“Ji bo hikmên têkildarî hevberdanê ya li Xezayê hewce dike ku rêziknameya qanûnî were çalakkirin”

Parêzer Aya Al-Magrby destnîşan kir ku her çend bi hukm û yasayan mafê hevberdanê ji bo jinan tê pejrandin jî, lê ev yek di rastiyê de li Xezayê nayê cîbicîkirin û ji bo çalakkirina wê pêwîstî bi rêziknameya qanûnî heye.

NAGHAM KARAJEH

Xeza - Diyardeya hevberdanê li Filistînê, bi taybetî li Xezayê, ji ber zextên civakê berbelav bûye. Rewşa xirab a niha ku şerekî din li ser kesan pêk tîne, rolek xwe ya herî mezin di belavbûna tundiya li dijî jinan de heye ku bûye sedema ji bo zêdebûna rêjeya hevberdanê.

Li gorî Buroya Navendî ya Statîstîkan a Filistînê, hejmara dozên hevberdanê yên ku li dadgehên Filistînê hatine tomarkirin di sala 2020'an de gihîştiye 8006 dozan ku ji wan 4558 doz li Şerîeya Rojava, 3448 doz li Xezayê ye. Her wiha li gor rêjeya tê dayîn piranîn jin rastî tûndiya nava malê tên.

Di nav malê de jin rastî tûndiyê tên

Parêzer Aya Al-Magrby destnîşan kir ku li gor rêjeyan sedema herî bingehîn a hevberdanê tûndiya nav malê ya jin pê re rû bi rû dimînin e û wiha got: "Sedema herî zêde ya hevberdanê di navbera hevjînan de tundî bi hemû şêweyên wê ye, nebûna çavkaniya debarê û rêjeya bilind a hejarî û bêkariyê ye.”

Qanûna Mafên Malbatê ya Filistînî jimare 303 ya sala 1954'an di bendên (84-102) de dibêje ku "Ji jinê re destûr tê dayîn ku daxwaza hevberdanê bike.”

Derbarê mafên ku piştî hevberdanê ji jinê re tên dayîn Aya Al-Magrby wiha got: "Piştî hevberdanê, mafê jinê heye ku nirxê kelûpelên malê yên ku di peymanê de hatine tomarkirin, werbigire. Her wiha mafê wê heye ku maweya bendewariyê ya piştî hevberdanê bidomîne û dema wê sê meh e. Hin rewş hene ku jin dixwaze ji mêrê ku pê re zewicî ye veqete û mafên xwe yên aborî bi tevahî ji dest bixe. Ji vê re tê gotin "beraeta temamî", her wiha dikare bêyî beraetê veqete û li gorî rewşa xwe dozên ji hev qutbûnê veke û bi parastina mafên xwe hevberdanê bistîne".

“Zagonên heyî nayên bi cih anîn”

Aya Al-Magrby bi bîr xist ku dadgeh û qanûnên di dadgehan de ji bo jinan hevberdan pejirandin bi şertê ku ji mêr re qelen vegerîne. Lê mixabin ev yasa her çiqas bi qanûnî û yasayî hatine pejirandin jî li Xezayê bi rastî nayên cîbicîkirin û pêwîstî bi rêziknameya qanûnî heye ku were çalakkirin".

D.A. a 31 salî ku ji ber tundiyên ku jiyaye hevberdanê hilbijartiye wiha got: "Ez di nozdeh saliya xwe de zewicîm, du keçên min hene. Ji aliyê mêrê xwe ve rastî tundiya tundûtûjiyê têm, û ne tenê lêdanên dijwar, lê min ji malê bi şev jî derdixîne. Mesele ne li ser birîn û şopên piştî lêdanê radiweste. Lê birîn digihe mêjî ku min ser hiş winda kir û kêmbîniya dîtinê bi min re çêkir. Ew madeyên hişbir digre û rewşa wî ya derûnî ne saxlem e. Ji ber vê yekê ew alavên malê difiroşe da ku bikaribe cixare û hişbiran bikire. Ji ber vê min biryar da ku ez jê veqetim û ji mafên xwe dakevin li hember veqetandina bilez û girtina danîngeha zarokên xwe. Lê piştî demekê ew vegeriya û bi rêya dadgehê daxwaza danîngeha zarokan kir".