Bi derbasbûna salek di ser Yasaya Ceferî re nîqaşên li ser mafên jinan didomin
Bi Erêkirina Yasaya Rewşa Kesane (Yasaya Ceferî) nîqaşên der barê bandora wê ya têkildarî zewac, welayet, hevberdan, veqetîn û mafên jin û zarokan, li ser malbatên Iraqî salek e didomin.
TEMMENÎ EL-SARAWÎ
Bexda – 27’ê Tebaxa 2026’an, salvegera erêkirina guherîna Yasaya Rewşa Kesane ya hejmar 188 a sala 1959’an e ku weke Yasaya Rewşa Kesane ya Ceferî ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve hat pêşkêşkirin e. Ev yasa derfetê dide Iraqiyên ku mezhebê fikra Ceferî dişopînin hukmên vê yasayê li ser peymanên zewacê pêk bînin.
Di vê çarçoveyê de, parêzer û endama Hevpeymaniya 188’an a ji bo Parastina Yasaya Rewşa Kesane, Marwa Abdul-Reda, çavdêrî û rexneyên xwe yên herî girîng ên der barê guhertin û zagona Ceferî de û di dema bicîhanîna wê de pirsgirêkên ku tê pêşbînîkirin derkevin holê nirxand.
Zagona Rewşa Kesane: Temînatên ji bo malbatê
Marwa Abdel-Reda diyar kir ku Zagona Rewşa Kesane ya Hejmar 188 a sala 1959’an ji ber di pêkanîna temînata di zewac, hevberdan, welayet û mijarên mafê endamên malbatê de, li herêmê yek ji zagona herî girîng a rewşa kesane ye û wiha got: “Guhertina zagonê û derxistina Zagona Rewşa Kesane ya Ceferî, der barê mafê hevjîn, zarokan û mekanîzmayên bicîhanîna bendên yasayê de gelek pirsgirêkan derxistiye holê. Yek ji pirsgirêkên herî girîng ew e; her çendî peymana zewacê di navbera herdu aliyan de hatibe çêkirin jî erka biryardayîna li ser sepandina bendên yasayê bi bandor dibe. Mafê mêr û bandora vê biryarê jin û zarokan digre nava xwe. Di navbera dadgehan de di mekanîzmaya agahdarkirina hevjîn li ser biryara qebûlkirina yasayê de cudahî hene. Ev dikare bibe sedema qebûlkirina bendên yasayê ya ji aliyê mêr ve, bêyî roleke rast a hevjîn di biryarê de hebe.”
Fikarên der barê temenê zewacê de
Marwa Abdel-Reda, da zanîn ku zewaca di temenê biçûk de yek ji mijarên herî bi fikar e û anî ziman ku nebûna sînorek yasayî ya temen ji bo zewacê di Yasaya Rewşa Kesane de dibe ku rê li ber zewacên di temenê pir ciwan de veke û ev tişt got: “Yasaya Rewşa Kesane ya berê temenê zewacê wek 18 salî diyar kiribû lê di hinek şertan de îstîsnayên ku destûr dide zewaca 15 salî hene. Lê belê, Yasaya Ceferî temenê zewacê weke dema balixbûnê diyar dike. Ev yek, dema ku sazûmaniyên qels ên der barê zewacên ji derveyî dadgehê de dibin yek dê qada binpêkirinan berfireh bike û destûrê bide zewaca zarokên keç. Hebûna razîbûna keçan, bi taybetî di temenê ciwan de, pirsgirêkê çareser nake; ji ber pirsa gelo razîbûna azad û rast e yan encama zexta malbatê ye, hê jî derbasdar e. Zagon mekanîzmayeke zelal peyda nake ji rayedariya olî bixwaze ku rasterast razîbûna keçan piştrast bike; ev yek, di hinek rewşan de, dibe ku tenê razîbûnê formalîte bike.”
Di mijara welayetê de divê berjewendiyên zarok esas bin
Marwa Abdel-Reda der barê mijara welayetê de, anî ziman ku pirsgirêka sereke ew e berdewamiya welayeta dayîkê bi şertê ku nezewice ve girêdayî ye û ger ew ji nû ve bizewice, mafê welayetê didin bav û wiha berdewam kir: “Divê di diyarkirina welayetê de, ne rewşa zewacê ya dayîkê, berjewendiya herî baş a zarok esas were girtin. Ev di her rewşê de nayê wê wateyê ku welayet divê her gav bidin dayîkê. Dibe ku berjewendiyên herî baş li gel bav jî be. Yasaya Rewşa Kesane dema berjewendiyê herî baş ê zarok pêwîst bike, erka ku welayetê ji dayîkê bide bav dida dadgehan. Di dozên welayetê de divê rola pisporên xizmetên civakî û nirxandina psîkolojîk bê aktîfkirin. Divê prosedur ji formalîtebûnê wêdetir biçin û bibin nirxandineke rast a rewşa zarok û têkiliya wan bi dê û bav re. Divê komîteyeke pispor ku bikaribe berjewendiyên rast ên zarok çavdêr bike û nirxandinên civakî û psîkolojîk ên bikarin biryarên welayetê pêk bînin bê avakirin.”
Bandorên paşverû û biryarên nelihevhatî
Marwa Ebdul-Reda got ku sepandina bendên nû li ser doz an peymanên berê li gorî dadwer û biryarên wan ên dadwerî, dikare bibe sedema nelihevhatinan. Her wiha da zanîn ku di biryaran de û tevliheviyên yasayî di navbera dadgehan de çêbibe û wiha got: “Ev nelihevhatin li gorî dadgeha ku dozê dinirxîne, dikare bibe sedem ku jin di dozên wekhev de biryarên cuda bigrin.”
Bandorên yasayê
Marwa Abdel-Reda, bandorên Yasaya Malbatê bi pirsgirêka tundiya navmalê ve gire dide û hişyarî dide ku sînordarkirina amûrên yasayî yên jin ji bo bidawîkirina zewacê bi kar tînin, dikare hinek jinan bixe nava têkiliyên destdirêjiyê û ev tişt got: “Guhertinên der barê hevberdanê de pirsên li ser rola dadwerê olî û saziya ku dê zirar û tundiyê binirxîne û biryar bide ka zewac divê bedewam bike yan ne, bi xwe re tîne.”
‘Gelo parastin kêm bûye yan bi tevahî ji holê hatiye rakirin’
Marwa Abdel-Reda tekez kir ku rexne ne tenê bi welayet û hevberdanê ve sînordar in, di heman demê de mafên darayî û yasayî yên weke nefeqe û tezmînatê ji bo hevberdana kêfî jî digrin nava xwe û got: “Hinek mercên parastinê hatine kêmkirin an jî ji holê hatine rakirin û hinek şîroveyên dadwerî dikarin hêza jinan ji bo sûdgirtina ji mafên ku di Yasaya Malbatê de hatine destnîşankirin sînordar bikin. Piştî salek di ser erêkirina Yasaya Malbatê ya Ceferî re derbas bû, nîqaş hê jî neqediyane û pêvajo ber bi nirxandina bandora wê ya li ser malbatên Iraqî ve çûye.”
Marwa Abdel-Reda di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Pirsa herî girîng li dora parastina mafên jin û zarokan, berjewendiyên baş ên zarokên di bin çavdêriyê de ne. Bi taybetî temînatên zewacê yên têkildarî zewaca di temenê biçûk de û her wiha hêza jinan a bidawîkirina zewaca di rewşên tundî û destdirêjiyê de. Di encamê de, zehmetiya sereke ew e ku bê destnîşankirin ka gelo guhertin bi rastî parastina malbatê xurt dike yan pirsgirêkên nû ku destwerdana qanûnî hewce dikin diafirîne.”