Emîna Eskarî: Divê mafên zarokan li Îranê bibin daxwazeke giştî
Aktîvîsta mafên zarokan Emîna Eskarî belgekirina dozên binpêkirina mafên zarokan, xurtkirina hevkariya di navbera rêxistinên civakî de û daxwaza perwerdeya belaş û bi kalîte, yek ji rêbazên herî girîng ên parastina zarokan li Îranê nirxand.
ŞEHLA MUHEMEDÎ
Navenda Nûçeyan – Ji ber şert û mercên aborî yên nebaş, pirsgirêkên debara jiyanê û krîzên perwerdeyê, rewşa zarokan li Îranê dijwartir bûye. Zêdebûna xercên dibistanê, belavbûna perwerdeya serhêl û astengiyên di pêvajoya perwerdeyê de bandorê li ser jiyan û pêşeroja wan jî kiriye. Tevî berfirehiya van pirsgirêkan amarên rast li ser rewşa zarokan, bi taybetî zarokên karker, ên li kolanan û rewşa baxçeyên zarokan, peyda nabin.
Di vê çarçoveyê de, em bi lêkolîner û aktîvîsta mafên zarokan û nûnera Parêzvanên Mafên Zarokan a Îranê, Emîna Eskarî re li ser rewşa zarokan li Îranê, axivîn.
*Zarokên Îranê di sala borî de bi krîzên perwerde, şer û pirsgirêkên aborî re rûbirû mane. Hûn bandora van mercan li ser jiyan û pêşeroja zarokan çawa dinirxînin?
Dema ku em behsa krîzan dikin, em bi gelemperî demek kurt li ber çavan digrin lê zarok di 50 salên borî de, ji dema damezrandina Komara Îslamî ve, her gav bi krîzên curbecur re rûbirû mane. Di salên dawî de, li gorî belgeyên berdest, zarok di xwepêşandanan de hatine kuştin û hejmarek ji wan hatine girtin.
Bi destpêkirina şer re, perwerdeya zarokan ku jixwe bi gelek pirsgirêkan re rûbirû bû, ji berê bêhtir zirar dîtiye û zarokan jî di dibistanan de jiyana xwe ji dest dane. Nêzikatiya Komara Îslamî ya li hemberî van her du koman cuda bûye. Der barê zarokên ku di xwepêşandanan de hatine kuştin de tu amarên taybet nehatine weşandin û di hinek rewşan de kuştina wan hat înkarkirin.
Bi perspektîfa parêzvanên mafên zarokan, her du kom jî hedef in û divê bi heman pîvanan werin nîqaşkirin. Divê neyê destnîşankirin ku behsa kîjan zarokan were kirin û kîjan were paşguhkirin. Kêmasiya eleqeya hinek rêxistinên mafên mirovan û navneteweyî ji bo zarokên ku di dema tepeserkirina xwepêşandanan de hatine kuştin jî cihê nîgeraniyê ye.
Mijareke din jî newekheviya perwerdeya keçan e. Li hinek deveran hê jî perwerdeya keçan girîng nayê dîtin û berfirehbûna perwerdeya serhêl jî bi pirsgirêkên weke nebûna înternet, amûrên perwerdeyê û şiyana aborî ya malbatan ve girêdayî ye.

*Gelo amarên giştî dikarin rastiya vê newekheviyê nîşan bidin û saziyên berpirsiyarên çawa li ser astengiyên li pêşiya perwerde û pêşeroja keçan digrin ser xwe?
Nêzî ji sedî 75 beşdarên azmûna têketinê keç in lê ev statîstîk bi tena serê xwe nîşaneya wekheviya perwerdeyê nîn e. Ji ber ku rêjeya jinan di pejirandina zanîngehê û paşê di bazara kar û dahatê de kêm dibe, cudakarî hê jî cidî ye. Ji ber vê yekê, pirsgirêka sereke ev e; ji bo xwendekarên keç dê piştî mezûnbûnê çi derfet ji bo kar û hebûna civakî hebin?
Di heman demê de hikûmet carna hebûna zêde ya keçan di perwerdeya bilind de weke gefek li ser rêziknameya civakî û malbatê dibîne, bi vî rengî zexteke mezintir li ser wan dike. Kur jî bi pirsgirêkek wisa re rûbirû dimînin. Dilşikestina li ser pêşeroja kariyera wan bûye sedem ku hinek ji wan dev ji xwendina xwe berdin û zû bikevin bazara kar; bi vî rengî ku hilbijartina riya perwerdeyê bêhtir li ser îhtîmala qezenckirina pereyan e.
'Zarok û ciwan herî zêde bûne xerîdarên pergala perwerdeyê'
Di van şert û mercan de, zarok û ciwan bûne xerîdarên pergala perwerdeyê; kesek ku gihîştina wan a perwerdeya bi kalîte bi giranî bi kapasîteya darayî ya malbatê ve girêdayî ye. Ev pirsgirêk di serdema korona û belavbûna perwerdeya serhêl de bêhtir eşkere bûye. Di demeke ku derfeta gelek xwendekaran tunebû bigihîjin înternet, kompîtor, tablet, an çavkaniyên fêrbûnê.
Amarên beşdarbûna keçan di ezmûna têketinê de, bêyî ku cudakariya perwerde û pîşeyî ya piştî wê were berçavgirtin, wêneyek tevahî peyda nakin û mafê zarok û ciwanan ji bo hilbijartina riya perwerdeyê û pêşeroja xwe bi awayekî azad ji hêla hêza aborî ve her diçe bi bandor dibe.
*Zarokên di bin 10 salî de jî ji vê zirarê dibînin lê vê mijarê baş bal nekişandiye ser xwe. Pîvanên vê zirarê çi ne û çi piştgirî ji bo van zarokan heye?
Paşeroja van zarokan bi giranî bi polîtîkayên hikûmetê û asta bihîstina dengê wan ve girêdayî ye. Nifşeke ku salek akademîk di şert û mercên şer de, bi girtina dibistanan û qutbûna elektrîk û perwerdeyê derbas kir. Di Tebaxa îsal de azmûnek ji bo ji sedî 60 puana wê ya derbasbûnê bi qeyda akademîk a sala borî ve girêdayî bû; lê guherînek girîng çênebû.
Heman şert û merc jî bûn sedema çêbûna xwepêşandan û tevgerên xwendekaran di warên perwerdeyê û azmûna têketinê de. Ji ber vê yekê, pêşeroja zarokan ne tenê bi polîtîkayên perwerdeyê ve girêdayî ye, bi piştevaniya civakê ya ji bo daxwazên wan û îhtîmala beşdarbûna wan a di diyarkirina pêşeroja wan de jî girêdayî ye.
Di warê statîstîkan de jî agahdariya rast li ser rewşa zarokan tune ye. Mînak her çendî hinek îstatîstîk keda zarokan ji temenê 15 salî ve hesab dikin jî raporên meydanî hebûna zarokên pênc an şeş salî di bazara kar de nîşan didin.

*Saziyên sivîl û rêxistinên sivîl dikarin ji bo piştgirîkirina zarok û ciwanan û başkirina şert û mercên xwendinê û jiyana wan çi tedbîran bigrin?
Divê bê zanîn ku rêxistinên mafên zarokan diparêzin di van salên dawî de di bin zextê de ne. Gelek çalakvan û sazî hatin girtin. Di şert û mercên wiha de belgekirina girtin, cezakirin û kuştina zarokan yek ji girîngtirîn tedbîrên civaka sivîl e. Malbat jî dikarin bi riya medyaya ewle, li gorî pîvanên ewlehiyê agahiyan biweşînin. Her wiha divê sendîka û sivîl jî piştgiriyê bidin hev. Divê daxwazên mafên zarokan jî di nava daxwazên van rêxistinan de cih bigirin; ji ber ku mafên zarokan ji mafên mamoste û karkeran cuda nîn in.
Di heman demê de divê beşdariya zarokan bi mijarên bi jiyan û mafên wan ve girêdayî be. Tevgera xwendekaran mînaka hevkariyeke wiha ye û divê civak ji bo pêkanîna wan hewl bide. Belgekirin, piştevanîkirin ji saziyên sivîl û gihandina dengê zarokan bi riya medya û saziyên giştî girîng e û daxwaza bingehîn ji hemû zarokên Îranê perwerdeya bê pere û bi kalîte ye.

*Di rewşa heyî de, ev sazî dikarin çi rolê di parastina zarokan de bilîzin û dikarin çi tedbîran bigrin da ku wan biparêzin?
Yek ji amûrên herî girîng ên saziyên navneteweyî Peymana Mafên Zarokan e. Îranê ev peyman qebûl kiriye û saziyên navneteweyî dikarin bi îşareta pabendbûnên Komara Îslamî, zexteke mezintir bikin da ku rêzê li mafên zarokan bigrin.
'Divê doza mafên zarokan bibe daxwazek giştî'
Ger tevgera mafên zarokan bêhtir bi tevgerên din ên civakî yên li hundir û derveyî Îranê ve girêdayî be û mafên zarokan bibin yek ji daxwazên wan ên sereke dê bala saziyên navneteweyî zêdetir bikşîne ser vê mijarê. Her wiha mafên zarokan divê bibin daxwazeke giştî. Ji ber ku dirûşma vê tevgerê "Cîhanek guncav ji bo zarokan, ber bi cîhaneke guncav ji bo hemû mirovan ve" ye.
