‘Jin ji mafên xwe yên di dema zewacê de bê par dimînin’

Parêzer Zahîra Haidan xwest Qanûna Malbatê ya Mexrîbê bi awayekî ku jin para xwe ya di dema zewacê de bi dest xistine bistînin, bê sererastkirin û got: “Divê bi karê malê û karên rojane têkariya jinên malê ji bo malbatê were dîtin.”

RECA XÊRAT

Mexrîb - Parêzvanên mafên jinan ji bo guhertina Qanûna Malbatê ya ku ji sala 2004’an ve li Mexrîbê di meriyetê de ye têdikoşin.  Yek ji guhertinên ku tê xwestin di Qanûna Malbatê de bê kirin, parvekirina milkên ku di dema zewacê de piştî hevberdanê hatine bidestxistin e.  Daxwazên rêxistinên mafên mirovan û femînîst ên li Mexrîbê yên ji bo guhertina sererastkirinên li dijî jinan, wê li Konseya Bilind a Zanistê ji milê “Îslamî” were nirxandin.

‘Ji ber têkariya jinan parek ji serwetê dihat dayîn’

Parêzera Marakeşî û parêzvana mafên mirovan Zahîra Haidan, got ku jin beşdarî pêşxistina dewlemendiya malbatê dibin, lê li hin deverên Mexrîbê ev têkarî bi zelalî nayê destnîşankirin. Zahîra Haidan wiha got: “Mînak li herêmên Başûrê Mexrîbê ji vê re dibêjin ‘karkirin û hewldan’, li Bakurê Mexrîbê ji bo para karê malê ‘mafê tehemûlkirina zehmetiyan’ tê gotin. Tevî ku navên li gorî herêman cuda bûne jî, ji demên kevnar ve, di bûyera mirina hevjînê jinê û hevberdanê de, êl li hev kom dibûn û ji mal û milkê jin jî ji serweta ku maye, ji ber têkariya wê ya di afirandina vê dewlemendiyê de, parek dihat dayîn.”

‘Ti şertên ku madeya 49’an dabîn bike tune ye’

Zahîra Haidan da zanîn ku jinên ku hevjînê wan diçin ji derve ji bo kar, di malên xwe de honan, xalîçe, betaniyên hirî û berhemên din ên destçêkirî çêdikin û wiha got: “Ji bo vê jî pêwîst e ku para xwe ya ji dewlemendiya ku di dema têkiliya zewacê de bi dest xistiye were dayîn. Ev êdî ne di meriyetê de ne, ji ber ku ew kevneşopî dimînin ku tenê li van herêman derbasdar bûn û bi şert û mercên ku ji bendê 49’ê re pêşkêş dikin, ya ku dabeşkirina milk di navbera hevjînan de piştî hevberdanê peyda dike.”

‘Jinên ku bê qeyd an jî li malê dixebitin nikarin delîlan nîşan bidin’

Zahîra Haidan diyar kir ku di madeya 49’an de di prensîba “Karkirin û hewldan” de pênaseya “Hevjîn dikarin lihev bikin ku mal û milkên ku di dema zewacê de hatine bidestxistin parve bikin” heye û got:

“Ev prensîb eşkere dike ku berpirsiyariya malî ya her aliyek serbixwe ye û ev yek naqede heya ku her du alî li hev nekin ku tiştê ku di dema têkiliya zewacê de bidest dixin mafê her du aliyan e. Ew diyar dike ku ev yek tenê dikare bi şertê ku di navbera her du aliyan de lihevkirinek çêbibe ku peymana zewacê dihewîne û her du alî jî xwedî mafê milkê ku di dema têkiliya zewacê de bi dest xistine. Ev peyman bendên gelemperî yên delîlan bikar tîne, tê vê wateyê ku divê her du alî wê bi belgeyên guncaw îspat bikin! Derbarê van delîlan de, piraniya jinên ku di pîşeyên neqeydkirî de dixebitin an jî li malê kar dikin, ti delîl nînin ku pêşkêşî dadgehê bikin ku beşdariya xwe di avakirina vê dewlemendiyê de nîşan bidin. Dadgeh, daxwaza delîlan dike, wek nimûne, derbarê jinekê de ku ji bo berjewendiyê hevjînê xwe pere diguhezîne yan jî hin pêdiviyên malê peyda dike. Dema ku delîl nikaribin pêşkêş bikin, vê carê dê tazmînata bi navê ‘Muta’ ku li gorî şert û mercên din tê destnîşankirin, bide.”

‘Piraniya jinan naxwazin peymana zewacê îmze bikin’

Zahîra Haidan, anî ziman ku tazmînata “muta” jî “rumet dişkîne” ye û got ku divê ev pêkanînên ku derbasbûyîna xwe winda kiriye bên rakirin. Zahîra Haidan bal kişand ser girîngiya peymana zewacê, diyar kir ku piraniya jinan di dema zewacê de ku pîşeya xwe çi be jî bi cih anîna peymanê red dikin û got: “Ev rewş hebûna niyeteke veşartî di têkiliya zewacê de nîşan dide. Tê fikirîn ku peymanek gengaz dê di navbera her du aliyan de nebaweriyê çêbike. Piraniya jinên ku naxwazin vê yekê bijîn, diyar dikin ku ji bo îmzekirina peymana zewacê ne hewce ye ku erkdarek berpirsiyar be. Ev rewş jinan piştî hevberdanê ji mafên wan bêpar dike.”

Zahîra Haidan, dubare kir ku madeya 49’an ku dabeşkirina mal û milkê bi rêkûpêk dike, vê pirsgirêkê çareser nake û got ku divê qanûnek zelal were çêkirin da ku jin ji mal û milkên ku di dema zewacê de bi dest xistine, par bigirin. Zahîra Haidan got: “Divê keda jinên malê ji bo malbatê bi karê malê, xwedîkirina zarokan û karên rojane bê dîtin.”