopiyan û têgeha "şermê" nayên ragihandin. Ev yek dibe sedem ku binpêkirin di nava malbatê de veşartî bimînin û got: “Jinên ku bingeha malbat û civakê ne, rastî şîdeta psîkolojîk tên û ev yek bandorê li hemû endamên malbatê dike.”

Şîrîn Zengene behsa keçeke 15 salî ya Iraqî ku ji ber redkirina zewacê hatiye kuştin kir û û diyar kir ku zewacên zarokan hê jî ji bo civakê gefên mezin çêdikin û tekez kir ku kuştina zarokek tenê ji ber redkirina zewacê hem ji aliyê olî ve hem jî ji aliyê mirovî ve nayê qebûlkirin û mafên mirovan ên herî bingehîn binpê dike.

Şîrîn Zengene behsa bûyera keça ciwan ku ji aliyê xizmekî xwe û gumanbarên din ve rastî destdirêjiyê hatiye kir û diyar kir ku her çendî hêzên ewlehiyê sûcdar girtine jî vê bûyerê mezinahiya pirsgirêkên civakî û qanûnî yên heyî nîşan daye. Her wiha destnîşan kir ku derengketina pêvajoyên qanûnî û qelsbûna têkiliyên malbatê, yan jî rewşên mîna veqetînê, zarokan bi paşguhkirin û îstîsmarê re rûbirû dihêle û wiha domand: “Pêwîst e cezayên giran ji bo sûcên li dijî zarokan tên kirin werin dayîn. Divê qanûnek li ser tundiya navmalî ku di parlamentoyên berê de nehatibû pejirandin, were derxistin û divê piştgirî ji bo qanûnên parastina zarokan were dayîn.”

Tundiya li ser pêşeroja zarokan

Parêzvana mafên mirovan Isra Selman diyar kir ku tundiya li dijî zarokan bûye diyardeyeke civakî ya berbelav û got ku îstîsmara fizîkî û zayendî, muameleya xirab a li dijî zarokan û zewaca zarokan hemû beşên vê pirsgirêkê ne.

Isra Selman diyar kir ku normalîzekirina tundiya li dijî zarokan di bin navê "perwerde" an "zewacê" de bi xwe re encamên xirab tîne û destnîşan kir ku ev yek dibe sedema kêmbûna asta perwerdeyê, qelsbûna nirxên çandî û mirovî û zêdebûna qebûlkirina tundiyê di civakê de.

Isra Selman diyar kir ku kesên ku banga parastina zarokan dikin pir caran rastî kampanyayên reşkirinê tên lê tevî vê yekê jî ew balê dikşînin ser xeterên ku zarok hem di nava malbatê de û hem jî li derveyî malbatê pê re rû bi rû dimînin û got: “Qadên giştî êdî ji bo zarokan ewle nîn in, hinek zarok heta di malên xwe de jî ewle nîn in û fikareke mezin ji bo pêşeroja zarokan li Iraqê heye. Jixwe em dizanin gelek bûyer di medyayê de nayên ragihandin lê hinek ji wan ên ku eşkere dibin, rastiya trajediyê eşkere dikin. Bûyerên wekî kuştina keçeke ciwan ji ber redkirina zewacê û kesên ku di encama tecawizê de jiyana xwe ji dest didin dê berdewam bikin. Ji ber ku tedbîrên pêwîst nayên girtin.”

Isra Selman her wiha bendên 409, 128 û 41 ên Qanûna Ceza ya Iraqê rexne kir û diyar kir ku ev bend dibin sedema sivikkirina cezayên sûcdaran li ser bingeha "namûs" an "perwerdeyê" û sedema bêcezatiya sûcdaran. Her wiha diyar kir ku rêziknameyên ku destûrê didin zewaca zarokan binpêkirinan kûrtir dikin.

Selman Isra tekez kir ku civakên şaristanî û olên îlahî hemû cureyên tundiya li dijî zarokan red dikin û diyar kir ku rewakirina êrîşan an sûcdarkirina kesên bi tundiyê re rûbirû dimînin bi serê xwe sûcek e.

Di dawiya axaftina xwe de Isra Selman xwest qanûnên ku malbat û zarokan diparêzin werin derxistin û pejirandin, bi taybetî qanûnên li dijî tundiya navmalî û qanûnên parastina zarokan. Isra Selman diyar kir ku armanca van qanûnan parastina civakê ye, ne parçekirin e û divê hawirdoreke qanûnî û civakî were afirandin da ku ewlehiya zarok û jinan misoger bike.