Nûnertiya jinên Lîbyayî di cihê biryardayînê de kêm e
Aktîvîstên Lîbyayî dan zanîn ku astengiyên civakî yên ku li Lîbyayê xeyalên jinan difetisînin, rastiyek aloz eşkare dikin. Aktîvîstan destnîşan kirin ku di vê rastiyê de faktorên civakî û çandî bi nebûna piştgiriya sazî re têkildar in.

MONA TUKA
Lîbya – Lêkolîneke nû ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve li ser jinan hatiye kirin, di Nîsana borî de di rûniştineke nîqaşê de hat pêşkêşkirin. Lêkolînê, aşkera kir ku jin bi qasî ji sedî 46’ê hêza kar di saziyên hikûmeta Lîbyayê de pêk tînin, lê temsîla wan di pozîsyonên serokatiyê de hê jî bi girîngî kêm e.
‘Sepandina zagonên ku piştgiriyê didin jinan lawaz e’
Encamên lêkolînê nîşan dan ku jin di qadên taybet ên wek perwerdê de, ji sedî 70 û tenduristiyê de ji sedî 63 kom bûne. Lêkolîn dibêje ku lê hebûna wan di warên girîng ên wek parastin de ji sedî 4 û karûbarên navxweyî de ji sedî 7 kêm e. Lêkolînê her wiha aşkera kir ku sepandina zagonên ku piştgiriyê didin jinan lawaz e û astengiyên civakî û çandî ku gihîştina jinan bo cihên biryardanê sînordar dikin, berdewam in.
'Ji bo bihêzkirina jina Lîbyayî hewlên navnetewî divê'
Wezîra Dewletê ya Karûbarên Jinan Dr. Huriye Tarmal diyar kir ku ji bo hêzdarkirina jinên Lîbyayê pêdivî bi hewldanên navneteweyî û herêmî yên hevgirtî heye û wiha got: "Ez bang li hemû jinan dikim ku di hemû mijarên siyasî, aborî û civakî de bibin yek. Bawer im ku em ê bi hev re bighîjin vê armancê. Em ê ji bo jinên Lîbyayê, hawîrdorek bi ewle biafirînin."
'Divê dengê jinan bê bihîstin'
Nûnera Jinan a Neteweyên Yekbûyî ya li Lîbya û Tûnisê Florans Bastî tekez kir ku pêwîst e encamên lêkolînê veguherînin polîtîkayên pratîkî û wiha axivî: "Divê em rêveberiya saziyan xurt bikin, pergalên pêşveçûna li ser bingeha wekheviyê bicîh bînin û ji bo jinan jîngehên xebatê yên ewle û piştgirî biafirînin. Divê em berdewam guh bidin dengê jinan, bi taybetî jî yên ku di eniyên pêşîn ên xizmeta giştî de dixebitin."
'Ji ber serdestiya mêr jin li dûrî eniyên pêşî dimînin'
Seroka Sendîkaya Pîşesaziyên Kevneşopî li başûrê Lîbyayê Ayşe Metûq dibêje ku rola jinan li başûr xurt û bi bandor e, lê ew pir caran veşartî ye û nayê dîtin. Ayşe vê yekê bi xwezaya civakê ya baviksalar ve girê dide û dibêje: "Di civakên me de, meylek aşkera heye ku mêr di pozîsyonên serokatiyê de serdest bin. Ev rewş tirsa jinan ji pêşketinê xurt dike û dibe sedem ku gelek ji wan tercîh bikin ku di siya wan de bimînin, dûrî eniyên pêş bin."
'Bandora sînordarkirina civakî ya li ser jinan'
Rojnamevan Mona Ebd El-Muamên bal kişand ser sînordarkirinên civakî yên li dora jinan, bi taybetî li başûr û wiha got: "Çandeke kûr heye ku jinan di serî de berpirsiyarê malbatên xwe dibîne û eger ew di warên xwe yên pîşeyî de biserkevin, pir caran li ser hesabê mal û zarokên wan e. Ev ji ber nebûna piştgiriyê li malê û nebûna avahiyek e ku alîkariya wan bike û hevsengiya kar û malbatê çêkin. Ev yek dibe sedem ku gelek jin ji armancên xwe paş ve gav bavêjin."
'Bê piştevanî jinan ji armancên wê dûr dixe'
Seroka Weqfa Beyt Fezzan Ayşe Yûsif diyar kir ku nebûna hişmendiya xwe li ser rola jinan, yek ji sedemên sereke yên beşdariya wan a qels di postên bilind de ye. Ayşe Yûsif wiha axivî: "Gelek jin xwe bi karên kevneşopî yên wek karûbarên civakî yan jî karûbarên jinan ve sînordar dikin. Her çiqas ew xwedî jêhatîbûnên rêvebirina wezaretên serwer ên wek edalet, karûbarên derve, an tewra parastinê bin jî. Li welatên din, wek Îmaratên Yekbûyî yên Erebî, em jinan di rêzên pêşîn ên karê dîplomatîk de dibînin. Lê li Lîbyayê jin ji ber ku civak piştgiriyê nade vê armancê, dûr dimînin."
'Nebûna hişmeniyê jî rola xwe dilîze'
Çalakvana sivîl Sebriyê Seîd bawer dike ku jinên Lîbyayî ji tirsa berdewam a têkçûnê dikişînin, ku ji hawîrdorek civakî ya kevneşopî derdikeve û got: "Di civakê de cudakariya zayendî heye û nebûna hişmendiyê li ser girîngiya jinan di cihên serokatiyê de heye. Ev tirs ne ji kêmbûna kapasîteyê tê. Lê ji nebûna parastina civakî û piştgiriya sazî ya ku dê bihêle jin bêyî ku di astengiya yekem de werin darizandin, dest bi rêwîtiya xwe bikin."
'Jin jêhartî ne lê şert û merc nabin alîkar'
Çalakvana mafên mirovan û rêvebera Weqfa Beyt Fezzan Xedîca Bedir nêrîna baviksalar a jinan bi temsîliyeta wan a qels di cihên serokatiyê de ve girê da û wiha pê de çû: "Civak hê jî şiyanên jinan di nav sînorên teng de dinirxîne, ku bi warên wek perwerde û tendrustiyê ve sînordar e. Her çend jinan di hin pozîsyonên ku ji wan re peyda dibin de jêhatîbûna xwe îspat kirine jî, zexta civakî û gumanên li ser şiyanên wan nahêlin ku ew bigihîjin pozîsyonên biryardayînê. Ew jêhatî ne, lê şert û merc nahêlin ku ew wek ku divê, xwe îspat bikin."
'Sînordarkirina perwerdehiyê astengiyan ava dike'
Çalakvana meydanî Zemzem Ehmed xemgîniya xwe ji bo tiştê ku wê wek "sînordarkirina jinan di qada perwerdehiyê de" bi nav kir anî ziman û wiha got: "Vê dorpêçkirinê wan ji derfetên temsîliyetê di qadên din ên bi heman rengî girîng de bêpar kiriye. Gelek jin di ezmûnên dijwar re derbas bûne û bi zextên mezin re rûbirû mane û dev ji berdewamiyê berdane. Lê ew dikarin vê yekê ji bo xwe bikin xalek destpêkê ya ber bi hêzkirinê ve. Em hewceyî hişmendiyek nû ne ku rola jinan ji nû ve pênase bike û rê li ber wan veke ku di biryardanê de bibin lîstikvanek sereke."