Çalakvana Xezayê: Ji bo aşitiyê xebatên hevpar pêwîst dike
Çalakvana mafên mirovan Hanadî Akila diyar kir ku ji bo ku mafê jinan di pevçûnên çekdarî de bên parastin divê peyamana Cenevrê were pêk anîn û got: “Ji bo bidestxistina têgînên ewlekarî û aştiyê xebatên hevpar pêwîst dike.”
NAGHAM KARAJEH
Xeza – Ji ber qedexeyên ku ji hêla Îsraîl û rayedarên têkildar ve hatine danîn, êş û azarên jinên Filistînî zêdetir dibin, ku ev yek jî cîbicîkirina zagona çaremîn ya Cenevê dijwar dike. Peymana Cenevê ya ku di sala 1949’an de ket meriyetê parastina jin û keçan dike û mafê wan ê gihîştina xizmetên bingehîn garantî dike. Der barê vê mijarê de çalakvana mafên mirovan Hanadî Akila bandora şer a li ser jin û zarokên keç, mafê jinên maxdûrê şer û peymana Cenevê axivî.
‘Di bin dagirkeriya Îsraîlê de şert û mercên jinên Fîlîstînê her ku diçe xerab dibe’
Çalakvanê mafên mirovan Hanadî Akila destnîşan kir ku hiqûqa mirovî ya navneteweyî wekî yek ji şaxên hiqûqa navneteweyî ya giştî ku komek ji rêzikên kevneşopî û nivîskî yên hiqûqa navneteweyî ye û du armanca wê heye. Hanadî Akîla ya got ku armanca yekem parastina mirovên ku ji pevçûn û şer bandor bûne û ya duyemîn jî parastina milk û sîvîlên ku rasterast bi operasyonên leşkerî ve ne girêdayîne, wiha gotinê xwe domand:
“Di demên şer de ji bo parastina sivîlan û nemaze jinan çar peymanên Cinêvê û protokolên wan ên zêde di navenda yasaya mirovî ya navdewletî de ne, ji ber ku herî zêde jin li ber metirsiyê, koçberkirinê û cûreyên din ên tundiyê ne. Zagonên mirovî ya navdewletî parastinê dide jinan, ji ber gruba herî xizan û mexdûr in ji ber ku ew di rêza yekem de di birîndarkirin, kuştin, koçberkirin û îşkencekirinê de ne. Şert û mercên jinên Filistînî yên di bin dagirkeriya Îsraîlê de ne xirab in û her ku diçe xirabtir dibin.”
‘Rê nayê dayîn ku pêdîviyên jiyanî bigîhîje jinan’
Hanadî Akila di berdevamiya axaftina xwe de bal dikşîne ser jinên ku di girtîgehê de ne û wiha pê de çû: “Em nikarin çavên xwe ji jinên di girtîgehan de ne bigrin. Ne pêkanîna zagonan pirskirêkê wan du qat dike desthilatarî çavên xwe ji binpêkirinan re digirin. Her wiha jinên Filistînî ji xizmetên tenduristiyê û piştgiriya derûnî bêpar mane, di dema pevçûnan de nikarin pêdiviyên pêwîst û pêdiviyên bingehîn bi cih bînin deshilatdar rê nade ku alîkariyên mîrovî, tevî cil û berg xwarin, alavên tibî û pêdiviyên din bigihêjin. Ji bo peydakirina xizmetguzariyan ji bo parastina can û kerameta jinan, pêwîst e xebatên navdewletî bên zêdekirin û tiştên ku qanûn bi xwe re tîne bi cih bînin.”
‘Hişyariyek xurt ya navnetewî pêwîst dike’
Hanadî Akila di dawîya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo alîkarî û xizmetek baş bigîhêja jinan û zarokên keç divê hişyariyek xurt ya navnetewî pêwîst dike û wiha li ser zêde kir: “Ji bo bidestxistina têgînên ewlekarî û aştiyê yên jinan, divê di navbera civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, saziyên herêmî û sivîl de xebatên hevpar bên kirin.”