Li Mexribê jinên mexdûrê tundiyê rastî prosedûr tên

Jinên ku li Mexribê rastî tundiyê tên, di pêvajoya darazê ya ku ji bo dawî li tundiya rastî tên didin destpêkirin de, rastî gelek astengiyan tên.

HANAN HARITE

Mexrib- Sayîde Kozî ya yek ji damezrînerên Komeleya Jinan a ku ji bo jinên rastî tundiyê tên qadên bi ewle avadike, banga bi lez kirin aktîvkirina tedbîrên parastinê ya di çarçoveya qanûna jimare 13/103 ya tundiya li ser jinan li Mexribê kir. Sayîde Kozî diyar kir ku jinên rastî tundiyê tên serî li komeleyê didin û wiha got: "Jinên rastî tundiyê tên, dema serlêdanê me dikin zehmetiyên ku di gihandina yekîneyên têkildar de dijîn ji me re vedibêjin."

Sayîde Kozî da zanin ku li Mexribê li pêşiya serlêdanên jinên rastî tundiyên cuda tên ya ji bo saziyên pêwendîdar jinên de gelek astengî hene û wiha got: “Piraniya jinan ji qanûn û prosedûrên tên meşandin bê agahî ne. Ji bilî di asta pêkanînên li dadgeh, nexweşxane û qereqolan de jî astengî çêdibin. Ev pêkanîn jinan teşvîk nake ku biçin îhbar bikin.”

'Ji jinan delîl tên xwestin'

Sayîde Kozî da zanîn ku ji jinên rastî tundiyê tên, delîlên ku rastî tundiyê hatine tê xwestin û wiha axivî: “Lê belê herî zêde tundî bi şev di hundirê malê de pêk tê û ji ber vê jî ji bo jina ku rastî tundiyê hatiye zehmet e ku delîlan pêşkêş bike. Di rewşên wiha de, divê hezên dewletê ji bo dîtina delîlan rasterast lêkolîn û vekolînên têr bikin û lêpirsîn bidin dest pê kirin. Dema ku jinek rastî tundiyê tê were ber çavan girtin û der barê tundiyê de lêkolinek bike.” Sayîde Kozî anî ziman  ku li hemberî jinên ku rastî tundiyê tên,  gelek prosedurên tevlîhev hene.

'Divê prosedur bên hêsankirin'

Sayîde Kozî diyar kir ku li Mexribê di warê bersivdayîna rayedarên dewletê ya li hemberî tundiya li ser jinan de nexweşxaneyê xwedî pratîkên herî baş in û di vê rewşê de jî wêrekî dide jinan. Sayîde Kozî bang kir ku ji bo parastina jinan ji her cure tundiyê bê zêdekirin divê ev pêkanîn li hemû nexweşxaneyan bên berfirehkirin. Sayîde Kozî banga xurtkirina tedbîrên parastinê û bi lez aktîvkirina tedbîrên parastinê yên li gorî yasaya jimare 13/103 ya tundiya li ser jinan û durxistina êrîşkaran kir, her wiha daxwaz kir ku cihên ewle yên nêzî jinan bên dabînkirin û prosedûrên îhbarê bên hêsan kirin. Sayîde Kozî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê ji bo jinan derfetên stargeha lezgîn jî bên misoger kirin.”