Li Yemenê jinên rojnameger di nava mercên bi xeter de dixebitin

Raporên navneteweyî nîşan didin ku li Yemenê rojnameger her dem di bin gefê de dixebitin, vê rewşê bûye sedem ku gelek kes neçar bimînin welat biterikînin, hinek ji wan jî bi tirsa ku bibin hedef an xebatên xwe kêm kirine yan jî naxebitin.

RAHME ŞANZÛR

Yemen- Li welatekî ku xebatên medyayê bi xeter in de, bi kuştina rojnameger Reşa el-Harazî re şîdeta li dijî rojnamegeran nîşan da. Vê bûyerê tenê yek ji mînakên binpêkirina li dijî jinên di medyayê de ye. Di rewşa ku gefên ewlekariyê û astengiyên civakî ketine nava hev de ji bo jinan mercên ku bikaribin bi awayekî bi ewle bixebitin nemaye. 9’ê Mijdara 2021’ê rojnameger Reşa Abdullah el-Harazî ya 27 salî ne ji bo çêkirina nûçeyek û eşkerekirina gendeliyan, ji bo welidînê diçû nexweşxaneyê lê bi bombeya ku di wesayîda wê de hatibû bicihkirin, hat kuştin, hevjînê wê yê rojnameger Mahmud el-Atmî jî bi giranî birîndar bû.

Vê sûîqesta ku medyaya Yemenê hejand, tenê bûyereke ferdî nîn e, teyîsîna êşa ku jinên rojnameger ên Yemenî dikşînin e. Rojnameger bi têkoşîna rojane ya ku bi tirsa mirinê didome, bi kampanyayên ku bedena wan dike hedef, rasterast bûne hedefa zextan û tasfiyekirina fizîkî. Ev yek jî nîşan dide ku li welat edalet nemaye.

Sînorên li pêşiya hebûnê û zêdebûna xeteran

Daneyên heyî, asta zoriyên ku rojnamegerên li Yemenê bi wan re rûbirû ne nîşan didin. Li gorî akenteke ku Sendîkaya Rojanmegerên Yemenê kiriye, rêjeya jinên di saziyên medyayê de dixebitin tenê ji %20 e. Ev yek jî nîşan dide ku di qada medyayê de temsîliyeta jinan kêm e. Wekî din jî pirsgirêk ne tenê hejmara kêm e, mercên ku tê de dixebitin bi serê xwe pirsgirêk in. Raporên Mafên Mirovan, her sal bi sedan binpêkirinên li dijî rojnamegeran qeyd dikin. Di navbera van binpêkirinan de binçavkirin, gef, darizandin, astengkirina xebatê û êrîşên bi qest hene.

‘Ji 2000’î zêdetir binpêkirin’

Di salên şer de van binpêkirina zêdetir bûne. Sendîkaya Rojnamegerên Yemenî, bi Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî re, di sala 2015’an de ji dema destpêka şer ve heta niha bi giştî 2014  bûyerên binpêkirina çapemeniyê belge kir. Sendîkayê vê rewşê, weke “Ji dema ku yekîtiya di sala 1990’an de ji nû ve çêbû ve heta niha pêla herî berfireh a binpêkirinan” bi nav kir.

Di navbera van binpêkirinan de 482 bûyerên binçavkirinê (revandin, girtin û şopandin), 244 êrîş, 223 bûyerên gef û kampanyayên sorkirinê hene. Her wiha 212 malperên înternetê hatine astengkirin, 175 doz û lêpirsîn, 125 birandina mehaneyan, 74 bûyerên îşkenceyê û 72 car qedexeya li ser çêkirina nûçeyan hatine belgekirin. 55 hewldanên sûîqestê û kuştina 46 rojanmegeran hatiye belgekirin. Girtina 165 saziyên medyayê, bi awayekî kêfî derxistina 41 kesan ji kar û destdayîna ser milkê 38 saziyên medyayê jî di raporê de cih digrin.

Rojnameger, ji ber gefa ewlekariyê û astengiyên civakî, di bin xeterek mezin de ne. Ev rewş, rewşa wan a pîşeyî tevlihevtir dike, zoriyên ku rojane derdikevin pêşiya wan zêdetir dibin.

‘Wekî ku em di nava daristanek de bijîn’

Rojnamegera Yemenî Rinad el-Umranî wiha dibêje: “Rastî pir bi êş e. Wekî ku em di nava daristanek de bijîn û tu zagoneke ku hem ji bo em jin in hem jî xebatkarên medyayê ne biparêze tune ye. Em li derve nikarin mafên xwe yên rojnamegeriyê bi eşkere bijîn. Nikarim nêrînên xwe yên siyasî bînim ziman û bi awayekî azad xwe îfade bikim lewre dibe ku ji ber vê yekê zirarê bibînim. Bi taybetî ji bo jinên li qadan dixebitin, gelek bûyerên bi xeter û tirs hene. Dema ku hûn diçin cihekî, dibe ku hûn carna bibin hedefa komek. Ev yek jî me neçarî bêdengiyê dike û em hewl didin li gorî rastiyeke sosyo-çandî ya hişk tevbigerin. ”

Rinad el-Umranî, bal kişand ku tunebûna parastina zagonî, li pêşiya azadiya ramanê dibe astengî û wiha domand: “Hukumet berpirsyariya parastina me nagire ser xwe, zagonên ku me biparêzin tunene. Ji ber vê yekê nikarim meyldariyên xwe yên siyasî vebêjim. Her wiha gelek derfetên kar jî xwedî aydiyetên siyasî ne.”

‘Li herêmê ev rastî zortir e’

Seroka Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Taîzê Dr. Zekra el-Arikî, got ku li Yemenê rewşa jinên rojnameger tenê bi zoriyên pîşeyî re sînordar nîn e, krîzeke kûrtir a civakî heye û wiha berdewam kir:

“Li Yemenê rewşa jinên rojnameger, dibe ku bişibe rewşa li welatên Ereb lê di rastiyê de zortir e. Sedema vê, ew ku civak di warê rola jinan a di medyayê de zana û haydar nîn e û desteka saziyên fermî kêm e. Her wiha ji ber xeterên li ser ewlehiyê ku ji şer û pevçûnan çêbûne û zoriyên civakê, rewşa xebatkarên medyayê heta tu bibêjî zortir bûye.”

Zexta aborî bar girantir dike

Dr. Libya Seîd jî balê dikşîne ser aliyê aborî, diyar dike ku bi taybetî di salên şer de rewşa jinên rojnameger ji ber birandina mehaneyê û bêewlehiya kar pir xirab bûye. Libya Seîd dide zanîn ku rojnameger ji parastinê bêpar in, çûnhatina bajaran bi xeter bûye, ev yek derfetên xebatê yên li qadê bi sînor dike û bi gotinên; “Gotina rastiyê êdî xeter e. Atmosfereke ku tehemul ji dengê cuda re tune ye serdest e” balê dikşîne ser rojnamegerên ku di salên dawî de ji ber ragihandina rastiyan hatine kuştin.

Tevî van hemû zoriyan jî hewldan û berxwedana rojnamegeran didome. Gelek rojnameger ji bo ku cihekî bikaribin dengê xwe bi azadî bidin bihîstin û dengê civakê ragihînin bibînin; berê xwe didin platformên medyaya dîjîtal. Bi berdewamkirina zoriyên ewlehî, civakî û aborî re, pêşeroja rojnamegerên jin ên li Yemenê nediyartir dibe. Tevî hemû xeteran jî rojnamegerên jin ên Yemenî serpêhatiyên xwe dinivîsînin. Ew ne tenê nûçeyan radigihînin, hêviyê jî diafirînin.