Li dijî rewşa xirab a aboriyê ji karkeran hemleya ‘Fad Al-Kas’

Li Tûnisê ji ber krîza aborî gelek karkerên jin neçar in di karên paqijiyê û cotkariyê de bixebitin, zehmetiyên mezin dikşînin. Ji ber çûnhatinê gelek ji wan an di deryayan de dixeniqin an jî bi qezayan jiyana xwe ji dest didin.

NAZÎHA BOUSSIDI

Tûnis – Li Tûnisê dema ku bihara erebî derbasî sala xwe ya 12emîn dibe, di warê jiyana xelkê de ti pêşketin çênebûye, berovajî vê yekê, kêmbûn çêbûye. Ji ber qeyrana aborî ya li welêt gel zehmetî kişand, şert û mercên jiyanê yên komên mexdûr ên wekî karkerên paqijiyê û cotkaran dijwartir bû. Rêxistinên sivîl ên ku ji ber şert û mercên baş nebûn çalakî li dar xistin, dest bi kampanya 'Fad Al-Kas' (Îskan tijî bû) kirin. Di pêngava yekemîn a kampanyayê de bajarên ku hejmara karkeran lê zêde ye hatin ziyaretkirin. Pêngava yekemîn a kampanyayê ku di 15'ê Kanûnê de dest pê kiribû, di 7'ê Çile de bi dawî dibe, wê tevahiya meha Sibatê li Qada Kasbahê çalakî bên lidarxistin. Çalakvana civaka sivîl Hebetullah El-Saadî kampanya û serpêhatiyên kedkarên li embarê dixebitin nirxand.

Der barê zehmetiyên ku karkerên li embaran dixebitin ên li Tûnisê de, çalakvana civaka sivîl Hebetullah El-Saadî got: “Mixabin bi salvegera 12’emîn a şoreşê re ku bi dirûşma “kar, azadî, rûmet û niştimanî” bû, em dibînin jinên Tûnisê bi taybetî yên di beşa karên embaran de kar dikin bêrûmet mane. Ji ber ku li hemberî wan hemû şêwazên zordarî, paşguhxistin, cudakarî, çewisandin û destdirêjî jî ji aliyê xwediyên kar ve tên pêkanîn.”

Karkerên jin li cihên ku ji mala wan pir dûr e dixebitin

Hebetallah El-Saadî da zanîn ku jinên ku karkerên li embaran dixebitin pirsgirêkên çûnûhatinê hene û wiha got: “Beriya demekê, karmendek hadhayer li min geriya gilî got û got ew çûye saziya ku tê de hatiye erkdarkirin. Dîtiye ku ew li dawiya gundewarê parêzgeha Benzert li bakûrî Tûnisê ye. Ew bi xwe jî li gundewarê parêzgeha El-Qesrîn ê li rojhilatê welat dijî. Ji 12 salan ve ye li benda erkdarkirina xwe ye. Dema hat jî weke kêrê bidin ser stûyê wê, zorî lê kirin ji ber ku zarokên wê biçûk in û malbat û dayika wê ya temenê wê mezin jî heye nikaribû tevli kar bibe. Ji ber van sedeman gelek jinan dest bi kar nekirin. Tenê ji ber ku hikumeta wan astengiyan dixe pêşiya xebata wan di çarçoveya siyaseta dewletê de, ev jî tiştê herî kêm e em di vê dosyayê de tînin ziman.”

‘Karkerên jin an di deryayê de yan jî di riyan de dimirin’

Li ser binpêkirina mafên karkerên jin jî Hebetallah El-Saadî anî ziman ku karkerên jin ên Tûnisî ji ber nebûna zagonek parastina wan rastî zordariyek mezin tên û wiha pêl da axaftina xwe: "Lewma gelek ji wan jinan bi dizî koç dikin û di deryayê de dimirin an jî di riya kar ên ber bi zeviyên çandiniyê de dimirin. Wisa ye ku ew jiyana xwe di deryayê de û li ser erdê winda dikin. Bêyî ku tu kesê bibînin guhdarî wan bikin û di hundir û derveyî welat de biparêzin. Gelek jin li keştiyên mirinê siwar bûn, tevî hemû metirsiyan dema deryayê derbas dikin rastî binpêkirinên welatên ku gihîştine wan tên.”

‘Divê mafên jinan bên misogerkirin’

Hebetallah El-Saadî wiha domand: “Ez ji desthilatdarên Tûnisê dixwazim li zagonan vegerin parastina jinên Tûnisê bikin û li gorî biryarname û broşorên der barê jinan tevbigerin, sererast bikin. Di hemleyê de bi deng û dîmen me gelek binpêkirin tomar kirin bi taybetî dema veguhestina wan rojane bi kamyonên mirinê bêyî zagonek parastina wan hebe. Pêwîst e zagonek bê derxistin, çawaniya karê karmendan û mûçeyên wan diyar bike û sîgortaya tendirustî û civakî jî hebe ji ber ku tu mafên wan nîn e tenê bi karta danasînê ku hemwelatiyên Tûnisê li ser hatiye nivîsandin, bi wan ve girê didin. Ew jin di şert û mercên gelek zehmet de kar dikin ev bi xwe jî şermeke mezin e.”

‘Dê kampanya bi hemu leza xwe bidome’

Li ser hemleya ‘Fad Al-Kas’ Hebetallah El-Saadî anî ziman ku ew weke sê kes desp bi vê hemleyê kirine û wiha got: “Me sê damezrîner û nûnerên karkerên hadhayer dest bi hemleya ‘Fad Al-Kas’ kir. Di asta yekem de ji bo daxwazên karkerên hadhayer bû. Hemle dê vekirî be ji bo hemû tevgerên civakî yên ku em girîngiyek mezin didin wan. Daxwazên me ji bo lezkirina erkdarkirina koma yekem ji karkerên hadhayer e. Ji bo sala 2023’yan jî du komên din dê bên erkdarkirin. Em rêbaza erkdarkirina komên yekem ji karmendan û dabeşkirina wan ji derveyî eyaletên wan red dikin. Divê komên duyem û sêyem jî di sala 2023’yan de bên erkdarkirin. Hejmara karkerên koma yekem dest bi kar kirine bê diyarkirin û yên dest bi kar nekirine jî tevlî koma duyem bibin. Zêdekirina ku di Mijdara 2022’yan de biryar dane pêk bînin, li sîgortaya civakî û tendirustiyê vegerin û karmend deftera dermankirina bê beramber bi dest bixin.”