Darîn Ezzam: Tundiya li dijî jinan gefê li qada giştî dixwe

Li gorî çalakvan Darîn Ezzam, hişmendiya ku zilam li malê bi navê "hevjîn, keçe an xwişk" mafê kontrolkirina jinê dide xwe, li kolanan jî dibe sedema ku jinên nenas li gorî cil û tevgerên wan bên dadbarkirin.

ROŞÊL CONYOR

Suweyda – Li Sûriyeyê, tundiya li dijî jinan êdî ne tenê bûyereke veqetandî ye ku di encamê de dibe sûc. Di hin rewşan de, ew bûye nîşaneya krîzeke kûrtir ku di çandeke civakî de kok girtiye; çandeke ku desthilateke mezin li ser jinan dide mêran û rê dide wan ku jiyan, biryar û heta çarenûsa jinan kontrol bikin.

Doza Eyat El-Rîfaî

Her çend kuştin û tundiya navmalî berdewam dikin jî, gelek pirs di derbarê şiyana yasayê de bêbersiv dimînin ka ew dikare pêşî li kiryarên wiha bigire û jin û zarokan biparêze berî ku tundî bibe sûceke bêveger. Doza jina ciwan a Sûrî Ayat El-Rîfaî, piştî pêşketinên nû ku nîqaşek berfireh derxist holê, ji nû ve derket pêş. Di nav van pêşketinan de, daxwaza hevjînê wê Xiyas El-Hamawî heye ku dixwaze serperiştiya keça wan Şems bistîne (ya ku ji dema kuştina Ayat ve bi malbata diya xwe re dijî). Doz bi lêdana Ayat El-Rîfaî ya ji aliyê hevjînê wê ve li Şamê (paytexta Sûriyeyê) di sala 2022’an de dest pê kiribû.

Doza Ayat El-Rîfaî ku raya giştî ya Sûriyeyê hejand, tenê yek mînak e ku ev mijar dîsa anî rojevê. Darîn Ezzam behsa fikarên berfirehtir ên li ser berdewamiya tundiyê dike. Her wiha balê dikişîne ser guhertina meylên civakî ber bi kevneperestiyeke mezintir ve, ku ev yek dikare bibe sedema sînorkirinên zêdetir li ser jinan. Ev rewş dibe gefek ku çanda wesayet û tundiyê ya di nav malbatê de veguhezîne qada giştî.

Ev tundî dikare bighîje zarokan jî

Darîn Ezzam bawer dike ku doza Ayat El-Rîfaî ne bûyereke tenê ye, her wiha xelekek e di zincîreke dirêj a tundiya navmalî ya li dijî jinan de û ev tundî dikare bighîje zarokan jî. Zarokên ku di hawîrdoreke tund de dijîn an jî şahidiya îstismara dayikên xwe dikin, nikarin ji vê ezmûnê bê zirar derkevin; dibe ku ew bibin qurbaniyên psîkolojîk û civakî yên tundiyekê ku wan bi xwe nekiriye.

Ew îdîa dike ku di bingeha pirsgirêkê de hişmendiyek heye – ku pir caran ji aliyê mêran ve tê domandin – û ew bawer dikin ku ew aliyê bihêztir in û ji ber vê yekê mafê wan heye ku jiyana kesên din kontrol bikin û serdestiyê bikin ser wan. Ev hişmendî dibe sedema wê baweriyê ku bêîtaetiya jinê an li dijderketina daxwazên mêr dikare tundiyê rewa bike. Ew tekez dike ku ev rewş ne tenê bi tundiya fîzîkî ve sînordar e, her wiha carna ji kontrolkirin, gef, heqaret û îstismara psîkolojîk bighîje êrîşan û di hin rewşan de jî, heta kuştinê.

Yasa bi rastî sûcdaran diparêze?

Ev tawan pirseke bingehîn derdixe holê der barê karîgeriya yasayên Sûriyeyê di têkoşîna li dijî tundiya nav malê de, ne tenê di warê hebûna wan de, di warê cîbicîkirina wan de jî.

Darîn Ezzam di wê baweriyê de ye ku ger valahî, îstisna an mekanîzmayên ku kêmkirina cezayên li gorî giraniya tawanê peyda dikin hebin, hebûna qanûnên ku dikarin wekî rêgir tevbigerin, têr nake. Ew her wiha bandora têkiliyên civakî, malbatî û eşîrî ku carna dikarin di pêvajoyên yasayî de astengiyan derxin û her wiha bikaranîna raporên bijîşkî û derûnî ji bo kêmkirina berpirsyariya sûcdar destnîşan dike.

Ew tekez dike ku pêdaçûneke berfireh a yasa û mekanîzmayên cîbicîkirinê pêwîst e ji bo girtina valahiyên yasayî ku nebin rêyên bêcezakirinê. Her wiha ji bo mîsogerkirina ku tawanbarên tundiyê fêm bikin ku dê encamên rast û diyar ji bo pêkanîna tawanan hebin.

Doza Ayat El-Rîfaî û pirsên piştî sûc

Doza Ayat El-Rîfaî mînakek zelal a pirsan pêşkêş dike ku ji sûc bi xwe wêdetir diçin û tiştên ku paşê tên vedihewîne.

Darîn Ezzam cezayê heft sal ê girtîgehê yê ku li hevjînê Ayat hatiye birîn, bi taybetî bingeha yasayî ya ku ev ceza li ser hatiye danîn, digel şert û mercên zelal û cewherê sûc dipirse. Ew her wiha mijara reva mehkûm ji girtîgehê û têkiliya wî ya piştre bi keça Ayat û malbata wê re, gef û êrîşa wan, derdixe holê. Ew bawer dike ku ev bûyer, kêmasiyek kûrtir di pergala parastina qurbaniyan û zarokên wan de eşkere dikin.

Keça ciwan ku şahidiya kuştina diya xwe kiriye, demeke têrker nehatiye dayîn ku ji travmayê xilas bibe. Di şûna wê de, ew bi gefên nû yên bi heman kesî ve girêdayî re rûbirû maye ku ezmûna wê ya herî tirsnak çêkiriye. Ev rewş berpirsiyariya saziyên ewlehî, dadwerî û civakî ne tenê ji bo darizandina sûcdar, di heman demê de ji bo parastina zarokan jî ronî dike. Dadwerî divê ne tenê bi cezakirinê re sînordar be. Divê ew her wiha piştrast be ku sûcdar nikaribe careke din bighîje qurbaniyan an zarokên wan û ewlehiya wan tehdît bike.

Gelo Sûriye ber bi tundrewiya olî û sînordarkirina jinan ve diçe?

Darîn Ezzam bawer dike ku xetere ji tundiya navmalî wêdetir diçe qada giştî û wiha didomîne: “Bi taybetî jî, ji ber ku Sûriye ber bi tundrewiya olî û civakî ve diçe û sînorkirinên zêde li ser azadiya xuyabûn, tevger û jiyana giştî ya jinan tên zêdekirin. Ev meyl ji ber sepandina qanûnê ya qels an bêbandor tê xurtkirin, ku pirsgirêkê hîn girantir dike. Ji ber ku ferzkirina têgihîştinên taybet yên li ser ka jin çawa divê cil û bergan li xwe bikin an tevbigerin, dikare ji perspektîfek civakî veguhere celebek wesayetê û dûv re jî bibe rewakirina tundiyê.”

‘Parastina jinan nayê wateya ferzkirina sînorkirinên zêdetir a li ser wan

Darîn Ezzam hişyar dike ku hişmendiya dihêle zilamek di nav malbatê de jinekê kontrol bike ji ber ku ew hevjîna wî, keça wî an xwişka wî ye, dikare bighîje kolanan. Darîn got “Li wir, zilamek hîs dike ku mafê wî heye jineke ku ew nas nake li gorî cil, xuyabûn an tevgera wê bidarizîne.”

Ev dikare bi şîroveyekê, heqaretê an jî destdirêjiya devkî dest pê bike, lê dikare bighîje êrîşa laşî jî, nemaze heke sûcdar bawer bike ku civak an qanûn dê wî berpirsyar negirin. Darîn Ezzam bawer dike ku parastina jinan nayê wateya ferzkirina sînorkirinên zêdetir li ser wan, parastina mafên wan ên jiyan, ewlehî û bijartinê ye, çi li malên wan, li cihên kar, an li kolanan bin.

Bêdengî tawanbaran diparêze

Darîn Ezzam berpirsyariya têkoşîna li dijî vê diyardeyê tenê nade ser milê yasayê. Ew bawer dike ku civak û malbat jî berpirsiyariyeke girîng hildigirin. Gelek dozên tundiyê ji ber tirsa ji raya giştî, tirsa ji skandalê, zexta ji xizman, an jî ji ber ku jin bi xwe tacîzkar tê tawanbarkirin, naghîjin dadgehan an medyayê. Ew bawer dike ku dê û bavên ku biryar didin li kêleka keçên xwe bisekinin, ne tenê jinekê diparêzin, di heman demê de peyamekê ji civakê re dişînin ku tundî bê ceza namîne û divê mexdûr ne mecbûr be ku bedêla sûc bide.

Berovajî vê, neçarkirina jinê ku bêdeng bimîne an jî bi hinceta parastina malbatê vegere cem tacîzkarê xwe, dikare wê bike xetereyeke mezintir û di dawiyê de bibe sedema sûcekî girantir.

‘Ji bo jin û zarokên rastî tundiyê tên, divê navendên bi ewle û taybet bên avakirin’

Yek ji pirsgirêkên herî girîng ên ku jinên rastî tacîzê tên pê re rû bi rû dimînin, nebûna cihên ewle ne ku penagehê lê bigerin dema ku malên wan bi xwe dibin çavkaniya xetereyê. Dibe ku jinek ji aliyê darayî ve nikaribe ji mala xwe derkeve, dibe ku malbatekê nebîne ku wê bigire, dibe ku ji tolhildan û zexta civakî bitirse, an jî fikar bike ku derketin dê zarokên wê bixe xeterê. Ji ber vê yekê, Darîn Ezzam pêşniyar dike ku ji bo jin û zarokên rastî tundiyê tên, navendên ewle û taybet werin avakirin, da ku heya ku pêvajoyên yasayî biqedin, parastin, piştgiriya psîkolojîk û civakî û alîkariya yasayî ji wan re bê peydakirin.

Ew bawer dike ku avakirina van navendan divê berpirsyariya dewlet û saziyên wê be, lê di nebûna karûbarên wiha de, rêxistinên civaka sivîl her çend xwedî çavkaniyên sînorkirî bin jî, dikarin înîsiyatîfên taybet bidin destpêkirin. Hebûna cihekî ku jin dikare penagehekê lê bibîne û îstismarkarê wê nikaribe bighîje wê, di hin rewşan de dikare cudahiyê di navbera berdewamiya tundiyê û xelasbûna ji wê de çêke.

Bandorên tundiyê dema ku jinek ji mala xwe derdikeve an jî sûcdar tê mehkûmkirin bi dawî nabin. Zarokên ku rûbirûyî tundiyê tên an jî şahidiya kuştina dêûbavên xwe kirine, hewceyê parastin û lênêrîneke psîkolojîk a taybet in.

Nîqaşên demdirêj in lê piştre eleqe kêm dibe

Darîn Ezzam destnîşan dike ku zarokekî ku şahidiya kuştin an îstismara dayîka xwe kiriye, dikare wê ezmûnê bi salan di nava xwe de hilgire. Ew difikire ku bêyî piştgiriya guncaw, travma dikare di kesayetî û têkiliyên wan ên pêşerojê de kûr bibe. Ew bawer dike ku çareserkirina vê pirsgirêkê divê ne tenê bi sûcên mezin ên ku bala medyayê dikşînin ve sînorkirî be. Her gava ku sûcekî tirsnak tê kirin, nîqaş bi rojan an hefteyan berdewam dike, lê dûre eleqe kêm dibe ji ber ku pirsgirêk û krîzên din derdikevin holê, heya ku sûcekî nû mijarê dîsa bîne rojevê.

Lê tundî di demên bêdengiyê de jî bi dawî nabe. Ji ber vê yekê, çareseriyeke berfireh pêwîst e; çareseriyeke ku bi yasayên zelal û astengker dest pê dike, sepandina yasayê ya bi bandor, pergaleke dadwerî ku dikare kesên hedefgirtî biparêze û sûcdaran berpirsyar bigre, ajansên ewlehiyê yên ku nahêlin sûcdar bighîjin qurbaniyên xwe û saziyên civakî yên ku stargeh, piştgiriya psîkolojîk û alîkariya qanûnî peyda dikin dihewîne. Eger saziyên dewletê niha nikaribin van hemû rolan bi cih bînin, înîsiyatîfên bingehîn dikarin bi avakirina cihên ewle û torên piştgiriyê ji bo jin û zarokan xalek destpêkê peyda bikin. Dûv re ev înîsiyatîf dikarin di çarçoveyeke qanûnî û sazûmanî ya zelal de berfireh bibin.

Divê çi bê kirin?

Di dawiyê de, ev ne tenê doza Ayat El-Rîfaî ye, ne jî tenê doza jinekê an malbatekê ye. Ev pirsgirêkeke civakî ye. Eger tundî bêkontrol bimîne, mexdûr neyên parastin û civak di bin tirsa gotegotan de dîl be, çerxa tundiyê dê ne tenê li malê bimîne, lê belê dê bighîje kolanan, cihên kar û qadên giştî jî.

Ji bo şikandina vê çerxê, em pêdiviya xwe bi qanûnekê dibînin ku destûrê nade sûcdaran ji cezayê birevin, bi saziyên ku kesên bûn hedef diparêzin, bi civakekê ku red dike bêdeng bimîne û hişmendiyekê ku veguherandina jinan ji hedefên tundiyê bo sûcdaran bi tevahî red dike.