Hevgirtina Jinên Ereb: Ji Hişyariya Takekesî ber bi çalakiya kolektîf a rêxistinkirî ve
Hevgirtina jinên Ereb hêzeke çalak e ku ji sînorên erdnîgarî û çandî derbas dibe û stûnek bingehîn di têkoşîna ji bo mafên jinan û edaleta civakî de pêk tîne.

ÎXLAS HEMRONÎ
Tûnis – Di nav guhertinên lezgîn ên siyasî, civakî û teknolojîk ên li cîhana Ereban diqewimin de, tevgera jinan ji şêweyên kevneşopî yên têkoşînê derbas dibe. Ev yek veguherînên kûr di hişmendiya jinên Ereb de û şêweyên cihêreng ên ku hevgirtina jinan girtine nîşan dide. Ev hevgirtin ku êdî ne tenê demsalî yan elîtîst e, berfirehtir û rêxistinkirîtir bûye ku gihîştiye asta mezinbûna tevgera jinan û hişmendiya pêwistiya bandorkirina li ser rastî û siyasetê nîşan dide.
Cureyên tevgerên jinan
Çalakvana mafên mirovan Munîra Bo Ezîzî bawer dike ku du cureyên tevgera jinan hene, tevgera pêvajoyî û berdewam û got: "Çalakvaniya demsalî bi hinek bûyerên taybet bi sînordar e, weke Roja Jinan, Roja Dayikan, an bûyerên din ên. Ev tevger pir caran bi sembolîzma xwe ya pîrozbahiyê yan jî ya têkildarî medyayê sînordar e, bêyî ku veguhere guherîneke rastîn an mayînde. Ev cure tevger têkoşîneke domdar çênake û bi veguherînên rojane yên ku jin bi wan re rûbirû dimînin re nagihîje astê. Tevgera berdewam bi nermbûna xwe tê diyarkirin. Ew bi dem, çîn an cih ve ne girêdayî ye. Li gorî şert û mercan bi awayekî xweber derdikeve holê, li gorî hewcedariyê bipêş dikeve û xwedî armancên demdirêjtir e."
Hevgirtina jinan hêzeke mezin a têkoşînê ye
Munîra Bo Ezîzî tekez kir ku hevgirtina jinan di salên dawî de ji hesteke hestiyarî yan exlaqî veguheriye hêzeke rastîn ku dikare bandorê li guhertinê bike û pêk bîne. Munîra wiha axivî: "Jin êdî ji bo mafên xwe bi dengekî bilind diaxivin û hevgirtinek berbiçav bi hev re nîşan dane. Ev veguherîn encama hewldanên têkoşînê yên berhevkirî û salên hişyarî û rêxistinbûnê ye. Hevgirtina jinan dikaribûye zextê veguherîne hêza têkoşînê ya bihêz û deriyên ku berê ji wan re ne girtîbûn ji bo jinan vekiriye. Xebata hevgirtina jinan ne tenê bi derketina kolanan û organîzekirina xwepêşandanan ve sînordar e lê bi awayên curbecur tevdigere, di nav de hişyarkirin, nivîsandin, piştgirî, avakirina komeleyan û toran ku hemû rêbazên piştgirî û hêzdarkirina jinan in hene. Hevgirtina jinan diyar dike ku jin dikarin hemû astengiyan derbas bikin û di gelek waran de ji mêran bêhtir serkeftinê bi dest bixin."
‘Jin hebûna xwe di her warî de diyar dikin’
Munîra Bo Ezîzî wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Tevgera jinan berfireh dibe, jin bêtir pabendî mafên xwe dibin û ji rêbazên têkoşînê yên berdest bêtir haydar dibin. Tiştê ku em îro di warê derketina raman, pêşniyar, rêxistin û komeleyên nû de dibînin delîl e ku di pêşerojê de gelek tişt li benda wan in. Jin êdî li benda kesek nîn in ku cih bide wan ew bi xwe diafirînin û hebûna xwe di her warî de piştrast dikin."
‘Hewcedarî bi berfirehkirina hevgirtina jinan heye’
Çalakvana mafên mirovan Hind Omarî bawer dike ku hevgirtina jinan nikare ji çarçoveya berfirehtir a mafên mirovan were veqetandin û wiha dibêje: "Yek ji xuyangên herî berbiçav ên vê hevgirtinê di dema niha de beşdariya jinan a di "Konvoya Berxwedanê" de ye ji bo şikandina dorpêça li ser Xezayê ku îfadeyek girîng û bi bandor a beşdariya jinan di mijarên mirovî yên sereke de ye. Beşek ji tevgerên jinan ji bo jiyan, azadî û rûmetê dixebitin. Beşa din jî ji bo wekhevî, edaleta civakî û mafê karkirinê dixebitin. Her tevgerek jinan li gorî xwezaya welatê xwe tevdigere. Her wiha her binpêkirin dema ji aliyê çapemeniyê ve bal were kişandin dê bibe dozek giştî û cîhanî. Ev yek jî bi hevgirtineke giştî ya di navbera jinan de gengaz e.”
‘Divê piştgirî ji beşdariya jinan re were dayîn’
Hind Omarî da zanîn ku jinên Ereb beşdarî jiyana giştî bûne lê ev tevlîbûn li hinek welatan têrker nîn e. Ji ber ku beşdariya lawaz bandorê li hebûna wan di parastina dozên wan de dike û wiha bi dawî kir: “Divê qadên giştî ji jinan re bên vekirin, piştevanî ji beşdariya wan re bê dayîn, xebatên giştî werin berfirehkirin da ku hemû kesan di nav xwe de bigre. Ev jî dê domandina hevgirtinê misoger bike.”