'Konfederasyona jinan ji bo xurtkirina hevgirtina têkoşîna jinan e'
Aktîvîsta femînîst Fereh Sabêr ku beşdarî kongreya Hevgirtina NADA’yê bû tekez kir ku ev kongre ne gaveke hêsan, destkeftiyek bûye û got: "Konfederasyona jinan ji bo xurtkirina hevgirtina jinan e."

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Silêmanî –Ji Kongreya Hevgirtina NADA’yê ya ku sê rojan li bajarê Silêmaniyê yê herêma Kurdistanê bi dirûşma "Bi Şoreşa Jinan Ber bi Civakek Demokratîk ve" domiya, diyar bû ku Konfederasyona Jinên Demokratîk dê bibe sîwanek ji bo xurtkirina hevgirtina jinan û têkoşîna ji bo bingeheke yegkirtî li ser esasê referansek gerdûnî ku mafên jinan misoger dike û wan bi zagonî bi riya qanûndayînê diparêze.
'Kongreyê têkiliyek di navbera jinan de ava kir'
Aktîvîsta mafên jinan û Dr. Fereh Sabêr a ku beşdarî kongreya Hevgirtina NADA’yê bûye diyar kir ku jin di bin sîwana xizmetkirina pirsgirêkên jinan ji welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li hev civiyan û got: "Bi armanca peydakirina riyên xebatê li ser esas û prensîbên nû ku maf û hebûna jinan misoger dike, em kom bûn. Kêşeyên ku jin bi wan re rûbirû dimînin li hemû welatan weke hev in. Kongreyê girêdanek di nav pirsgirêkên civakî, siyasî û aborî de ava kir. Hikumet nebû bersiv ji pirsgirêkên jinan re û riyên çareseriyê nedît. Ji ber vê kombûna me bi berçavgirtina taybetmendiyên her civakê, pirsgirêkên me nîşanî me da."
'Konfederasyona jinan jinên Rojhilata Navîn li hev kom dike'
Fereh Sabêr der barê girîngiya hebûna konfederasyona jinan de wiha axivî: "Hebûna konfederasyoneke jinan gaveke gelek baş e. Girîng e ku dengekî femînîst ê bihêz bilind bibe ku pirsgirêkên jinan eşkere bike û edaletê bide wan. Hebûna wê jî hewcedarî wê bi xebatên girêdayî saziyên navneteweyî yên weke Neteweyên Yekbûyî, xebata sazî, fînans û çavdêriya berdewam, heye. Ji ber ku hevgirtin ji bo bi awayekî saxlem û yekgirtî bixebitin, pêwistî bi piştevaniyê dibîne. Konfederasyona jinan, jinên Rojhilata Navîn li hev kom dike."
'Konfederasyona Jinan guh dide dengê jinan bi zimanekî hevpar'
Fereh Sabêr di axaftina xwe de da zanîn ku konfederasyona jinan, li dengê jinan bi zimanekî hevpar guhdar dike û wiha pêl da gotinên xwe: "Li Rojhilata Navîn û Afrîkayê ji ber ku jin di aloziyên wekhev de encama şer û pevçûnan her wiha ji ber paşguhkirina civakî û tundiya ku tê meşandin dijîn, hewcedarî bi konfederasyonek hevpar hebû. Jinên Sûriye û Xezayê heta vê kêliyê bi tundî û kiryaran re dijîn. Li dijî mirin û qirkirinê li ber xwe didin. Armanca konfederasyonê jî piştevaniya jinan e û hewl dide dengê wan ragihîne."
'Divê taybetmendiyên jinan li ber çavan bên girtin'
Fereh Sabêr di dawiya gotinên xwe de da zanîn ku divê kongre xwedî çarçoveyek rastîn be, bi riya wê rêxistinên jinan dikarin bingehan ava bikin û got: "Ger bernameyên me nêzî rastiyê bin dê çareseriyên wan û bidestxistina armancên kom û hevgirtinên jinan hêsantir be. Di heman demê de berçavgirtina taybetmendiyên jinan jî pêwist e."