Mala Jin li dijî her cure tundiyê têdikoşe

Mala Jin ya bajarê Minbicê û gundewarê wê, ji roja ku hatiye damezrandin heta niha ji bo çareserkirina bi sedan dozên jinan xebat kiriye û li dijî her cûre tundiya li ser jinê xebatên xwe didomîne û têdikoşe.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic – Mala Jin a di 20’ê Adara 2011’an de hatiye avakirin, li ser rehenda civakî ya Kongra Star xwe birêxistin kiriye di asta Bakûr û Rojhilatê Sûrî de xwedî 62 şaxan e ku du ji wan şaxan ji bo jinên Sûryan hatiye avakirin. Bi Komîteya Lihevhatinê ya Civakî, Komîteya Perwerdeyê, Komîteya Ragihandinê, Komîteya Civakî ya Jinê, Meclisa Edaletê ya Jinê li dijî zayendparêziya civakî têdikoşe. Mala Jin a li dijî qetilkirina jinan, destdirêjî û êrişên li ser jinan, her wiha zewaca zarokan û pirzewaziyê têdikoşe li gor daneyên beriya şoreşê rêjeya binpêkirina mafên jinan bi têkoşîna xwe daxistiye asta herî jêr, lê bi armanca bi giştî ji holê rakirina van bûyeran kar û xebatên xwe berfirehtir dike, rêxistinbûna xwe xurt dike. Mala Jin a bajarê Minbicê û gundewarê wê, ji roja ku hatiye damezrandin heta niha ji bo çareserkirina bi sedan dozên jinan xebat kiriye û xebatên xwe didomîne. Jinên ku rastî tundiya nav malê hatine û xwe spartine Mala Jin serpêhatiyên xwe bi me re parvekirin, rêvebera Mala Jin a Minbicê jî derbarê doza van jinên ku serledana wan kirine agahî dan.

Bi kesekî jê 24 sal mezintir e hat zewicandin

F.D a 44 salî ku bi mêrekî ku bi 24 salan jê mezintir re zewicî ye û wiha got: “Ev 23 sal in ez rojane ji aliyê hevjînê xwe û malbata wî ve rastî tundiyê têm, îro ez bûm dapîr, lê tundî û lêdana ku li min tê kirin hê jî didome. Tevî ku ez ducanî bûm jî lê hevjînê min tundî li min dikir, her wiha birayê hevjînê min jî tundî li min dikir û gelek caran jî ji aliyê wî ve rastî lêdanê hatim. Gelek caran bera min ji malê didam û ez diçûm mala xwişka xwe yan birayê xwe. Ji dema ku ez zewicîm, rojane rastî tundiyê dihatim. Hevjînê min me ji her tiştî mehrûm dike, ev cilên ku li min jî yê xelkê ne. Cîran û hin mirovên min cilan didin min. Tevî ku zarokên min mezin bûn jî û kar kirin lê bavê wan pereyên wan ji wan distîne. Hevjînê min qenînê xazê jî nakir e û em xwarina xwe li ser agir çêdikin. Bavê wan qebûl nedikir ku keçên min piştî qedandina dibistana seretayî xwendina xwe bidomînin û cil û bergên wan tune ne, ji ber vê yekê tiştên ku li xwe dikin neçar dimînin ku bişon û li benda zuwabûna wê bimînin da ku careke din li xwe bikin.”

Rastî tûndiyê hat

R.B a 19 salî diyar kir ku dema ew ji cih û warên xwe koçber bûn malbata wê bi darê zorê ew dan zewicandin û wiha pê de çû: “Min li Tirkiyê karê dirûtinê û wergêriya zimanên erebî, kurdî û tirkî dikir. Nêzîkî du sal berê pismamê min xwest ku bi min re bizewice, min red kir, lê malbatê ti girîngiyek neda raya min û li ser zewacê li hev kirin, lê min red kir û ji malê derketim û min berê xwe da mala xaltîka xwe. Ez bi karên neexlaqî hatim tawanbarkirin û dema ez vegeriyam malê ji aliyê doktorekî ve testa keçiktiyê ji min re kirin û bi hinceta ku pêwîstiya bêdengkirina civakê ez neçar kirim bizewicim û ji aliyê bav û birayê xwe ve rastî lêdan û tundiyê hatim û nema hiştin ez ji malê derkevim. Piştî ez zewicîm jî gelek caran ji aliyê hevjînê xwe ve rastî tundiyê dihatim û ji ber vê yekê min gelek caran hewl da xwe întîhar bikim. Min biryara hevberdanê da lê malbata min qebûl nekirin, lê ez ji biryara xwe venegeriyam heta malbata min biryara min a hevberdanê qebûl kirin. Piştî 6 mehan ez vegeriyam bajarê Minbicê.”

‘Ji bo bidestxistina mafên xwe ez çûm Mala Jin’

C. Z. a 20 salî û dayika du zarokan eşkere kir ku ew di sala 2018’an de zewicî û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Carekê min ji bîr kir ku ez cilê hevjînê xwe bişom, dema hevjînê min ji kar hat hêrs bû û wî bi xwe cilên xwe şuştin, dema ku min ew daxist da ku ez kewî bikim, hevjînê min ji min re got cilên min bişewitîn û ji tirsa agir bi cilê min ket û dest û lingên min şewitîn. Nêzîkî 40 rojan li nexweşxaneyê mam û min gelek emeliyat kirin û piştî vê yekê hevjînê min, min berda. Dema ku ez ji bo daxwaza mafên xwe çûm Mala Jinê, hîna şewatên min rehet nebibûn û Mala Jinê pir alîkariya min kir.”

Doza F.D. dê sewqî edalata civakî bê kirin

Rêvebera Mala Jinê ya bajarê Minbicê û gundewarê wê Îman El-Hemşo da zanîn ku ji roja avakirina Mala Jinê di 25’ê Mijdara 2016’an ve vê saziyê gelek pirsgirêkên jinan çareserkirine û wiha got: “Di van salan de gelek jinên ku rastî her cure şîdeta aborî, zayendî, derûnî û fizîkî hatine hatin cem me da ku em alîkariya wan bikin û pirsgirêkên wan çareser bikin. Armanca me avakirina wekheviyê û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ye. F.D. tevî ku temenê wê zêdetirî çil salî ye ji aliyê hevjînê xwe ve tê lêdan, ji ber ku civaka me her tim jinan sûcdar dike wê tu gilî nekir. Lê piştî ku hevjînê wê israr kir ku wê ji malê derbixe, mesele ji sebra wê derbas bû û wê cesaret da ku were cem me û me bi her du aliyan re gotûbêj kir û me sozek di navbera wan de nivîsî ku lêdan û tundî nema bê dûbare kirin û ger dubare bibe dê sewqî edaleta civakî bê kirin.”

Îman Hemşo behsa doza C. Z. kir û wiha anî ziman: “Ji ber şîdeta derûnî zerar li hevjînê hat û hindikek mabû jiyana xwe ji dest bide. Di encama nakokiya zewacê de C. Z. şewitî û hevjînê wê hewl neda ku agir vemirîne. Me jî bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hevjînê wê xist girtîgehê, lêçûnên tedawiya hevjîna wî da û di navbera wan de hevberî çêbû.”

'Mêr jî serledana Mala Jin dikin'

 Îman Hemşo destnîşan kir ku gelek jin tundiya ku li wan tê kirin eşkere nakin û wiha got: “Em serdana malan dikin da ku dijwarî û êşên jinên ku rastî tundiyê tên û eşkere nakin, nas bikin. Dema jin dixwaze tundiya ku lê tê kirn eşkere bike hevjînê wê, wê bi hevberdanê tehdîd dike. Armanca me ne têkbirina malbatê ye, em hewl didin ku bi diyaloga di navbera her du aliyan de çareseriyekê pêk bînin. Wekheviya di navbera her du zayendan de yek ji prensîb û pêşîneyên me ye. Giliyên ku ji Mala Jinê re hatine şandin, di çarçoveya nepeniya kar de dimînin û ji raya giştî re xuya nakin, lewra ti tiştek ku navûdengê malbatê dixe metirsiyê tune ye û hişyarî heye. Gelek mêran jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên malbatî daxwaza alîkariya me kirine.”

Armanca Mala Jin bi dawîkirina rêjeya tundiyê ye

Îman Hemşo di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Armanca me weke Mala Jinê ew e ku em şîdeta li ser jinê kêm bikin û bi temamî bi dawî bikin û em ji hemû pirsgirêkên civakê re çareseriyê bibînin. Ger edaleta civakî bê sepandin tu pirsgirêkek me çênabe. Pirsgirêka şîdeta li ser jinê mijareke cîhanî ye, ji ber vê yekê vekirina saziyên ku bi parastina jinan re eleqedar in pêwîstiyeke civakî ye.”