Li Misrê jinek ciwan bi ‘Mafên Te’ piştgiriya hiqûqî dide jinan

Rehîq Eymen a 15 salî, bi bernameya "Mafên Te" hewl dide hişiyariyê di nava jin û jinên ciwan ên Misrê de belav bike û li hemberî pirsgirêkên civakî piştevaniya wan dike.

ESMAA FETHÎ

Qahîre – Rastiya jinê û jinên ciwan ji aliyê gelek aloziyan ve hatiye dorpêçkirin. Di nav vana de çanda civakî ya derbarê rola jinan û kêmbûna mafên wan ên civakî jî heye. Sazî û însiyatîfên jinan ji bo rastiya jinan biguherînin gelek amûrên cuda yên piştevaniyê û mekanîzmeyên parastinê pêşkêş kirin.

Xelata Keça Ereb û Teknolojiya 2024’an girt

Rehîq Eymen a 15 salî herî dawî bernameyek bi navê "Mafên Te" çêkir. Ev bername agahiyan dide jinan û jinên ciwan da ku di krîz û rewşên cuda de alîkariya wan bike. Bernameyê yekem xelata Rêxistina Jinên Ereb bi navê "Keça Ereb û Teknolojiya 2024" ji Komkara Erebî girt.

Naverokên bernameya ‘Mafên Te’

Rehîq Eymen derbarê naverok û armanca çêkirina bernameya "Mafên Te" de anî ziman ku ji berê de meraqa wê li ser bernamesaziyê gelek hebûye û wiha got: “Bernameya ‘Mafên Te’ gelek beşên girêdayî jinan digre nav xwe; Ofîsa Elektronîk a jina Erebî ku tê de gotar û nivîsên piştevaniya pirsgirêkên jinan dikin, hene. Her wiha di nava xwe de mekanîzmeyên xwe parastinê jî hene. Di vê bernameyê de hinek numereyên parastina serfkaran, Wezareta Hundirîn û Parastinê yên ku pêwîstiya jinan bi xwestina alîkarên ji wan, heye. Her wiha malperên fermî yên rêxistina zaroktî û zarokanînê, encûmena niştemanî ya jinan, UNICEF û Global Fund For Wamen di bernameyê de hene."

Beşa 'Rast tevbigere' di bernameyê de hat avakirin

Rehîq Eymen da zanîn ku ji bo bikaribe bersiva hemû pirsên jinan bide, di bernameyê de beşek bi navê "Rast tevbigere" ava kiriye. Rehîq wiha qala vê beşê kir: "Ji bo ku ku bikaribim hemû pirsên jinan û jinên ciwan bidim, min di bernameyê de beşa bi navê "Rast tevbigere" ava kir. Tê de qala pirsgirêkên jinan û riyên çareseriyên wan dike. Di vê beşê de jin dikarin gelek sûdan bigrin. Bi riya weşandina dîmenan, hişyariya di nava jinan de belav dike. Li kêleka wê gotarek heye ku piştevaniya jinan dike."

Hewl dide bernameya xwe pêş bixe

Rehîq Eymen  ji bo ku bêhtir alîkariya jinan bike, hewl dide bernameya xwe bipêş bixe. Rehîq wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ji bo ku ev bername bêhtir bikaribe alîkariya jinan bike û destek bide wan, ez hewl didim jimara beşa awarte lê zêde bikim ku ji jinan re bêhtir alîkar be. Divê gelek xebat ji bo pêşxistina bernameyê bê dayîn ku xwe bighîne hemû jinan û jinên ciwan, da ku karibin bi hêsanî vê bernameyê bikar bînin.”