Çalakvana Lubnanî: Sûcdar cezayê ku heq dikin nagirin

Aktîvîsta mafên mirovan a Lubnanê Mariana Pro diyar kir ku dadgeh di sûcên li dijî jinan de biryarên cuda digrin û got ku jin xwe di ewlehiyê de nabînin, sûcdar jî bi riya darazê cezayê ku heq dikin nagirin.

SUZAN EBU SAÎD

Beyrûd – Salek di ser kuştina Basma Abbas û sê keçên wî Menal, Rima û Tala Safewî li bajarokê Ensar li başûrê Lubnanê re derbas bû. Vê carê jî jineke 26 salî bi navê Zeyneb Zuaiter li gundê Choueifat, ji aliyê hevserê xwe ve li ber çavên sê zarokên xwe hat qetilkirin. Piştî bûyerê kiryar winda bû. Çalakvanên jin ên li Lubnanê diyar kirin ku ji bo dawî li zêdebûna komkujiyên li ser jinan bê anîn, ji bo sûcdaran divê cezayên astengkirinê werin dayîn.

'Divê ceza bên guhertin'

Aktîvîsta mafên mirovan û parêzer Marîana Pro bal kişand ser zêdebûna qetlîamên jinan ên li welat û got; “Der barê qetlîamên li ser jinan de divê di bendên cezayê de guhertin bên kirin. Beriya guhertina ku cînayetên di bin navê 'namûsê' de hatine kirin, xala 562'an jî di nav de hat qebûlkirin, di Meclisa Nûneran de nîqaşeke mezin hebû. Tevî ku di xala mijara gotinê de guhertin hat kirin jî tundiyê berdewam kir û kiryar di bin navê 'namûsê' de hewl da sûcê xwe rewa bike. Jin xwe di ewlehiyê de nabînin û sûcdar jî bi riya darazê cezayê ku heq dikin nagirin.

'Dadgeh biryarên cuda didin'

Mariana Pro, bal kişand ku dibe di biryarên dadgehê de di sûcên li dijî jinan de cudahî hebin û got: "Her çend dadger cezayê ku heq dikin didin sûcdaran, hin dadger dikarin berovajî vê yekê bikin. Dema ku daraza divê jinan biparêze, cezayê ku heq dike nede sûcdaran, mêr dikarin ji vê hêzê bigrin.” Marîana Pro, anî ziman ku komeleyên jinan hene mafên wan diparêzin û di vê wateyê de zextê li darazê dikin û got: “Di doza Rola Yaqûb a ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin de jinan zextên raya giştî ava kirin. Ger em bibin yek, em dikarin bibin dengê jinan ê ku nayê bihîstin."

'Divê kesên ku sûc kirine bên cezakirin'

Mariana Pro da zanîn ku rewşên wekî eşîr, oldariya tund û nebûna perwerdeyê di nava civakê de di navbera jin û mêran de valahiyan çêdike û got: “Dema ku em li modelên malbatê yên di civakê de dinêrin, dibînin ku tê xwestin keç û xort li gorî zihniyeta baviksalarî werin teşekirin. Neyeksaniya li hemberî jinan di malbata yekem de dest pê dike. Em jin dikarin kevneşopiyên mêrtiyê yên ku her dem rûmeta malbatê bi bedena jinan ve girê didin biguherînin. Jin ji ber şîdetê rastî zehmetiyên mezin tên. Ji bo ku sûcên bi vî rengî werin astengkirin û careke din neyên kirin divê daraz cezayên birêkûpêk bide sûcdaran.”