Hiqûqnasa Tûnisî: Divê jin hay ji mafên xwe hebin

Hiqûqnasa Tunîsî Nada Hammamî der barê zagona hejmara 58 a li dijî tundiya li ser jinan destnîşan kir ku ji ber jin ji mafên xwe yên zagonî bê agahdar in binpekirina mafên wan zêdetir dibin.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Hiqûqnasa Tûnisî Nada Hammamî destnîşan kir ku tundiya li dijî jinan di civakan de ne diyardeyeke nû ye lê di salên dawî de bi awayekî metirsîdar rêjeya wê zêde bûye divê zagona bi hejmara 58 were pêkanîn da ku encamên destgirtî derkevin holê.

Rêjeya tundiyê her diçe zêde dibe

Parêzer û hiqûqnasa Tûnisî Nada Hammamî got ku tundiya li dijî jinan binpêkirina zagona 58’an a ku di sala 2017’an de derket û binpêkirina zagonên navdewletî ye û anî ziman ku tundî gihîştiye asta qetilkirina jinan. Nada Hammamî wiha domand: “Wezareta malbat û jinan gelek bûyerên tundiyê tomar kirine. Bi taybetî ji ber ku jin di aliyê zagonî de hesab û cezakirina sûcdaran baş nizanin zêdetir mafên wan tên binpêkirin. Komên ji bo lêkolîna sûcên tundiyê hene, jin dikarin serî li wan bidin. Lê ev kom li hemû herêman nîn in, bo mînak 15 kom li paytextê hene lê di parêzgehên başûrê Tûnisê de nîn in.”

‘Bandora krîza aborî li ser jinan zêde ye’

Nada Hammamî di berdevamiya axaftina xwe de der barê tundiya aborî ya girêdayî sedemên civakî jî destnîşan kir ku piranî jin bêkar in û di rewşên gelek dijwar de dijîn û got: “Dema ku aboriya wan serbixwe be dê ji ziraran dûr dikevin, li dijî tundiya ku rast tên bê deng nemînin, bikaribin hesab ji sûcdaran bixwazin û dozên xwe di dadgehan de bişopînin ku ev bi xwe mijareke dijwar û bi nakok e û gelek dem û pere pêwîst dike.”

Nada Hammamî ji bo zagona 58’an a têkoşîna bi tundiya li jinan re got: “Ev zagonek cuda ye di demek balkêş de hat derxistin, hemû cureyên tundiya li dijî jinan hatine diyarkirin heta behsa tundiya siyasî jî dike. Pêwîstiya vê zagonê bi sererastkirinê nîn e bi qasê pêwîstiya xwe bi aktîfkirina mekanîzmayên pêkanînê heye.”

‘Dive hemleyên hişyariyê berfirehtir bibin’

Nada Hammamî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rewşa koçberên jin ên başûrê Tûnîsê dijwar û trajîk e, li gorî peymanên navdewletî ku Tûnisê îmze kirine divê Tûnis ne li ser bingeha nijad û rengan be cudahiyan biparêze. Di warê mafên mirovî û gerdûnî de pêwîst dike ku Tûnis bi berpirsyariyên xwe rabe û parastina wan ji tundiyê û paşguhxistinê bike. Hişyariya kêm der barê doza koçberên jin de bû sedem ku ew bêhtir rastî tundiyê bên. Lewre dive hemleyên hişyariyê bi berfirehî li dar bikevin ji bo ev zagon bigihîje hemû beşên civakê.”