‘Li Cezayirê bûyerên hevberdanê zêde dibin'
Seroka Meclîsa Niştimanî ya Komeleya "Hûriyê" Etîqa Herîşan diyar kir ku bûyerên hevberdanê di nava civaka Cezayirê de ji ber tunebûna hişmendiya civakê û malbatê zêde dibin.

RABÎA XERÎS
Cezayir- Di demên dawî de Cezayir bûye şahidê zêdebûna bûyerên hevberdanê. Ev jî dibe sedema avakirina krîzek civakî. Her wiha ev bûyer pirsan li ser sedemên vê bûyerê, bandorên wê yên li ser avahiya civakê û çareseriyên berdest derdixe holê.
Faktorên aborî û civakî dibin sedem ku bûyerên hevberdanê zêde bibin. Li gor bilançoyên fermî rojane 240 bûyerên hevberdanê di sala 2024'an de hatiye tomarkirin. Yanê zêdetirî 87 hezar û 600 bûyer di salê de hatiye tomarkirin. Çalakvanan jî tekez kirin ku ji bo bilindkirina hişyariyê û kesên ku dixwazin bizewicin, hewcedarî bi amadekirina planek berfireh heye. Çalakvanan gotin ku li ser bingeha avakirina malbetê ya di civaka Cezayirê de, divê civak bê perwerdekirin.
'Hişmendî tune ev jî rê li ber hevberdanê vedike'
Seroka Meclîsa Niştemanî ya Komeleya "Hûriyê" û endama ‘Meclîsa Niştimanî ya Jin û Malbatê ya girêdayî wezareta Hevgirtin, Malbat û Dozên Jina Cezayirî’ Etîqa Herîşan bal kişand ser pirsgirêk û bûyerên hevberdanê yên li Cezayirê û wiha got: "Zêdebûna bûyerên hevberdanê ya di civaka Cezayirê de, bandorê li ser zarokan jî dike. Ji ber ku herî zêde zarok dibin qurbaniyên van bûyeran. Di heman demê de hevberdan îstiqrara malbatê jî dike nav xeteriyan. Rûdana vê bûyerê jî ji ber nebûna zanebûna malbatê ye. Divê beriya ku zagon dêkevin meriyetê, hemleyên zanebûnê di nava jin û mêr de bên zêdekirin."
'Zarok herî zêde ji hevberdanê bandor dibin'
Etîqa Herîşan da zanîn ku bûyerên hevberdanê herî zêde di temenên mezin de rû didin û bi navê "Hevberda gewir" tên pênasekirin. Ev bûyer jî herî zêde ser jinan bandor dike ji ber zagonên girêdayî zarok anînê hene. Li gor xala 65'an a zagona Malbatê ya Cezayir dema girtina zarokê nêr 10 salî be û ya zaroka keç jî heya temenê wê ya zewacê bi dawî dibe. Her wiha dadger jî dikare demê giritna zarokê nêr heya 16 salî dirêj bike eger parêzvan dayîk be û carek din nzewice. Di destpêka vê salê de, guhertin di qanûna zewacê ya Cezayîrê de hatin kirin, tê de temenê zewacê 19 salî hat diyarkirin. Her wiha xala girtina zarokan jî hat guhertin û jina berdayî û mafên zarokên wê parastî dimîne."
'Divê rola jinan di civakê de bê aktîfkirin'
Etîqa Herîşan sedemên "Hevberdana gwir" bi kombûna pirsgirêkan û ne çareserkirina wan ve girê da û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Hewcedarî bi xurtkirina hevkariya di navbera komele û şêwirmendên pispor ên têkiliyên malbatê de ji bo bilindkirina asta hişmendiya civakê, heye. Her wiha divê têkoşîn ji bo aktîfkirina rola jinan a di civakê de jî bê kirin."