Jinan di zagona cezayê a Mexrîbê de guhertinên berfireh dixwazin

Jinên Mexrîbê dixwazin zagonek ku wan li dijî tundiyê biparêze were derxistin. Jinên ku dixwazin wekhevî bi zagonêre bê diyarkirin, li bendê ne ku pêşnûmeya zagona cezayê ya ku 2 sal berê ji Meclîsê hat derxistin bikeve pratîkê.

HANAN HARITE

Mexrib- Mexrîb ji weşana Zagona Cezayê di sala 1962’an de bûye şahidê gelek guhertinan. Lê ev tenê bi qismî hate kirin, bêyî ku bandorê li cewhera siyaseta sûc bike. Îro tê îfadekirin ku divê ev zagon bi awayekî radîkal, berfireh û kûr ji nû ve bê nirxandin.

Çalakvana mafên mirovan û parêzer Aîşe Xemas teqezî li ser pêdiviya lezgîn a hişyariya civakî ya piştgirîkirina reforma zagonên Mexrîbê kir. Aîşe Xemas  diyar kir ku mijara herî girîng a ku guherînê dixwaze, Zagona Cezayê ya Mexrîbê ye ku bi gelek guhertinan tije ye.

‘Divê gav were avêtin’

Aîşe Xemas wiha gotinê xwe domand: “Îro pêwîstî bi zanakirina civakê heye ku piştgiriyê bide sazkirina zagonên Mexribê, di serî de zagona sûcan ku gelek sazkirin jêre pêwîst e. Di zagona cezayan a Mexribê de gelek cudakarî heye. Destpêkê jî ji zimanê zagonê ku vedigere serdemên niha tune. Destûra Mexribê ya sala 2011’an derket wekheviya di navbera jin û mêr de esas digre. Piraniya sazkirinên ku di zagona cezayan de çêbûne ji dema derketiye bi cudakariyê tê naskirin. Di demekê de hatiye çêkirin ne li gorî dema niha ye. Di milên siyasî civakî aborî û çandî de cuda ye

‘Pêwîstiya me bi zagonekê parastina jinan ji tundiyê dike heye’

Aîşe Xemas di berdewamiya gotinên xwe de diyar kir ku tevî wekheviya xuyayî lê belê zagona sûcan gelek cudakariyê di nav xwe de digre û wiha pê de çû: “Weke mînak hîna di nav malbatê de xiyanet heye.. Her wiha dem hatiye divê êdî kurtaj weke sûcekî neyê dîtin ji ber ya herî zêde azaran ji ber vê mijarê dikşîne jin e. Pêwîstiya civaka Mexribê bi perwerdeya zayend heye û got: "Civak hemû laşê jinê kontrol dike lê jin nikare li ser laşê xwe kontrolek ava bike. Zagona tundiya li dijî jinan bi zagona cezayan ve girêdane ji bo mafê jinan bi temamî were bidestxistin di dema niha de pêwîstiya me bi zagonekê parastina jinan ji tundiyê dike heye.”