Di îdianameya Amara Dwla de rapora otopsiyê nîn e!

Îdianameya Amara Dwla ya ku li Rihayê ji aliyê bavê xwe Mihemed Dwla ve bi madeyên şewatê hat qetilkirin, hat amadekirin. Di îdianameyê de rapora otopsiyê cih negirt de, ji kiryar re cezayê muebeta giran hat xwestin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Riha – Amara Dwla ku zewaca ferzkirî red kir û mehekê li dijî hemû zilmê li ber xwe da, sala borî di şeva 2’ê Îlonê de li mala xwe ya taxa Şîhmaksut a navçeya navenda Eyyubiye ya Rihayê, ji aliyê bavê xwe Mihemed Dwla ve bi madeya şewatê hat qetilkirin. Mihemed Dwla ku keça xwe bi îşkenceyê qetil kir, piştî bûyerê reviya, cîranan jî agahî dan rayedaran. Ekîbên tenduristiyê yên ku hatin cihê bûyerê Amara Dwla ya 13 salî rakirin nexweşxaneyê. Amara Dwla li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Di çarçoveya lêpirsîna ku der barê bûyera hat destpêkirin de, kiryar li parkek hat binçavkirin û hat girtin. Cenazeyê Amara Dwla ku tu xizmên wê tune ne jî piştî rojekê li goristana bêkesan hat definkirin.

ATK salek e rapor amade nekir

Di çarçoveya lêpirsîna hat amadekirin de, salek e li benda rapora otopsiyê mabûn, piştî rapor nehat dozgeriyê 13 meh şûnde îdianame amade kir. Îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve hat amadekirin ji bo bê qebûlkirin şandin Dadgeha Cezayê Giran. Di îdianameya 6 rûpelan de ji îfadeya kiryar û şahidan re cih hat dayîn. Dozgerî di îdianameya de diyar kir ji bo sedema teqez ya mirina Amara Dwla derbikeve holê, rapora ku ji Şaxa Tiba Edlî ya Stenbolê tê payîn nehatiye, hat diyarkirin ku îdianame ji bo liberçavgirtina dema girtina gumanbar, neyê berdan hatiye amadekirin.

Îfadeyên cîranan kiryar derewand

Kiryar Mihemed Dwla di îfadeya xwe de sûcdariya li ser xwe qebûl nekir, îfadeyên şahidan gumanbar derewand. Cîranan di îfadeya xwe de diyar kirin ku Amara Dwla beriya jiyana xwe ji dest bide, gotiye "Bavê min, min aniye vê rewşê.” Di îdianameyê de hat xwestin ku bersûc Mihemed Dwla bi sûcê "bi hesta cinawirî li dijî kesek ji xwe biçûktir êrîş pêk aniye" bê darizandin û cezakirin.

Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Rihayê dê dosyaya ku dîroka danişîne nehatiye dayîn bişopîne.